Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 24

Yehowa – Xwedayê Efûkar

Yehowa – Xwedayê Efûkar

“Çimkî ya Reb, tu qenc û bexişkar î, ji hemû yên ku bang dikin te re keremdar î” (ZEBÛR 86:5).

KILAM 42 Duaya Xizmetkarê Xwedê

PÊŞGOTIN *

1. Li gor Waiz 7:20, em di çi halî de ne?

 SILÊMAN Padîşah wisa gotibû: “Li ser rûyê erdê kesekî rast tuneye ku qencî kiribe û tu caran guneh nekiribe” (Waiz 7:20, Mizgînî). Bi rastî jî, em gişt gunehkar in (1. Yûhenna 1:8). Loma, hewcedariya me giştan heye ku hem Xwedê hem jî însanên din me efû bikin.

2. Gava dostekî me me efû dike, em xwe çawa hîs dikin?

2 Ferz bike ku te dilê dostekî xwe êşandiye. Tu dixwazî problema di nav we de safî bikî, loma tu ji wî efû dixwazî. Gava ew te efû dike, ma dilê te rihet nabe? Belê, tu hem dilşad dibî hem jî ji barekî giran difilitî, ne wisa ye?

3. Li vê meqaleyê, em di heqê çi de xeber bidin?

3 Em dixwazin ku Yehowa bibe dostê me, lê çi heyf e ku carinan, em dilê wî bi gotin yan kirinên xwe diêşînin. Gelo em ji ku dizanin ku Yehowa hazir e ku me efû bike? Ferqa di nav efûkirina Yehowa û efûkirina me de çi ye? Wekî din, gelo Xwedê hazir e ku kê efû bike?

YEHOWA HAZIR E KU EFÛ BIKE

4. Em ji ku dizanin ku Yehowa hazir e ku efû bike?

4 Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa hazir e ku efû bike. Gava Yehowa xwe li çiyayê Sînayê ji Mûsa re da naskirin, wî bi navgîniya melekekî wisa got: “Ez Xudan im, Xwedayê dilrehm û keremdar, zû hêrs nabe, dilsozî û dilovaniya wî zêde ye. Ez dilovaniya xwe nîşanî hezaran didim. Neheqî, guneh û sûcan dibexişînim” (2. Mûsa 34:6, 7, Mizgînî). Belê, Yehowa Xwedayekî dilgerm û dilovan e, yê ku tim hazir e ku gunehkarên tobedar efû bike (Nehemya 9:17; Zebûr 86:15).

Yehowa her tiştê ku li ser şexsiyeta me bandor kiriye dizane (Li paragrafa 5an binêre)

5. Li gor Zebûr 103:13, 14, Yehowa me çawa dibîne?

5 Ji ber ku Yehowa em xuliqandine, ew di heqê me de her tiştî dizane. Ka bifikire: Ew her kesî rind nas dike! (Zebûr 139:15-17). Ew dizane ku em însanên qisûrdar in, û ew kêmasiyên ku me ji dê û bavê xwe mîras standine, dibîne (Zebûr 78:39). Wekî din, ew her tiştê ku li ser şexsiyeta me bandor kiriye dizane. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Çawa ku bav li hemberî kurên xwe dilrehm e, Yehowa jî li hemberî kesên ku jê ditirsin, dilrehm e. Çimkî ew tebîeta me rind dizane û ji bîr nake ku em ax in” (Zebûr 103:13, 14, NWT).

6. Yehowa çawa îsbat kiriye ku ew hazir e ku me efû bike?

6 Yehowa îsbat kiriye ku ew hazir e ku me efû bike. Ew rind dizane ku seba sûcê Adem, em gişt ketine bin laneta guneh û mirinê (Romayî 5:12). Em nikarin xwe yan kesekî din ji vê lanetê bifilitînin (Zebûr 49:7-9). Lê belê, Xwedayê meyî dilovan tiştek tedarek kiriye, da ku em azad bin. Wek Yûhenna 3:16 nîşan dide, Yehowa Kurê xweyî yekta şand ku di oxira me de bimire (Metta 20:28; Romayî 5:19). Îsa Mesîh cezayê mirinê li şûna însanan stand, da ku kesên ku baweriya xwe bi wî tînin azad bibin (Îbranî 2:9). Gava Yehowa dît ku Kurê wî yê ezîz çawa bi awayekî zalim tê kuştin, dilê wî bê şik pir êşiya. Eger Yehowa nexwesta em efû bikirana, ma wî îzin bidaya ku Kurê wî bimire?

