Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Li ser wê nivîsandina kevin heye navê “Tattanû”

Îzbatiya Teze

Îzbatiya Teze

Gelo li gora arxêolojiyê, elametiya Kitêba Pîroz rast e? Di sala 2014-da jûrnalêda ya bi navê “Lêkolîna Arxêolojiya Kitêba Pîroz” gotarek hebû kîderê ku pirseke usa pêşda dihat: “Ew merivên ku di Kitêba Pîroze Îbranîda hene, li gora arxêolojiyê bi rastî hebûn û ew çiqas bûn?” Û cab jî usa bû: “Weke 50 meriv!” Lê nava wan merivada derheqa merivekî bi navê Tattenay nehatibû gotinê. Ev kî bû? Werên em derheqa wî ji Kitêba Pîroz pêbihesin?

Berê, Orşelîm bû pareke Împeratoriya Farisa. Ew bajar li wî cî bû, yê ku Farisa ew nav dikirin çawa Aliyê dinî Çem, kîjan ku ji Firatê aliyê roavayê bû. Paşî zeftkirina welatê Babîloniya, Farisa aza kirin Cihûyên dîl û destûr dane wan ku paristgeha Yehowa di Orşelîmêda ava kin (Ezra 1:1-4). Dijminên Cihûya riya wan digirtin, seva ku paristgehê ava nekin û wana neheq derdixistin, ku yançi Cihû bi vê avakirinê miqabilî Farisa dertên (Ezra 4:4-16). Wedê serwertiya Daryûs I (522-486 B.D.M.), weliyê Farisa bi navê Tattenay destpêkir lêkolîna vî şixulî bike. Kitêba Pîroz ew nav dike ça “waliyê aliyê dinî Çem” (Ezra 5:3-7).

Li ser hine nivîsandinên kevin yên ku hatine dîtinê, navê Tattenay nivîsar e, û ew mîna pareke arşîva malbetekê bû. Di vê nivîsandina kevinda tê gotinê bona endemekî ji vê malbetê, derheqa kîjanî ku Kitêba Pîroz jî dibêje û ev tevgirêdayî ye tevî sala 502 B.D.M. dêmek 20 saliya serwêrtiya Daryûs I. Li wir tê gotinê derheqa xulamekî bi navê “Tattanû, waliyê aliyê dinî Çemê”. Hema derheqa wî merivê bi navê Tattenay di Kitêba Pîrozda jî tê gotinê, kitêba Ezrada.

Ewî merivî çi dikir? Di sala 535-da B.D.M., Koreşê Mezin hukumdariya xwe li ser herêma bi navê “Babîlon û aliyê dinî Çem” dikir. Hine wede şûnda ew herêm li ser du para, pare vebû. Yek ji wana bi navê Aliyê Dinî Çem bû. Dikete nava vê yekê Kêlê-Sûriya, Fînîkya, Samerya û Cihûda, û diqewime ji Şamê li ser wan serwêrtî dihate kirinê. Tattenay di vê herêmêda, weke ji sala 520 heta 502 B.D.M. serwêrtî dikir.

Tattenay çûbû li Orşelîmê seva ku şixulê Cihûya lêkolîn bike. Û ewî gote Daryûs, ku yançi Cihû dibêjin wekî ewana ji Koreş destûr standine ku paristgehê Yehowara ava kin. Li gora lêkolîna arşîvên padşatiyê hate kifşê, ku Cihûya bi rastî jî bi qanûnî paristgeh ava dikirin (Ezra 5:6, 7, 11-13; 6:1-3). Lema jî Tattenayra ferman hatibû dayînê, ku ew riya Cihûya negire û ewî hema usa jî kir (Ezra 6:6, 7, 13).

Hemikî “Tattenayê waliyê aliyê dinî Çem” di terîxiyêda merivekî bi nav û deng nîbû, lê pareke biçûkda derheqa wî nivîsar e. Dîna xwe bidin ku Nivîsarên Pîroz jî derheqa wî dibêjin û raste-rast serhatiya wî eyan dikin. Ew îzbatî dîsa carekî zelal dike, ku li gora arxêolojiyê Kitêba Pîroz rast e.