Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | ÇIRA LAZIM E RAST Û NEQELP BIN?

Gelo Merivên Îroyînra Lazim e ku Rast û Neqelp bin?

Gelo Merivên Îroyînra Lazim e ku Rast û Neqelp bin?

Hîtoşî ofîseke di Japonyayêda çawa hesabdar dixebitî. Çaxê ewî tevî mezinê xebata xwe derheqa hesabên pera şêwir dikir, mezinê wî wîra got ku ew gerekê hesabên qelp bike. Lê Hîtoşî got ku îsafa wî îzinê nade wî, ku qelpiyê bike. Hîtoşî dane tirsandinê ku wê wî ji xebatê derxin, û axiriyêda bi rastiyê jî ewî xebata xwe unda kir.

Paşê Hîtoşî bi meha xebat xwera digeriya, lê nikaribû bidîta û dilteng dibû. Wedê qisekirineke bona xebatê, Hîtoşî got ku ew nikare xebatêda qelpiyê bike. Ew merivê ku qisekirin ji wî hildida wîra got: “Nihêrandina te gelek ecêb e!” Malbet û hevalên Hîtoşî ew hêlan dikirin ku ew dîsa jî usa temiz bimîne û qelpiyê neke. Lê Hîtoşî hinekî dudilî dibû û difikirî: “Gelo qe kar heye wekî ez baweriya xwera amin dimînin”.

Mesela Hîtoşî rind eyan dike, ku ne her kes rastiyê û bêqelpiyê qîmet dike. Û bi rastiyê, hinek bêqelpiyê hesab dikin ça tiştekî bargiranî, îlahî bîznêsêda. Jinikek ku dixebite di Afrîkaya Başûrêda, giliyê usa dibêje: “Der dorê min merivên usa nin ku qelpiyê dikin, û cara gelek çetin e ku çev nedime wan”.

Îro cûrekî qelpiyê gelek belabûyî ye. Ew heye derew. Hine salên paşwextiyê, bi lêkolînkirina Robêrt Fêldmanê psîkolojîst, hate eyankirinê ku 60 selef merivên mezin, wedê xeberdanê lap kêm 10 deqa carekê derewa dikin. Fêldman dibêje: “Ew yek ecêbmayî ye. Me ne jî karibû bida ber çevê xwe, ku derewî wê di jîyîna meye herrojîda usa tebiyetî be”. Rast e, heçî zef meriv nefret dikin evê yekê ku têne xapandinê, lê yeke gelek meriv derewa dikin.

Çira cûre-cûre qelpî, mesele derewî, dizî û dîsa tiştên din îro usa gelek belabûyî ne? Ça nerastî û qelpî ser meriva hukum dibe? Û em ça dikarin xwe xwey kin ku şixulên qelp û nerast nekin?