Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Ji Yahowa Razî bin û Keremê Bistînin

Ji Yahowa Razî bin û Keremê Bistînin

“Ji Yahowa razî bin, çimkî ew qenc e” (ZEBÛR 106:1, DT).

1. Çira Yahowa hêja ye wekî em ji wî razî bin?

 YAHOWA heye Pêşkêşdarê “her dayîna qenc û her pêşkêşa kamil”, û ew hêja ye wekî em ji wî razî bin (Aqûb 1:17). Çawa Şivanê meyî hizkirî, ew bi nazikayî xem dike derheqa hewcêd meyî fîzîkî û ruhanî (Zebûr 23:1-3). Ew dikare bibe “stargeh û hêza [qewata] me” îlahî wedê çetinayada (Zebûr 46:1). Lema jî gelek meniyêd me hene, seva ku qayîl bin tevî zebûrbêj, kîjanî ku got: “Ji Yahowa razî bin, çimkî ew qenc e; hizkrina wîye amin heta-hetayê ye” (Zebûr 106:1, DT).

Rêza sala 2015: “Ji Yahowa razî bin, çimkî ew qenc e” (Zebûr 106:1, DT).

2, 3. a) Çira nebaş e dişirmîş bin ku keremêd me mera dikevin? b) Di vê têmayêda kîjan pirs wê bêne şirovekirinê?

2 Lê çira em gerekê ji Yahowa razî bin? Çawa ku hatibû pêxembertîkirinê, îro di wan rojêd axiriyêda meriv gelek bêşêkir in (2 Tîmotêyo 3:2). Gelek meriv hesab dikin ku keremêd wan wanra dikevin. Bi mîlyona meriv dikevine bin hukumê vê dinya bi komêrsî û rêklama. Lema jî dewsa ku razî bin wê yekêra çi ku bal wana heye, ewana hê zêde û zêde dixwazin. Ew ruhê bêşêkirtiyê, dikare li ser me jî hukum be. Em jî dikarin bêşêkir bin mîna cimeta Îsraêlêye berê, û neşêkirînin heleqetiya xweye qîmet tevî Yahowa, û wan keremêd ku me ji wî standiye (Zebûr 106:7, 11-13).

3 Çaxê em rastî çetinayêd giran tên, em hêsa dikarin sist bin û keremêd xwe nevînin (Zebûr 116:3). Lema jî pirs pêşda tên, em ça dikarin razîbûnê dilê xweda zêde kin û xwey kin? Û çi dikare alî me bike wekî em nihêrandina baş xwey kin wedê tengasiyêd giranda? Niha emê pêbihesin.

“YA XUDAN XWEDAYÊ MIN, . . . RAMANÊN [QENCIYÊD] TE ÇIQAS ZÊDE NE”

4. Ça em dikarin dilê xweda razîbûnê xwey kin?

4 Hergê em dixwazin razîbûnê dilê xweda zêde kin û xwey kin, em gerekê bi razîbûnê bifikirin li ser keremêd xweye ji Yahowa, û usa jî dişirmîş bin derheqa kirêd wîyî bi hizkirina amin. Çaxê zebûrbêj hema usa kir, ew zendegirtî ma ser gelek qencî û kirêd Yahowa. (Bixûne Zebûr 40:5; 107:43.)

5. Ça mesela Pawlos dikare alî me bike, wekî em razîbûna xwe zêde kin?

