KILAM 73
Me Cesûr Bike
(Karên Şandiyan 4:29)
-
1. Gava em wek Şahidên te
navê te îlan dikin,
gelek kes ji me hez nakin,
xebera me red dikin.
Lê belê, em dizanin
ku gerek em guh bidin te.
Ruhê xwe ser me birijîne,
ya Xwedê, alî me bike!
(DÎSGOTIN)
Me cesûr bike, Yehowa,
ku dilê me netirse.
Me mêrxas û egîd bike
ji bo wezîfeya xwe.
Gerek her kes bizanibe
ku Harmegedon nêzîk e.
Dilê me xurt bike û me
cesûr bike!
-
2. Îmana me zêde bike,
cesaretê bide me.
Qeweta me zêde bike,
me tu caran terk neke.
Li gel zilm û zehmetê,
li hemberî zordariyê
bila em ji te re dilsoz bin
bi desteka te, ya Xwedê!
(DÎSGOTIN)
Me cesûr bike, Yehowa,
ku dilê me netirse.
Me mêrxas û egîd bike
ji bo wezîfeya xwe.
Gerek her kes bizanibe
ku Harmegedon nêzîk e.
Dilê me xurt bike û me
cesûr bike!
(Li van ayetan jî binêre: 1. Sel. 2:2; Îbr. 10:35)