Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 136

Xelateke ji Yehowa

Xelateke ji Yehowa

(Rût 2:12)

  1. 1. Xwedê xizmetkarên xwe rind nas dike,

    ew xîreta me dizane.

    Bêfeyde nîne fedakariya me,

    Xwedê her tiştî dibîne.

    Eger gelek kes terka me bikin jî,

    Xwedê me tenê nahêle.

    Ew xwişk û birayên hêja dide me

    û hêviyeke xweş dide.

    (DÎSGOTIN)

    Bila Yehowa te xelat bike,

    bila ew te bibereket bike.

    Xwe tim bavêje bin siya wî,

    Yehowa dilsoz e, ew dilovan e.

  2. 2. Heyata me car caran pir zehmet e,

    her roj tijî kul û derd e.

    Gava barê me me difetisîne,

    Xwedê destê me digire.

    Hem ruhê Xwedê, hem Kitêba Pîroz,

    hem hevalên me yên hêja

    qewetê didin ku em sebat bikin

    hetanî roja Yehowa.

    (DÎSGOTIN)

    Bila Yehowa te xelat bike,

    bila ew te bibereket bike.

    Xwe tim bavêje bin siya wî,

    Yehowa dilsoz e, ew dilovan e.

(Li van ayetan jî binêre: Ser. 11:38-40; Îşa. 41:10)