Here Naverokê

Here naverokê

QISIM 12

Em wezîfeya xwe ya belavkirina Mizgîniyê çawa tînin cih?

Em wezîfeya xwe ya belavkirina Mizgîniyê çawa tînin cih?

Spanya

Rûsyaya Spî

Hongkong

Perû

Îsa pêxamber wexteke kin beriya mirina xwe, weha gotibû: “Ev Mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê dayîn, da ku ji hemû miletan re bibe şahidî û hingê dawî wê bê” (Metta 24:14). Eceba ev îşê belavkirina Mizgîniyê, wê çawa bihata cih? Bi metodê îşên ku Îsa pêxamber li ser rûyê erdê kiribûn tê cih (Lûqa 8:1).

Em dişixulin ku li malên wan xwe bigihînin însanan. Îsa pêxamber telebeyên xwe elimandin ku ew mal bi mal bigerin û Mizgîniyê îlan bikin (Metta 10:11-13; Karên Şandiyan 5:42; 20:20). Wan kesan wê wextê li cihên ku ji wan re hatibûn tayînkirin, Mizgînî didan bihîstin (Metta 10:5, 6; 2. Korîntî 10:13). Îro jî îşê me yê belavkirina Mizgîniyê, bi şikilekî rind hatiye organîzekirin. Ji her cemaetekê re cihekî xisûsî tê tayînkirin. Em bi saya vê yekê dikarin emira Îsa pêxamber weynin cih. Çimkî Îsa gotibû ku Mizgîniyê li ser temamiya dinyayê bidin bihîstin (Karên Şandiyan 10:42).

Em dişixulin ku li her derê xwe bigihînin însanan. Îsa Mesîh li cihên ku xelk lê dihat dîtin, ên wekî li ber bîra avê û kêleka deryayê jî, Mizgînî li însanan belav dikir. Loma ew ji me re bû emsal (Marqos 4:1; Yûhenna 4:5-15). Em jî îro hem bi telefonê, hem li dukanan û hem jî li parkan Mizgîniyê belav dikin. Yanî em, li her dera ku bikarin xwe bigihînin însanan, bi wan re di heqê Kitêba Pîroz de qise dikin. Wekî din heta ku îmkanên me hebin, em ji cîranên xwe re, ji hevalên xwe yên li şûna îş re, ji hevalên xwe yên mektebê û eqrebeyên xwe re jî li ser îmana xwe xeber didin. Ji netîceya temamiya van xebatan jî, li ser temamiya dinyayê bi milyonan însan “mizgîniya rizgarkirinê” dibihîzin (Zebûr 96:2).

Eceba hûn dixwazin Mizgîniya di heqê Padîşahiya Xwedê de, bi kê re parve bikin? Vî umîdê şahane tenê ji xwe re veneşêrin. Hûn dikarin vî umîdî di zemanekî pirr kin de, bi wî kesî re jî parve bikin, ê ku hûn dixwazin Mizgîniyê bidinê!

  • Îsa pêxamber emir kir ku em gerek çi îlan bikin?

  • Gava Şahidên Yehowa Mizgîniyê belav dikin, ew çawa Îsa pêxamber ji xwe re emsal digirin?