7. Hin kesên ku Yehowa efû kirin, kî ne?

7 Kitêba Pîroz behsa gelek kesên ku ji aliyê Yehowa ve hatine efû kirin, dike (Efesî 4:32). Mesela, Manaşşe Padîşah bîne ber çavê xwe. Wî pir xerabî kiribû. Manaşşe hem pûtperestî kiribû hem jî zarokên xwe ji pûtan re qurban kiribûn. Bi ser de, wî li perestgeha Yehowa pûtek daçikandibû. Kitêba Pîroz dibêje ku Manaşşe bi xerabiya xwe hêrsa Yehowa rakiribû (2. Dîrokan 33:2-7). Dîsa jî, gava Manaşşe ji dil tobe kir, Yehowa ew efû kir. Heta, Yehowa îzin da ku ew dîsa bibe padîşah (2. Dîrokan 33:12, 13). Wekî din, Dawid Padîşah bîne bîra xwe. Wî hin gunehên giran kiribûn. Mesela, Dawid zîna kiribû û zilamek dabû kuştin. Dîsa jî, gava Dawid ji dil tobe kir û şaşiya xwe qebûl kir, Yehowa ew efû kir (2. Samûyêl 12:9, 10, 13, 14). Belê, em dikarin emîn bin ku Yehowa hazir e ku me efû bike. Wekî din, emê bibînin ku ev yek ku Yehowa çawa efû dike ji vê yekê ku însan çawa efû dikin, cuda ye.

EFÛKIRINA YEHOWA BÊEMSAL E

8. Yehowa çima Hakimê herî baş e?

8 Yehowa “Hakimê hemû dinyayê” ye (1. Mûsa 18:25, NWT). Hakimekî baş gerek qanûnan rind bizanibe. Yehowa “Qanûndanerê me ye”, loma ew qanûnan bi zelalî dizane (Îşaya 33:22, NWT). Tu kes bi qasî Yehowa nizane ku çi qenc e û çi xerab e. Ji xeynî vê, berî ku hakim qerarê bide, lazim e ku ew bizanibe ku bi rastî çi qewimiye. Ji vî aliyî ve jî, Yehowa Hakimê herî baş e.

9. Yehowa li gor çi efû dike?

9 Li dinyayê, hakim carinan nizanin ku bi rastî çi qewimiye. Ew tenê li gor tiştên ku ew dibihîzin yan dibînin, qerarê didin. Yehowa ne wisa ye. Ew her tiştî dizane (1. Mûsa 18:20, 21; Zebûr 90:8). Yehowa rind dizane ku faktorên genetîk, tiştên ku di zaroktiya kesekî de hatin serê wî, derdor û halê psîkolojîk çawa li ser rabûn û rûniştina kesekî tesîr dikin. Bi ser de, Yehowa hundirê dilê mirovan jî dibîne. Ew niyet, armanc û xwestekên her kesî dizane. Tu tişt nikare ji Yehowa were veşartin (Îbranî 4:13). Loma, gava Yehowa kesekî efû dike, sebeba vê ev e ku ew her tiştî dizane.

Yehowa adil û bêteref e. Ew rişwetê qebûl nake (Li paragrafa 10an binêre)

10. Em ji ku dizanin ku hukmên Yehowa her tim rast û adil in? (5. Mûsa 32:4)

10 Hukmên Yehowa her tim rast û adil in. Ew bi temamî bêteref e. Yehowa li gor bejn û bal, şan û şohret, mal û milk yan huner û qabiliyetên mirovan qerarê nade ku wan efû bike yan na (1. Samûyêl 16:7; Aqûb 2:1-4). Tu kes nikare zorê li Yehowa bide yan jî rişwetê bide wî (2. Dîrokan 19:7). Ew tu caran li gor kêf û hîsên xwe qeraran nade (2. Mûsa 34:7). Belê, Yehowa Hakimê herî baş e, çimkî tu tişt ji dîqata wî nareve (5. Mûsa 32:4 bixwîne).

