Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | BÛ EYAN KÎ DIJÎ LI EZMAN

Gelo Kî Dijî li Ezmana?

Gelo Kî Dijî li Ezmana?

Hûn qe difikirîn kî dijî li ezmana? Ev pirs cem gelek meriya pêşda tê. Îda hezar sala zêdetir e ça meriv dixwazin derheqa vê yekê pêbihesin. Hinek difikirin wekî li ezmana kal-bavê me dijîn û em gerekê wana hurmet kin. Yên din dibêjin ku ezman cîkî usa ne, kîderê ku rihetî û şabûn e û wêderê dijîn miliyaket, û merivên baş ku mirin e. Hinek jî dibêjin wekî ezman ça bêjî mal e, kîderê ku bi mîlyona xudan hene.

Gelek merivên din jî dibêjin, wekî em nikarin tu tiştî derheqa ezmana bizanibin, çimkî tu kes ji ezmana nehatiye ku mera gilî ke hela wêderê çi cûreyî ye. Nihêrandina usa nerast e. Çimkî Îsa Mesîh ji ezmana hatibû ser erdê. Ewî qirna yekêda tiştê usa gote serwêrên rêlîgiyayê: “Çimkî ez ji ezmên hatime xwarê, ne ku xwestina xwe bikim, lê xwestina wî, yê ku ez şandime”. Dêmek Îsa elametiya rast derbazî şagirtên xwe kir çaxê got: “Mala Bavê minda gelek ciyêd mayînê hene” (Yûhenna 6:38; 14:2).

Bavê Îsa hemikî Xwedê ye navê kîjanî ku Yehowa ye. “Mala” Yehowa li ezmên e (Zebûr 83:18). Lema jî xêncî Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh tu kes nikare derheqa ezmana şiroweke. Ewana xewn-xeyal nîşanî merivên amin dikirin, û bi vê yekê gelek tişt derheqa ezmana eyan dikirin.

Di gotara dinda emê şêwir kin, ku hine meriva xewn-xeyalên xweda çi dîtin. Çaxê hûn dîna xwe bidine wan xeyala, bîra xweda xwey kin ku ciyê li ezmana ev tiştê usa nîne, çi ku em dikarin bi çevê xwe bivînin yan destê xwe bidinê. Lema jî Xwedê, ev yek bi giliyên çetin û bi zimanê ezmanî mera şirowenekir, çimkî mera wê çetin bûya fem kin. Dewsê Ew bi saya xeyal û dîtinoka mera eyan dike, ku ezman cîkî çi cûreyî ye, seva ku em hêsa fem kin. Bi alîkariya xeyala, hûnê pêbihesin, wekî li “gelek ciyêd mayîn” li ser ezmana kî dijîn.