Derbazî serecemê

Çira Holokost Qewimî? Çira Xwedê Ev Yek Neda Sekinandinê?

Çira Holokost Qewimî? Çira Xwedê Ev Yek Neda Sekinandinê?

 Gelek meriv ku wan pirsa didin, xwexa rastî Holokostê hatine û kul-derd kişandine. Û ewana ne ku tenê dixwazin caba wan pirsa bistînin, lê usa jî dilbîniyê. Gelek meriv dibêjin, wekî Holokost ev heye tiştekî bêxwedêtî aliyê merivada, lema jî wanra çetin e baweriya xwe Xwedê bînin.

Nihêrandinên nerast derheqa Xwedê û Holokostê

Nihêrandina nerast: Nerast e bipirsin ku çira Xwedê hîşt wekî Holokost biqewime.

 Îzbatî: Meriv baweriya kîjana qewî bû, neditirsiyan ji Xwedê bipirsin ku çira ev dihêle wekî zulmî hebe. Besa xeberê Hebaqûq pêxember Xwedêra pirseke usa da: “Çira tu dihêlî, wekî hemû dera zordarî, neheqî, qaçaxtî û bêremtî hebe?” (Hebaqûq 1:3, “Contemporary English Version”). Xwedê Hebaqûq bona vê pirsê sûcdar nekir, lê usa kir wekî pirsa wî Kitêba Pîrozda bê nivîsarê, seva ku em gişk bikaribin bixûnin.

Nihêrandina nerast: Xema Xwedê nîne ku meriv diçerçirin û kul-derda dikişînin.

 Îzbatî: Ber çevê Xwedê zulmî û kul-derd reş e (Metelok 6:16-19). Rojên Nuhda, gava Xwedê didît wekî zulmî ça ser temamiya erdê bela bû, Ew “ber xwe ket” û “gelekî dilteng bû” (Destpêbûn 6:5, 6). Bêşik, Holokost jî dilê Xwedê êşand (Malaxî 3:6).

Nihêrandina nerast: Pê Holokostê Xwedê Îbraniya ceza kir.

 Îzbatî: Qirna yekêda Xwedê bi rastî îzin da wekî Romayî Orşelîm wêran kin (Metta 23:37–24:2). Lê paşê wê yekê tu miletekî usa tune bû, ku Xwedê xwera bijartibû, kîjanî ewî qebûl dikir yan jî ceza dikir. Bona Xwedê “firqî tune nava cihû û necihûyada” (Romayî 10:12).

Nihêrandina nerast: Heger Xwedêyê hizkirî û himzor hebûya, ew wê nehîşta wekî Holokost biqewimiya.

 Îzbatî: Xwedê tu car kul-derd nayne serê meriva. Ev tenê ser wextekî dihêle, wekî ev biqewimin (Aqûb 1:13; 5:11).

Çira Xwedê hîşt wekî Holokost biqewime?

 Menî ku çira Xwedê hîşt, wekî Holokost biqewime û çira ev dihêle, wekî îro însanet rastî kul-derda bê, yeke. Seva ku caba pirsên Mîrê-cina bide yên ku ewî berê-berêda pêşda anî. Ji Kitêba Pîroz eşkere tê kifşê ku îro dinê destê Mîrê-cinda ne, ne ku destê Xwedêda (Lûqa 4:1, 2, 6; Yûhenna 12:31). Were em dîna xwe bidin ser du fikirên ji Kitêba Pîroz, kîjan alî me dikin fem kin çira Xwedê hîşt wekî Holokost biqewime.

  1.   Xwedê meriva bi azaya bijartinê efirand. Xwedê merivên pêşin, Adem û Hêwayêra, got ku ew ji wan dewa dike, wekî ewana gura wî bikin. Lê Ewî zorê wan nedikir, ku gura wî bikin. Merivên pêşin xwexa xwestin, wekî xweserîxwe bin û xwexa safî kin çi qenc e û çi xirab e. Bijartina wane nerast usa jî bijartina însanetêye nerast nava temamiya terîxiyêda, kul-derd û gelek ziyan anî hemû însanetêra (Destpêbûn 2:17; 3:6; Romayî 5:12). Ev yek tîne bîra me giliyên ji kitêbekê, kîderê tê gotinê: “Heçî zef kul-derd ku vê dinyayêda hene, hema raste-rast axiriya wê yekê ne, wekî meriv azaya xweye bijartinê, ku ça pêşkêş standiye, nerast dide xebatê” (“Statement of Principles of Conservative Judaism”). Lê Xwedê azaya bijartinê ji me nestand, dewsê ewî merivara wede da, wekî ewana xweserîxwe, bêyî wî bijîn.

  2.   Xwedê dikare hemû zirar ku Holokost anî, bide hildanê û ew wê ese vê yekê bike. Xwedê soz dide ku wê wan bi mîlyona meriva ji mirinê rake yên ku usa jî wedê Holokostê mirine. Xwedê usa jî wê xem bike bona vê yekê, wekî bîranînên xirab êşê neynin wan merivara, yên ku rastî Holokostê hatibûn (Îşaya 65:17; Karên Şandiya 24:15). Hizkirina Xwedê hindava însanetê, ev heye hîmê qewî, wekî Xwedê wê ese wan sozên xwe bîne sêrî (Yûhenna 3:16).

 Gelek merivên ku paşî Holokostê sax man, nêta jîyînê dîtin û baweriya xwe hindava Xwedê xweyî kirin. Çira? Çimkî wana fem kir ku çira Xwedê dihêle, wekî zulmî hebe û ça Xwedê hemû zirara ku Holokost aniye, wê bide hildanê.