5 Em dikarin ji mesela Pawlosê şandî hîn bin, ku ça razîbûna xwe zêde kin. Kifş e, ew dişirmîş dibû li ser keremêd xwe, lema jî ewî timê razîbûna xwe bi dil eyan dikir. Pawlos digot: “Ez jî berê li wî dikifirîm, ew dizêrand û neyartî li wî dikir”. Ew gele razî bû seva wê yekê, ku rast e berê ewî gelek gune dikir, lê Yahowa û Îsa remtî hindava wîda didane kifşê, û aminiya xwe wî anîn ku bibe dannasînkar. (Bixûne 1 Tîmotêyo 1:12-14.) Pawlos usa jî gelek qîmet dikir hevalqulixkarêd xwe, û ew hergav ji Yahowa razî bû seva xeyset-hunurêd wane baş û qulixkirina wane bi aminî (Fîlîpî 1:3-5, 7; 1 Têsalonîkî 1:2, 3). Çaxê Pawlos rastî derecêd çetin dihat jî, ew dîsa ji Yahowa razî bû bona alîkariya wedada, kîjan ku ewî distand ji birêd ruhanî (Karên Şandiya 28:15; 2 Korintî 7:5-7). Lema jî Mesîhiyêd îroyîn hêlan dibin bi nivîsarêd Pawlos: “Şêkirdar bin . . . , zebûra û her cûre stiranêd ruhanî bi şikirdarî dilê xweda bona Xwedê bistirên” (Kolosî 3:15-17).

DIŞIRMÎŞBÛN Û DUAKIRIN RAZÎBÛNÊ ZÊDE DIKIN

6. Tu diha zef bona çi ji Yahowa razî yî?

6 Ça em dikarin çev bidine meselêd Pawlos? Mîna Pawlos, mera lazim e wekî em dişirmîş bin li ser wan tişta çi ku Yahowa mera kiriye (Zebûr 116:12). Heger ji te bipirsin: “Tu bona kîjan kerema ji Yahowa razî yî?” Tuyê ça caba xwe bidî? Tuyê bona heleqetiya xweye qîmet tevî Yahowa bêjî? Yan jî bona baxşandinê kîjan ku te sitand, çimkî tu bawer dikî qurbanbûyîna Îsa? Yan jî derheqa wan xûşk û bira, yêd ku wedê çetinaya kêleka te bûn? Hilbet tuyê bîr nekî razî bî bona malbeta xwe. Femdarî ye ku dîsa gelek tişt hene ji bo çi jî gerekê razî bî. Çaxê tu difikirî ser wan keremêd baş ji Bavê meyî hizkirî Yahowa, ew yek dilê te bi razîbûnê tije dike û wê te hêlan ke, ku tu her roj Yahowara bêjî: “Zef razî me”. (Bixûne Zebûr 92:1, 2.)

Çev bide Hannayê û Hizqîya, ku ji Yahowa razî bî seva vê yekê çi ku ewî bona te kiriye

7. a) Çira lazim e duakirinêda razîbûna xwe Yahowara bidine kifşê? b) Tê çi karê bistînî çaxê duada razîbûna xwe bidî kifşê?

7 Çaxê em difikirin derheqa keremêd xwe, em hêlan dibin ku di duakirinêda razîbûna xwe bidine kifşê (Zebûr 95:2; 100:4, 5). Duakirin bona hineka tenê mecal e wekî ji Xwedê tiştekî bixwazin. Lê bi rastiyê Yahowa xweş tê çaxê em ji wî razî ne, seva wê yekê çi ku bal me heye. Di Kitêba Pîrozda hene gelek dua û razîbûn kîjan ku bi dil hatine gotinê, mesele duayêd Hannayê û Hizqîya (1 Samûyêl 2:1-10; Îşaya 38:9-20). Çev bidine wan meriya di razîbûnêda. Duayêd xweda ji Yahowa razî bin, bona wan kerema kîjan bal we hene (1 Têsalonîkî 5:17, 18). Heger em usa bikin, emê gelek karê bistînin. Emê şabûnê bistînin, hizkirina me hindava Yahowa wê zêde be, û ew wê bibe dostê me (Aqûb 4:8).

Tu seva kîjan kerema xwe ji Yahowa razî yî? (Binihêre abzasa 6, 7)

8. Çi dikare bibe menî ku em bêşêkir bin?

