Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 108

Hezkirin û Dilsoziya Xwedê

Hezkirin û Dilsoziya Xwedê

(Îşaya 55:1-3)

  1. 1. Yehowa dilsoz e,

    ew ji dil xema me dixwe.

    Wî Îsa Mesîh şandiye

    ku ji bo me bibe fîdye.

    Êdî vekirî ye derî

    ji bo jiyana bêdawî.

    (DÎSGOTIN)

    Hemû kesên tî, werin!

    Ava jiyanê vexwin.

    Belê, kesên tî, werin!

    Keremê bistînin.

  2. 2. Yehowa dilsoz e,

    ew armanca xwe pêk tîne.

    Wî text daye Îsa Mesîh

    ku daxwaza xwe bîne cih.

    Karên Xwedê nîşan dikin

    hezkirina wî ya mezin.

    (DÎSGOTIN)

    Hemû kesên tî, werin!

    Ava jiyanê vexwin.

    Belê, kesên tî, werin!

    Keremê bistînin.

  3. 3. Yehowa dilsoz e,

    hezkirina wî kamil e.

    Gerek em jî bi dilsozî

    mizgînê bidin her kesî.

    Em behsa Yehowa dikin,

    da ku mirov wî nas bikin.

    (DÎSGOTIN)

    Hemû kesên tî, werin!

    Ava jiyanê vexwin.

    Belê, kesên tî, werin!

    Keremê bistînin.

(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 33:5; 57:10; Ef. 1:7)