Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Çi Bikim, wekî Derheqa Sêksê Nefikirim?

Çi Bikim, wekî Derheqa Sêksê Nefikirim?

“Fikir derheqa sêksê nişkêva cem min pêşda tên û ez nikarim xwe kontrol kim. Tê bêjî hişê merivekî din serê minda ne” (Vêra).

“Usa tê kifşê, ku meriv nikare terka fikirên derheqa sêksê bide. Texmîna min wê diha hêsa bûya meriv hîn be bifire” (Con).

Dibe ku tu jî mîna Vêrayê û Con difikirî? Hergê belê, ev gotar dikare alîkariyê bide te.

 Çima ev pirs ferz e?

“Xalê min gote min, wekî hergê Xwedê bi xwestina sêksûalî em efirandine, dêmek em gerekê evê xwestina xwe razî kin” (Alêks, xortekî cahil).

Tiştekîda xalê Alêks rast e: Belê, Xwedê ji bo meniya baş pê xwestina sêksûal em efirandin. Bi rastî hergê ev heleqetî tune bûya, emê jî îro tune bûna. Gelo çima em gerekê fikirên xwe kontrol bikin, ku derheqa sêksê nefikirin? Werên em du meniya şêwir kin:

  • Li gora Kitêba Pîroz qirara Xwedê ew e, wekî heleqetiya sêksûal gerekê tenê orta mêr û jinda be, yên ku tevî hev zewacêda nin (Destpêbûn 1:28; 2:24).

    Hergê tu ev normên Xwedê qebûl dikî û hê zewacêda nînî, fikirandina derheqa sêksê wê te eciz ke. Ew yek dikare xwestina te usa qewî ke, ku te hêlan ke sêksêva mijûl bî. Heçî zef ji wan meriya, yên ku ev gav kirine, paşê poşman bûne.

  • Çaxê tu li ser xwe dixebitî, ku fikirên derheqa sêksê kontrol bikî, ev yek alî te dike xwegirtinê nav xweda pêşda bînî (1 Korintî 9:25).

Xwegirtin gelek ferz e, ku çawa niha usa jî axiriyêda bi jîyîneke bextewar bijîyî. Li gora lêkolînekî, ew merivên ku ji biçûktayê hîn dibûn xwegirtinê bidine kifşê, axiriyêda kareke mezin standin. Mesele problêmên sihet-qewatêva girêdayî, strêsa ji bo pere û problêmên qanûnêva girêdayî, cem wana hindik bûn. a

 Çima çetin e fikirên xwe kontrol bikî?

Ji bo hormona çetin dibe xwe kontrol kin û derheqa sêksê nefikirin. Xêncî wê yekê em dinyake usada dijîn, ya ku tenê derheqa sêksê difikire.

“Usa tê kifşê, ku her bernameke têlêvîziyonê sêksa pêşiya zewacê ça tiştekî baş didine kifşê û vedişêrin ku ew çi ziyanê tîne. Hêsa ye bikevî ber bayê fikirên necayîz, çaxê te didine bawerkirinê yan çi sêks axiriya xirab pey xwe nayne” (Rût).

“Ser xebatê ez timê xeberdana derheqa sêksê dibihêm û ev yek hewasa min dikişîne. Bênamûsiyê ça tiştekî normal eyan dikin, lema jî çetin dibe evê yekê nerast hesab kî” (Nîkol).

“Çaxê onlaynêda şiklên necayîz dinihêrî, çetin dibe xwe bigirî. Mesele, şiklekî sêksûal dikare kûr hişê teda rûnê û gelek çetin be ji serê xwe derxî!” (Mariya).

Ji bo wan hemû tişta dibeke tu jî mîna Pawlosê şandî bifikirî: “Gava dixwazim ku qenciyê bikim, bê hemdê min dibe xirabî” (Romayî 7:21).

Îzinê nede, wekî fikirên nerast ser serê te hêlûnê daynin

 Çi dikarî bikî

Derheqa tiştekî din bifikire. Qewatê bide xebatê, ku hişê xwe bidî ser tiştên usa, çi ku sêksêva girêdayî nînin. Mesele, xobî, sport û gelek tiştên din. Keçikeke bi navê Valêriya dibêje: “Xwendina Kitêba Pîroz gelek alîkariyê dide. Vê kitêbêda fikirên gelek qîmet hene. Çaxê tu wan fikira dikî hişê xwe, îdî bona tiştên mayîn cî namîne”.

Rast e, fikirên derheqa sêksê timê jî dikarin bikevine serê te, lê bi rastî tevva girêdayî ye tuyê çi bikî. Hergê tu bixwazî, tê bikaribî wan fikira ji serê xwe derxî.

“Çaxê fikirên necayîz têne hişê min, ez xwe didime zorê, wekî dîna xwe bidime tiştekî mayîn. Ez usa jî ser vê yekê difikirim, ku têderxim hela çi bû menî ku ev fikir ketine serê min. Mesele, ev dikare kilam be, yan şikil kîjan ku ez gerekê temiz kim” (Hêlêna).

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Çi ku bi rastiyê ye, çi ku bi maqûltiyê ye, ... ser van tişta bifikirin” (Fîlîpî 4:8).

Hevalên baş bijbêre. Hergê hevalên te timê derheqa sêksê xeber didin, wê tera çetin be nêt-fikirên xwe temiz xwey kî.

“Ji bo hevalên min minra diha çetin dibû derheqa tiştên nerast nefikirim. Çaxê merivên der-dor berbi xwestinên nerast te hêlan dikin, tu destpêdikî dîna xwe bidî hestên xwe. Bi vê yekê tu niftê berî ser agir didî” (Sara).

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Kî ku tevî bîlana rê diçe, wê bibe bîlan, lê karê kê tevî bêaqila ye, wê zirarê keve” (Metelok 13:20, DT).

Ji wedederbazkirina necayîz xwe dûr bigire. Dikarin bêjin, wekî îro hemû cûre wedederbazkirinda tiştekî sêksêva girêdayî heye. Nîkol dibêje: “Çetinaya mine lape mezin kilam in, ji bo çi jî xwestinên min usa gur dibin, ku minra çetin dibe xwe kontrol kim”.

“Min destpêkir binihêrim sînem û bernamên usa, ku derheqa sêksê bûn. Min ne jî têderxist ça fikirên derheqa sêksê min zeftî xwe kirin. Çetin nîbû fem bikim, ku ew fikir çima cem min pêşda tên. Çaxê min terka wan sînem û bernama da, ez îda zef derheqa sêksê nedifikirîm. Hergê em fesal wedederbazkirina dijbêrin, hingê mera wê hêsa be fikirên necayîz alt kin” (Coan).

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Navê qaviyê û her heramiyê, yan timayê jî gerekê nava weda neyê hildanê” (Efesî 5:3).

Fikira sereke: Hine meriv difikirin, wekî xwestinên wane sêksûalî usa ferz in, ku nelazim e ew kontrol kin û ne jî wê bikaribin. Lê ev yek usa nîne, çimkî Kitêba Pîroz dibêje, ku em dikarin xwestinên xwe kontrol bikin.

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Bi ruh û fikirêd xweda nûyejiyîn bin” (Efesî 4:23).

a Xwegirtin wan meriyara jî lazim e, kîjan ku zewacêda nin. Ev yek jî menîke ferz e, ku çima tu niha gerekê ewî xeysetî nav xweda pêşda bînî, heta ku neketî zewacê.