11. Efûkirina Yehowa çima bêemsal e?

11 Kesên ku Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Îbranî dinivîsîn rind dizanibû ku efûkirina Yehowa bêemsal e. Li gor ferhengekê, peyva Îbranî, ya ku wan carinan bi kar dianî, “tenê ji bo vê yekê ku Xwedê gunehkaran çawa efû dike tê bikaranîn”. Li gor vê ferhengê, “ev peyv tu caran ji bo vê yekê ku însan hevdû çawa efû dikin, nayê bikaranîn”. Tenê Yehowa dikare gunehkarên tobedar bi temamî efû bike. Gava Yehowa me efû dike, netîce dibe çi?

12-13. (a) Netîceya efûkirina Yehowa çi ye? (b) Feydeyên efûkirina Yehowa çi qas dewam dikin?

12 Eger em qebûl bikin ku Yehowa em efû kirine, hizûr wê bikeve dilê me û wijdanê me wê rihet be. Efûkirineke wisa ne ji însanan, lê tenê ji Yehowa tê (Karên Şandiyan 3:19, 20). Wexta ku Yehowa me efû dike, ew îznê dide ku em dîsa bibin dostên wî, qey me guneh nekiribû.

13 Piştî ku Yehowa em efû kirine, ew vî gunehî êdî nade rûyê me û me ceza nake (Îşaya 43:25; Yêremya 31:34). “Rojhilat ji rojava çiqas dûr be”, Yehowa gunehên me ji me ew qas dûr dike (Zebûr 103:12). Gava em tînin ber çavê xwe ku Yehowa çi qas efûkar e, ma em ji wî re heyran û şikurdar nînin? (Zebûr 130:4). Lê Yehowa hazir e ku kê bi vî şeklî efû bike?

YEHOWA KÊ EFÛ DIKE?

14. Heta niha, me di heqê efûkariya Yehowa de çi dîtiye?

14 Çawa ku me dîtiye, Yehowa hazir e ku ne tenê gunehên biçûk, lê gunehên mezin jî efû bike. Wekî din, me dîtiye ku ji ber ku Yehowa Xaliq, Qanûndaner û Hakimê me ye, ew rind dizane ka kesek hêjayî efûkirinê ye yan na. Gelo Yehowa bala xwe dide kîjan nuqteyan?

15. Li gor Lûqa 12:47, 48, Yehowa bala xwe dide çi?

15 Ji bo Yehowa, nuqteyeke muhîm ev e: Gelo kesê gunehkar dizanibû ku kirinên wî şaş in? Îsa Mesîh ev yek rind zelal kiribû (Lûqa 12:47, 48 bixwîne). Kesê ku bi qesdî xerabiyê dike – yanî kesê ku rind dizane ku kirinên wî li ber çavê Xwedê xerab in – gunehekî giran dike. Dibe ku Yehowa wî efû neke (Marqos 3:29; Yûhenna 9:41). Lê belê, rastî ev e ku em carinan dizanin ku kirinên me şaş bûn, ne wisa ye? Gelo em dikarin dîsa jî werin efûkirin? Belê! Ka em li nuqteyeke din binêrin, a ku Yehowa bala xwe didê.

Em dikarin bawer bin ku eger em ji dil tobe bikin, Yehowa wê me efû bike (Li paragrafên 16 û 17an binêre)

16. Tobekirin tê çi maneyê, û ji bo ku Yehowa me efû bike, çima muhîm e ku em tobe bikin?

16 Nuqteyeke din ev e: Yehowa bala xwe didê ka kesê gunehkar bi rastî tobe dike yan na. Maneya tobekirinê ev e ku kesek “fikir, nêrîn yan armanca xwe biguherîne”. Kesekî ku ji dil tobe dike seba tiştên xerab, ên ku wî kirine, yan seba tiştên rast, ên ku wî nekirine, poşman û xemgîn e. Ew hem seba şaşiyên xwe hem jî seba nexweşiya ruhî, ya ku bû sebeba van şaşiyan, xemgîn e. Bîne bîra xwe ku piştî ku Manaşşe Padîşah û Dawid Padîşah gunehên giran kiribûn, Yehowa ew efû kirin ji ber ku wan ji dil tobe kir (1. Qiralan 14:8). Belê, ji bo ku Yehowa me efû bike, gerek em ji dil tobe bikin. Ne bes e ku em tenê seba gunehên xwe poşman bin; lazim e ku em tiştekî din jî bikin. * Gelo Yehowa bala xwe dide kîjan nuqteya din?

