Here Naverokê

Şahidên Yehowa di Meseleyên Siyasî de Çima Bêteref Dimînin?

Şahidên Yehowa di Meseleyên Siyasî de Çima Bêteref Dimînin?

 Şahidên Yehowa wek ku Kitêba Pîroz hîn dike ji ber sebebên dînî di meseleyên siyasî de bêteref dimînin. Em lobîkariyê nakin, dengê xwe nadin namzet yan partiyên siyasî, xebatên siyasî nameşînin û beşdarî tu hereketên ji bo guhertina hukûmetê nabin. Em bawer dikin ku Kitêba Pîroz ji bo vê qenaetê sebebên baş nîşan dide.

  •   Em di rêya Îsa Mesîh de diçin. Wî meqamên siyasî red dikirin (Yûhena 6:15). Wî ji şagirtên xwe re got ku divê ew nebin qismekî vê dinyayê û bi zelalî şîrove kir ku divê ew xwe ji meseleyên siyasî dûr bigirin (Yûhena 17:14, 16; 18:36; Marqos 12:13-17).

  •   Em ji Padîşahiya Xwedê re dilsoz in. Îsa Mesîh li ser vê Padîşahiyê wiha gotibû: “Ev mizgîna Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê belavkirin” (Meta 24:14, NWT). Em xwe wek temsîlkarên Hukimdariya Xwedê dibînin û hatina wê îlan dikin. Loma, em li hemû welatan, heta li welatê ku lê dijîn jî, xwe ji siyasetê dûr digirin (2. Korîntî 5:20; Efesî 6:20).

  •   Ji ber ku em bêalî û bêteref dimînin, em dikarin bi dilekî rihet tev mirovên ku di warê siyasî de xwediyê nêrînên cuda ne jî li ser mizgîniya Hukimdariya Xwedê bipeyivin. Em bawer dikin ku Hukimdariya Xwedê wê hemû pirsgirêkên dinyayê çareser bike. Ji ber vê yekê, em xîret dikin ku vê baweriya xwe bi gotin û kirinên xwe nîşan bidin (Zebûr 56:11).

  •   Ji ber ku em xwe naxin siyasetê, em mîna malbateke cîhanî di yekîtiyê de ne (Kolosî 3:14; 1. Petrûs 2:17). Berevajî vê, dîn û baweriyên din, ên ku tev li siyastê dibin, îtifaqa endamên xwe xera dikin (1. Korîntî 1:10).

 Hurmeta ji bo hukûmetan. Her çi qas em di nav siyasetê de cih nagirin jî, em qedrê otorîteya hukûmetê digirin. Ev yek li gor vî emrê Kitêba Pîroz e: “Bila her kes bi ya hukûmeta li ser xwe bike” (Romayî 13:1). Em guh didin qanûnan, bacê didin û ji bo xêr û qenciya hemû welatiyan bi daîreyên hûkumetan re hevkariyê dikin. Em piştgiriya hewldanên ji bo sistkirina hukûmetê nakin. Li şûna vê, em li gor şîreta Kitêba Pîroz “ji bo padîşahan û ji bo hemû serweran” dua dikin, bi taybetî gava ew der barê azadiya îbadetê de qeraran didin (1. Tîmotêyos 2:1, 2).

 Helbet heqê her kesî heye ku di meseleyên siyasî de xwe bi xwe qeraran bide. Em qedrê heqê wan digirin. Mesela, em ji hilbijartinan re nabin asteng û li ser tu kesî tesîr nakin ku ew dengê xwe bidin yan jî nedin.

 Gelo bêterefbûna me rêyeke nû ye? Na. Şandî û Mesîhiyên di sedsala yekê de jî bi vî awayî li otorîteya hukûmetê dinêrîn. Pirtûka Beyond Good Intentions dibêje: “Mesîhiyên pêşîn bawer dikir ku ew mecbûr in ku hurmetê bidin otorîteya hukûmetê, lê belê ew tev li karûbarên siyasî nedibûn.” Bi heman awayî, pirtûka On the Road Civilization dibêje ku Mesîhiyên pêşîn “meqamên siyasî red dikirin”.

 Gelo bêterefbûna me emniyeta dewletê dixe xeterê? Na. Em welatiyên aştîhez in. Ne hewce ye ku dewlet ji me bitirse. Ka bala xwe bide rapora Akademiya Zanistên Neteweyî ya Ûkraynayê, ya ku di sala 2001ê de hatibû weşandin. Di raporê de li ser bêalîbûna me ya siyasî wiha tê gotin: “Îro hin kes belkî ji vê sekna Şahidên Yehowa aciz dibin; ev sebebê sereke bû ku rêjîmên totalîter ên Nazî û Komunîstan çima zilm li wan dikir.” Lê belê, di bin zordestiya Soviyetê de jî, Şahidên Yehowa “li gor qanûnan dimeşiyan. Ew bi duristî û bi fedakarî li çewlikên kolektîf û li kargehan dixebitîn û ji bo rejîma Komunîst ne bitalûke bûn.” Di dawiya raporê de tê gotin ku îro jî, bawerî û fealiyetên Şahidên Yehowa “emniyet û îstiqlala tu dewletekê tehdît nakin.”