Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 86

Yehowa Me Hîn Dike

Yehowa Me Hîn Dike

(Îşaya 50:4; 54:13)

  1. 1. Yehowa rêberî û şîretê dide,

    roj bi roj ew me dielimîne.

    Em pir spasdar in, dilê me şa ye,

    xwarina ruhî têr û tije ye.

  2. 2. Em muhtacî perwerdeya Yehowa ne,

    loma em civînên xwe bernadin.

    Ruhê Yehowa li wê derê ye,

    em rêya ronahiyê hîn dibin.

  3. 3. Çi şîrîn e dengê xizmetkarên Xwedê,

    kilamên wan dilê me xweş dikin.

    Em pir dilşad in li vê civatê,

    bila em her tim tê de bimînin!

(Li van ayetan jî binêre: Îbr. 10:24, 25; Pey. 22:17)