Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

We zanibû?

We zanibû?

Kî bû bavê Ûsiv?

Ûsiv necarê Nisretê bû û ew ça bêjî zirbavê Îsa bû. Lê gelo bavê Ûsiv kî bû? Mettayê Nivîskar dibêje wekî Aqûb e, lê Lûqa dibêje wekî Ûsiv kurê “Elî” bû. Gelo çima firqiya usa mezin heye? (Lûqa 3:23; Metta 1:16).

Kitêba Mettada nivîsar e: “Aqûbra Ûsiv bû”. Vira gilî-gotinê Îbraniya hatiye xebitandinê, çi ku eşkere dide kifşê wekî Aqûb bi rastî bavê Ûsiv bû. Dêmek Metta nivîsî derheqa rikiniyata Ûsive rast. Ew rikiniyat ji xeza Dawid dihat, ji kîjanî ku textê padşatiyê gerekê derbazî Îsa bûya, yê ku kurê Ûsivê nehelal bû.

Lê di kitêba Lûqada derheqa Ûsiv usa nivîsar e: “Ûsivê Elî”. Xebera “Ûsivê” dikare bê femkirinê ça “zevê wî”. Anegorî wê yekê, di Lûqa 3:27-da nivîsar e “Şaltiyêlê Nerî”, lê bi rastî rêzên dinda tê gotinê wekî bavê wîyî rast, Yexonya bû (1 Dîrok 3:17; Metta 1:12). Şaltiyêl qîza Nerî standibû û bû zevê Nerî. Derheqa Ûsiv jî em dikarin tiştên wî cûreyî bêjin. Dêmek çaxê tê gotinê “Ûsivê Elî”, ev tê hesabê wekî Ûsiv qîza Elî. dêmek Meriyem standibû. Ji vir eyan dibe, wekî Lûqa “li gor bedenê” derheqa rikinyata Îsaye rast gilî dike, ya ku ji aliyê diya wî Meriyem bû (Romayî 1:3). Kitêba Pîroz, derheqa du rikinyatên Îsa, zelal û femdarî gilî dike.

Wedê berê, kîjan perçe didane xebatê û çawa wana reng dikirin?

Ûsiv, şixulê necariyê Îsa hîn dike

Berê hiriya pêz, çawa hiriya deva û mûyê bizina, li Rohilata Navînda gelek belabûy bû û wana seva çêkirina perçe didane xebatê. Ji wana lapî belabûyî perçên hirî bûn. Usa jî Kitêba Pîrozda gelek cara tê gotinê derheqa pêz, mesele çawa pez dibirîn û derheqa kincên hirî (1 Samûyêl 25:2; 2 Padşatî 3:4; Îbo 31:20). Kitan didane xebatê seva neqişandinê. Ev di Misirêda û Îsraêlêda şîn dibû (Destpêbûn 41:42; Yêşû 2:6). Diqewime Îsraêliyên berê pembû nediçandin, lê Nivîsa­rên Pîroz dibêje ku di Farisêda pembû gelek baş didane xebatê (Ester 1:6). Perçê hevirmiş gelek qîmet bû û tenê bazirgana dikaribûn ji Rohilata Dûr bianiyana (Eyantî 18:11, 12).

Kitêbekêda ya bi navê “Îsa û Xebera Wî” usa tê gotinê: “Hiriyên bi cûre-cûre renga hebûn, destpêbûyî ji renga sipî heta reş. Xêncî wê yekê hirî gelek cara reng dikirin. Mesele rengê perçên şîrk, ji cûrek kêzikên berê çêdikirin. Seva ku rengên sor, zer, şîn û reş çêkin, cûre-cûre şînkayî, kok û belgên şînkaya didane xebatê, usa jî kêzik.