Here Naverokê

Here naverokê

Gelo Girîng e, ku Mirov bi Çi Bawer Dike?

Gelo Girîng e, ku Mirov bi Çi Bawer Dike?

Gelo armancekî jiyanê heye? Peresanparêz William Provine, weha dibêje: „Tiştên ku em derbarê heyama peresanê de hîn bûne, ji bo me zehf girîng in; ew derbarê armanca jiyanê de bandorê li têgihîştina me dikin.“ Ew gihîşt kîjan encamê? „Li gor min, armanceke rasteqîn, a gerdûnê û jiyana mirov, tune.“32

Ka carekê bifikirin, heger ev peyvên li jor rast bûna, ev yek dihat çi wateyê. Heger bi rastî jî armanceke jiyanê tunebûya, wê tu armanceke me tunebûya, ji bilî hewldana kirina tiştên qenc û ji bo berdewamkirina genên xwe, welidandina zarokan. Mêjûyê me jî, yê ku dikare bifikire, muhakeme bike û di jiyanê de li armancê bigere, dibû tiştekî ku ji aliyê xwezayê ve bi tesadûfî hatiye holê.

Herweha ev yek, hê ne hemû ye. Gelek kesên ku bi peresanê bawer dikin, difikirin ku yan Xweda tune, yan jî ew li tiştên ku mirov dikin, mudaxile nake. Ev jî tê wê wateyê, ku di herdu rewşan de jî, pêşeroja me, tenê di destê kesên siyasetmedar, kesên zanyar û mirovên oldar de ye. Heger em li kirinên wan, ên ku wan heta niha kirine binêrin, tê wê wateyê ku tevliheviyên acizker, cengên giran û bertîl, wê hê berdewam bikin. Heger peresan rast bûya, li gor vê îfadeyê, bi rastî jî jiyan bi mantiq dibû: „Em bixwin û vexwin, çimkî emê sibê bimirin“ (1. Korîntî 15:32).

Lê belê Pirtûka Pîroz derbarê Xweda de, dibêje: „Çavkaniya jiyanê tu yî“ (Zebûr 36:9). Di nav van peyvan de, wateyeke kûr heye.

Heger gotinên Pirtûka Pîroz rast bin, bi rastî jî armanceke jiyanê heye. Ji aliyê Afirandêrê me ve, ji bo hemû kesên ku domandina jiyanekî li gor îradeya wî hilbijartine, armanceke şahane heye (Waiz 12:13). Ew, damezrandina cîhanekî ku tê de tevliheviyên acizker, cengên giran û bertîl, heta mirin jî wê tunebe, wehd dike (Zebûr 37:10, 11; Îşaya 25:6-8).

Li seranserê cîhanê bi milyonan mirov bawer dikin, ku standina zanyariya li ser Xweda û pêkanîna emirên wî, wateyekî ku tu tiştekî din nikare bide, didin jiyanê (Yûhenna 17:3). Ev yek, ne baweriyekî bi kortî ye. Îspat li meydanê ne; jiyan berhemê Afirandêrekî ye.