Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Hevalên Teze Qazanc ke

Hevalên Teze Qazanc ke

Problêm

Hergê em xwe ji merivên ku me xweş nayên, dûr digirin, em dilê xweda nefretiyê diha pêşda tînin. Û hergê em tenê tevî wan meriva hevaltiyê dikin, yên ku mîna me ne, emê destpêkin bifikirin wekî nihêrandin, hest û kirên me rast in.

Prînsîpa Kitêba Pîroz

“Dilê xwe mera vekin” (2 KORINTÎ 6:13).

Ev gilî çi têne hesabê? “Dilê” me, tê hesabê êmosiya û hestên me. Hergê em tenê wan meriva hiz dikin, yên ku gelek tiştada mîna me ne, dilê me wê bona merivên din dadayî be. Seva ku xwe ji vê problêmê dûr bigirin, wê baş be hazir bin tevî merivên ku ji me cude dibin, hevaltiyê bikin.

Qazanckirina Hevalên Teze Çawa Alî Me Dike

Çaxê em merivên din rind nas dikin, em destpêdikin fem kin ku çima ewana ji me cude dibin. Û çaxê em diha nêzîkî wan dibin, em îda dîna xwe nadin cudekirinê. Em hê zêde wana qîmet dikin, him jî mera hêsa dibe dilşewatiyê hindava wanda bidine kifşê, çimkî şabûn û derdê wan dilê me digire.

Werên em şêwir kin mesela Nazarê. Wextekî ewê merivên ji welatên din nefret dikir. Ew gilî dike, wekî çi alî wê kir ku ew hate guhastinê: “Min tevî wan wede derbaz dikir û em tevayî dixebitîn. Ez rastî merivên usa hatim, yên ku ji min cude dibûn, lê usa nîbûn çawa min derheqa wan bihîstibû. Çaxê tu hevaltiyê dikî tevî merivên ji cûre-cûre kûltûra, tu fem dikî wekî gişk mîna hev nînin. Tu destpêdikî wana bona xeyset-hunurên wan hiz kî û qîmet kî”.

Çi Dikarî Bikî

Mecala bivîne ku tevî merivên ji cûre-cûre welata û mileta bikevî xeberdanê. Tu dikarî

  • Ji wana hîvî kî, wekî hevekî derheqa xwe gilî kin.

  • Wana teglîfî mala xwe kî.

  • Guh bidî serhatiyên wan û pêbihesî, ku çi bona wan qîmet e.

Çaxê tu li ser xwe dixebitî, ku fem bikî, wekî çawa derecên jîyîna wan li ser wan hukum bûne, hingê tu derheqa wan rast difikirî.