Here Naverokê

Gelo Îzin Heye ku Em bi Destê Sûretan Îbadetê Bikin?

Gelo Îzin Heye ku Em bi Destê Sûretan Îbadetê Bikin?

Cewaba Kitêba Pîroz

 Na. Li ser qanûnên ku Xwedê dabûn miletê Îsraêlê, çavkaniyeke dînî wisa dibêje: “Ji Kitêba Pîroz tê fehmkirin ku di îbadeta rast de sûret nedihatin bikaranîn” (New Catholic Encyclopedia). Ka bala xwe bide van ayetan:

  •   “Tê ji xwe re pûtê tu tiştan çênekî ku dişibe tiştekî li ezmanan, li ser erdê yan jî di avên di bin erdê de ye. Tê li ber wan neçî ser çokan û xulamiya wan nekî. Çimkî ez, Xwedayê te Xudan, Xwedayekî xîretkêş im” (2. Mûsa [Derketin] 20:4, 5, Mizgînî). Belê, Xwedê naxwaze ku em ji sûret, resim, pût yan sembolan re îbadetê bikin.

  •   “Ezê rûmeta xwe nedim yekî din, pesnê xwe nedim pûtan (Îşaya 42:8, Mizgînî). Xwedê îbadeta bi destê sûretan jî qebûl nake. Wexta ku hin Îsraêliyan dixwest bi destê golikekî ji wî re îbadet bikira, Xwedê got ku ew ji rêya wî “şaş bûn” (2. Mûsa 32:7-9, Kitêba Pîroz).

  •   “Divê em nefikirin ku Xwedê wek zêr, zîv, an wek kevirê ku bi hiş û hunerê mirov hatiye çêkirin e” (Karên Şandiyan 17:29, Mizgînî). Kesên pûtperest gelek caran bi sûretên ‘ku bi hiş û hunerê mirov hatine çêkirin’ îbadetê dikin. Lê belê, Kitêba Pîroz dibêje ku şagirtên Îsa Mesîh “ne bi dîtinê, lê bi baweriyê rêve diçin” (2. Korîntî 5:7, Mizgînî).

  •   “Xwe ji pûtan biparêzin” (1. Yûhenna 5:21, Mizgînî). Ji qanûnên ku hem ji miletê Îsraêlê re hem jî ji şagirtên Îsa Mesîh re hatibûn dayîn rind tê fehmkirin ku Xwedê naxwaze ku em bi destê sûretan îbadetê bikin.