Here Naverokê

Here naverokê

DERS 8

Çima Ew Qas Kul û Derd Hene?

Çima Ew Qas Kul û Derd Hene?

1. Xerabiyê çawa dest pê kir?

Ji bo ku bê îsbat kirin ku însan nikarin derdên dinyayê hel bikin, Xwedê heta niha îzin daye ku însan li ser dinyayê hikum bajon

Wexta ku Îblîs derewa pêşîn kir, xerabî ket dinyayê. Îblîs serê pêşîn melekekî bêqisûr bû, lê ew “li ser rastiyê nema” (Yûhenna 8:44). Bi eslê xwe lazim e ku mirov tenê ji Xwedê re îbadetê bikin, lê Îblîs dixwest ku mirov ji wî re îbadetê bikin. Îblîs Hewa xapand ku ew guhdariya Xwedê neke. Hewayê guh da derewên Îblîs. Paşê, Adem jî wek Hewayê li ber Xwedê serî hilda. Qerara Adem bûye sebeba êş û mirinê.​—1. Mûsa 3:1-6, 19 bixwîne.

Gava Îblîs ji Hewayê re got ku bila ew guh nede Xwedê, wî li hemberî serweriya Xwedê serî hilda. Wek Îblîs, piraniya mirovan hikumdariya Xwedê red kiriye. Bi vî awayî, Îblîs bûye “serokê vê dinyayê”.​—Yûhenna 14:30; 1. Yûhenna 5:19 bixwîne.

2. Wexta ku melek û mirov hatibûn çêkirin, ma ew biqisûr bûn?

Hemû karên Xwedê bêqisûr in. Melek û mirovên ku Xwedê çêkiribûn dikaribû bi awayekî bêqisûr guh bidaya Xwedê (5. Mûsa 32:4, 5). Xwedê em bi îradeya azad çêkirine. Bi saya vê azadiyê, em dikarin riya qencî an xerabiyê hilbijêrin û bi vî awayî nîşan bidin ka em ji Xwedê hez dikin an na.​—Aqûb 1:13-15; 1. Yûhenna 5:3 bixwîne.

3. Xwedê çima îzin daye ku kul û derd heta niha berdewam bikin?

Yehowa îzin daye ku serhildana li ber wî heta wextekê berdewam bike. Lê çima? Xwedê dixwest ku mirov fehm bikin ku ew nikarin bê wî serkeftî bibin (Waiz 7:29; 8:9). Ji dema Adem û Hewayê heta niha, weke 6.000 sal derbas bûne. Tarîx nîşan dide ku mirov nikarin şer, sûc, bêedaletî û nexweşiyê tune bikin.​—Yêremya 10:23; Romayî 9:17 bixwîne.

Rêberiya Xwedê gelek bifeyde ye (Îşaya 48:17, 18). Di demeke nêzik de, Yehowa wê hemû hikumdariyên dinyayê tune bike. Tenê mirovên ku hikumdariya Xwedê qebûl dikin wê li dinyayê bimînin (Îşaya 11:9).​—Danîêl 2:44 bixwîne.

Li vîdeoya Xwedê Çima Îznê Dide ku Kul û Derd Hebin? temaşe bike.

4. Sebra Xwedê çi fersendê dide me?

Îblîs gotibû ku mirov tenê ji bo menfaeta xwe ji Xwedê re xizmet dikin. Ma tu naxwazî îsbat bikî ku gotinên wî derew in? Bi saya sebra Xwedê, em dikarin nîşan bidin ku em rêberiya kê tercîh dikin – rêberiya Xwedê an rêberiya însanan. Bi hal û hereketên xwe, em nîşan didin ku qerara me çi ye.​—Eyûb 1:8-12; Methelokên Silêman 27:11 bixwîne.

5. Em çawa dikarin hikumdariya Xwedê hilbijêrin?

Qerarên me nîşan didin ka em hikumdariya Xwedê qebûl dikin an na

Kesên ku hikumdariya Xwedê hildibijêrin gotinên Kitêba Pîroz hîn dibin û tînin cih (Yûhenna 4:23). Wekî din, ew hikumdariya Îblîs red dikin û wek Îsa pêxember ji siyasetê û ji şeran dûr dimînin.​—Yûhenna 17:14 bixwîne.

Kesên ku dikevin ber bayê Îblîs difikirin ku bêexlaqî û xerabî tiştên normal in. Gava em dev ji tiştên wisa berdidin, dibe ku hin heval û merivên me qerfên xwe bi me bikin an bihêrs bibin (1. Petrûs 4:3, 4). Loma gerek em qerara xwe bidin: Gelo emê tevî kesên ku ji Xwedê hez dikin hevaltiyê bikin? Gelo emê guh bidin qanûnên Xwedê yên aqilmend û bifeyde? Bi kirinên xwe, em dikarin Îblîs derewçîn derxînin, ê ku gotibû ku li hemberî tengasiyê, tu kes wê ji Xwedê re dilsoz nemîne.​—1. Korîntî 6:9, 10; 15:33 bixwîne.

Belê, xerabî û êş wê tune bibin, çimkî Xwedê ji mirovan hez dike. Hemû kesên ku pê bawer dikin û vêya bi hal û hereketên xwe nîşan didin wê heyata bêdawî bistînin.​—Yûhenna 3:16 bixwîne.