Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

1 | Dua—“Hemû Xemên Xwe Bavêjine ser Wî”

1 | Dua—“Hemû Xemên Xwe Bavêjine ser Wî”

KITÊBA PÎROZ DIBÊJE: “Hemû xemên xwe bavêjine ser [Xwedê], çimkî ew bona we xem dike” (1 PETRÛS 5:7).

Ev Çi Tê Hesabê

Yehowa Xwedê me hêlan dike, ku em wîra derheqa hemû xemên xwe gilî kin (Zebûr 55:22). Firqî tune problêma me mezin e yan biçûk e, em dîsa jî dikarin Yehowara dua bikin. Yehowa bêtalaş nîne hindava hestên me û ew bona me xem dike. Çaxê em wîra dua dikin, em edilaya dil distînin (Fîlîpî 4:6, 7).

Ev Yek Ça Dikare Alîkariyê Bide

Çaxê em ji bo nexweşiya êmosiyalî diçerçirin, em dikarin tenêbûn ser xwe texmîn kin. Merivên din ne hertim dikarin têderxin em çi êşê dikişînin (Metelok 14:10). Lê çaxê em bi dil û can Xwedêra duada derheqa hestên xwe gilî dikin, ew bi dil guh dide me û me fem dike. Lema jî Yehowa dixwaze, ku em wîra derheqa her xemên xwe gilî kin, çimkî ew haş êşa me heye (2 Dîrok 6:29, 30).

Çaxê em duada tevî Yehowa xeber didin, ev yek baweriya me hindava vê yekê qewî dike, ku ew bona me xem dike. Em mîna zebûrbêj xwe texmîn dikin, yê ku usa dua kir: “Ser merimîya minda Te nihêrî û telî-tengîya min pê hesîyayî” (Zebûr 31:7). Zanebûna vê yekê ku Yehowa rind zane em çi êşê dikişînin, alî me dike çetinayada sist nebin. Ew ne ku tenê êşa me divîne, lê alî me dike, ku em berdiliyê û hêlanê Kitêba Pîrozda bivînin.