Here Naverokê

Here naverokê

Aştiya Bêdawî (Strana Komcivîna Sêrojî – 2022)

Aştiya Bêdawî (Strana Komcivîna Sêrojî – 2022)

Daxe:

  1. 1. Hemû dostên Xwedê

    dilxweş û şa ne,

    di nav wan de aştî heye.

    Em bi bawerî

    li benda Xwedê ne,

    xelasiya me nêzîk e!

    (DÎSGOTIN)

    Dawiya aştiyê

    tu caran nayê,

    ev e soza Xwedê.

    Li deşt û zozanan,

    li hemû waran,

    her kes wê bibîne

    aştiyê.

  2. 2. Em cenetê tînin

    ber çavê xwe,

    em hesreta wê rojê ne.

    Xwedê wê êdî

    hizûrê pêk bîne

    û aştiya kamil çêke.

    (DÎSGOTIN)

    Dawiya aştiyê

    tu caran nayê,

    ev e soza Xwedê.

    Li deşt û zozanan,

    li hemû waran,

    her kes wê bibîne

    aştiyê.

    (DÎSGOTIN)

    Dawiya aştiyê

    tu caran nayê,

    ev e soza Xwedê.

    Li deşt û zozanan,

    li hemû waran,

    her kes wê bibîne.

    (DÎSGOTIN)

    Dawiya aştiyê

    tu caran nayê,

    ev e soza Xwedê.

    Li deşt û zozanan,

    li hemû waran,

    her kes wê bibîne

    aştiyê,

    aştiyê.