Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

BIRCA QEREWILIYÊ № 1, 2018 | Gelo Kara Xwendina Kitêba Pîroz Heye

GELO KARA XWENDINA KITÊBA PÎROZ HEYE?

Îro bi saya têknolojiyayê, gelek înformasiya tê destxistinê. Lê ça hûn difikirin Kitêba Pîroz seva rojên me kêrhatî ye? Kitêba Pîroz dibêje:

“Temamiya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye û kêrhatî ye” (2 Tîmotêyo 3:16).

Eva jûrnala “Birca Qerewiliyê” şirowedike, ku çawa Kitêba Pîroz dikare hemû aliyava rêberiya me bike.

 

Gelo Rêberiya Kitêba Pîroz Îro Karê Tîne?

Îro gelek înformasiya tê destxistinê, lê çima em gerekê dîna xwe bidine kitêbê, kîjanî ku 2 000 sal e?

Hînkirinên Kitêba Pîroz Serwaxtî Wextda

Himberî zanebûna modêrn, hînkirinên Kitêba Pîroz li ser hîmê prînsîpa ne, çi ku him wextda nin, him jî kêrhatî ne.

Kevin e Yan Axiriyê Eyan Dike?

Kitêba Pîroz ne kitêba zandariyê ye, lê tiştên ku têda derheqa zandariyê nivîsar in, dikarin we ecêbmayî kin.

1 Alîkarî, ku ji Problêma, Xwe Dûr Bigirin

Dîna xwe bidin, ku çawa bîlaniya Xwedê alî meriya kiriye, ji hine problêmên çetin xwe dûr bigirin.

2 Alîkarî ku Problêma Safî kin

Kitêba Pîroz bîlaniya usa dide ku alî me dike ji problêma xwe xwey kin, mesele zêde xemgînî, tembelî û tenebûn.

3 Alîkarî ku Problêmada Teyax kin

Lê çi em dikarin bêjin derheqa problêmên ku nayêne safîkirinê, mesele nexweşiyên ku nayêne qenckirinê û mirin?

Kitêba Pîroz û Axiriya Te

Xebera Xwedê dikare alî me bike, problêmên her rojîda teyax kin, yên ku di vê dinya zulmda pêşda tên. Lê Kitêba Pîroz hê zêde dike. Ev usa jî hêviya baş bona axiriyê dide me.

Hûn Çi Difikirin?

Şêwir kin, ku hine meriv çi bawer dikin û Kitêba Pîroz derheqa vê pirsê çi dibêje.