17. Ji bo ku Yehowa ji me razî be, gerek em çi bikin? Ev yek çima muhîm e, da ku em şaşiyên xwe yên berê dubare nekin? (Îşaya 55:7)

17 Nuqteyeke din, a ku Yehowa bala xwe didê, ev e ka kesekî dev ji riya xerab berdaye û ketiye riya rast yan na (Îşaya 55:7 bixwîne). Gerek kesê gunehkar fikrên xwe biguherîne û îznê bide ku fikrên Yehowa rêberiya wî bikin (Romayî 12:2; Efesî 4:23). Gerek ew biqerar be ku dev ji hal û hereketên xwe yên xerab berde (Kolosî 3:7-10). Ji bo ku Yehowa me efû bike, helbet lazim e ku em baweriya xwe bi fîdyeya Îsa Mesîh bînin. Eger em xîret bikin ku jiyana xwe biguherînin, Yehowa wê me li ser esasê vê fîdyeyê efû bike (1. Yûhenna 1:7).

BI EFÛKARIYA YEHOWA BAWER BE

18. Em di heqê efûkirina Yehowa de çi hîn bûne?

18 Li vê meqaleyê, em çi hîn bûne? Li temamiya gerdûnê, tu kes wek Yehowa Xwedê efû nake. Gelo em çima wisa dibêjin? A yekê, ew tim hazir e ku me efû bike. A diduyan, ew me hûr û kûr nas dike. Ew hemû xisûsiyetên me dizane, loma ew dikare pê derxe ka em bi rastî tobedar in yan na. A sisêyan jî, gava ku Yehowa me efû dike, ew sûcên me yên berê êdî nade rûyê me. Bi saya efûkirina wî, em dibin xwediyê wijdanekî pak û em dizanin ku ew ji me razî ye.

19. Em her çi qas qisûrdar bin jî, em çima dikarin “şa bibin”?

19 Heta ku em negihîjin kamiltiyê, emê helbet car caran şaşî û gunehan bikin. Lê belê, Yehowa dilrehm û dilovan e, û ew ji bîr nake ku em qisûrdar in. Loma, ne lazim e ku em ji ber şaşiyên ku me seba qisûrdariya mîraskirî kirine bi dewamî xemgîn bin (Zebûr 103:8-14; 130:3). Belê, eger em çi ji destê me tê bikin ku li riya Xwedê bimeşin, em dikarin “şa bibin” (Filîpî 4:4-6; 1. Yûhenna 3:19-22). Ma ev yek dilê me rihet nake?

20. Li meqaleya din, emê di heqê çi de xeber bidin?

20 Em şikurdar in ku eger em ji dil tobe bikin, Yehowa hazir e ku şaşiyên me efû bike. Gelo em çawa dikarin wek Yehowa efûkar bin? Efûkirina me ji çi aliyan ve dişibe efûkirina Yehowa û ji çi aliyan ve ji efûkirina wî cuda ye? Çima muhîm e ku em vê ferqê fehm bikin? Meqaleya din wê cewaba van pirsan bide.

KILAM 45 Fikrên Dilê Min

^ Di Kitêba Pîroz de, Yehowa ji me re dibêje ku ew hazir e ku gunehkarên tobedar efû bike. Dîsa jî, dibe ku em xwe carinan hêjayî efûkirina wî nebînin. Li vê meqaleyê, emê hîn bibin ku em çima dikarin bawer bin ku eger em seba gunehên xwe bi rastî poşman bin, Yehowa tim hazir e ku me efû bike.

^ NOT: Kesekî ku bi rastî “tobe” dike nêrîna xwe diguherîne û ji jiyana xwe ya berê, ji kirinên şaş û ji îhmalkariya xwe ji dil poşman dibe. Tobeya rastîn dibe sebeb ku kesek hal û hereketên xwe biguherîne.