Derbazî serecemê

Kitêba Pîroz Derheqa Daniyêl Çi Dibêje?

Kitêba Pîroz Derheqa Daniyêl Çi Dibêje?

Caba Kitêba Pîroz

 Pêxemberê Îbranî Daniyêl, ku qirna hefta û şeşa B.D.M.-da dijît, yekî navdar bû. Xwedê fereset da wî, ku xewna şiroveke, û xewn-xeyalên derheqa qewimandinên axiriyê jêra eyan kir. Ewî usa jî ruhê pîroz dayê, wekî kitêbeke ji Kitêba Pîroz binivîse, ya ku îro bi navê wî ye (Daniyêl 1:17; 2:19).

Daniyêl kî bû?

 Daniyêl Cihûdayêda mezin bibû. Hingê bajarê Orşelîmê û paristgeha Îbraniya dikete nava padşatiya Cihûdayê. Sala 617 B.D.M. Nebûkedneser padşê Babîlonê, Orşelîm zeft kir û merivên bi nav û deng dîltî bire Babîlonê (2 Padşatî 24:15; Daniyêl 1:1). Daniyêl hingê hê xort bû û ew jî ça dîl birin.

 Daniyêl û hine xortên din (nav wanda bûn Şedrak, Meşak û Abednego), birine qesira Babîloniya, wekî ewana bona qulixiya dewletê hînbûna mexsûs bistînin. Wêderê ewana didane zorê ku tiştên usa bikin, çi ku miqabilî baweriya wan bû, lê yeke Daniyêl û sê hevalên wî Yehowa Xwedêra amin man (Daniyêl 1:3-8). Paşî sê salên hînbûna wan, Nebûkedneser Padşa payê wan da bona bîlanî û feresetên wan, û got wekî ewana “ji hemû sêrbaz û fêlbazên welêt deh qatî zanatir û zêdetir in”. Ewî Daniyêl û hevalên wî kifş kir, wekî qesira padşêda qulix kin (Daniyêl 1:18-20).

 Bi deha sala şûnda çaxê Daniyêl diqewime îda 90 salî bû, gazî wî kirin ku here qesirê. Belşatsar Padşa ku hingê Babîlonêda serwêrtî dikir, Daniyêlra emir kir wekî nivîsara ser dîwêr, ya ku bi keremetî xuya bibû, şiroveke. Daniyêl bi rêberiya Xwedê şirovekir, ku Babîlon wê bikeve destê Împêrya Mediya-Farisa. Hema vê şevê Babîlon hate zeftkirinê (Daniyêl 5:1, 13-31).

 Mediya-Farisa ser Babîlonêra serwêrtî dikir û hingê Daniyêl ça wezîr hate kifşkirinê. Daryûs Padşa dixwest wî ser tevaya padşatiyê bilind kira (Daniyêl 6:1-3). Merivên xweyîhukum çevnebarî Daniyêl dikirin û xwestin wî bikujin. Wana ew avîtine çela şêra, lê Yehowa wî xilaz kir (Daniyêl 6:4-23). Nêzîkî xilaziya jîyîna Daniyêl, melekek wîra xuya bû û ew du cara da bawerkirinê, ku ew merivekî gelek qîmet e (Daniyêl 10:11, 19).

 Ev qewimandin bona me hê rêalî dibin bi saya fîlma ser hîmê Kitêba Pîroz, ya ku ji du para ye û navê wê ye “Daniyêl: Bi Saya Baweriyê Qewî bû”. Ji kerema xwe binihêrin.