8 Çira em gerekê fesal bin ku bîr nekin ji Yahowa razî bin bona qenciyêd wî? Çimkî me ji Adem û Hêwayê hunurê bêşêkirbûnê standiye. Were em bînine bîra xwe çaxê ewana cinetêda bûn. Xwedê xem kir bona hemû hewcêd wan, û gumana wan hebû, ku ser erdê bijîn heta-hetayê (Destpêbûn 1:28). Lê wana qîmet nekirin keremêd xwe, û ji timaya xwe hê zêde dixwestin. Axiriyêda wana hemû tişt unda kirin (Destpêbûn 3:6, 7, 17-19). Em nava dinya bêşêkirda nin, lema jî em jî dikarin bîr bikin wan kerema, yê ku ji Yahowa distînin. Û em dikarin hevaltiya xwe tevî Yahowa qîmet nekin. Usa jî em dikarin qîmet nekin wê yekê ku me qedirekî usa standiye, wekî em nava biratiya hemdinyayêda nin. Em dikarin tiştêd vê dinyayêva bêne girêdanê, kîjan ku wê zûtirekê kuta bin (1 Yûhenna 2:15-17). Seva ku nekevine wê telikê, mera lazim e ku bifikirin derheqa keremêd xwe ji Yahowa, û timê razî bin seva wî qedirî ku em nava cimeta wîda nin. (Bixûne Zebûr 27:4.)

WEDÊ ÇETINAYÊD GIRAN

9. Çaxê em rastî çetinayêd giran tên, çira gerekê em bifikirin derheqa keremêd xwe?

9 Çaxê dil tije ye bi razîbûnê, ew yek alî me dike wekî em çetinayada teyax kin. Em dikarin ruhanîda wî çaxî bikevin, hergê em rastî derecêd usa bên ku nişkêva emirê me bê guhastin. Mesele, heger mêr yan jina me nerastiyê mera bike, yan jî nexweşiya giran, mirina merivêd meye nêzîk, yan jî teşqelêd dinyayê. Wan derecada emê qewî bisekinin, hergê em dişirmîş bin derheqa keremêd xwe. Were em pêbihesin derheqa hine qewimandinêd usa.

10. Îrîna ku difikirî derheqa keremêd xwe, çi kar sitand?

10 Îrîna, pêşenga hertim ji Amêrîkaya Başûrê, jina rûspî bû. a (Binihêre spartin.) Merê wê, neheqî kir hindava jin zarêd xweda, û ewana hîşt in. Çi alî Îrînayê kir, ku ew dîsa bi aminî Xwedêra qulix ke? Ew dibêje: “Ez gelek ji Yahowa razî me, wekî ew xût bona min xem dike. Çaxê ez her roj difikirim û dibînim qenciyêd Yahowa, ez fem dikim qedrekî çiqas mezin e ku Bavê ezmana bona min zane, min hiz dike, û xwey dike. Ez sed selefî bawer im ku ew min tu car nahêle”. Rast e Îrîna emirê xweda rastî çetinayêd giran hat, lê ewê şabûna xwe unda nekir û ew bi mesela xwe xûşk û birayêd din qewî dike.

11. Çi alî Kyung-sukê kir wekî ewê ber nexweşiya giran teyax kir?

11 Kyung-suk, ji Asyayê ye, ewê tevî mêrê xwe 20 sala zêdetir qulix dikir çawa pêşengê her tim. Rast e ewana rastî gelek çetinaya hatin, lê aliyê sihet-qewatêda problêmêd wan tune bûn. Nişkêva ew pêhesiya wekî nexweşiya wêye giran heye, û ew wê tenê 3-6 meha bijî. Ew dibêje: “Çaxê ez kula xwe pêhesiyam, ez dilteng bûm, min tirê ku min hemû tişt unda kir, û tirs kete dilê min”. Lê vê çetinaya giranda, çi alî Kyung-sukê kir? Ew dibêje: “Her şev pêşiya razana xwe ez hildikişiyame ser banê mala xwe, û bi dengê bilind dua dikir bona wan pênc tişta ku ez vê rojê razî bûm. Paşê dilê min bi guman hêsa dibû, û ez hêlan dibûm wekî hizkirina xwe Yahowara bidime kifşê”. Duayêd wêyî her şev çi kar wêra anîn? Ew dibêje: “Min fem kir, ku ça Yahowa tengasiyada alî me dike û wekî emirê meda diha zef kerem hene ne ku tengasî”.

Şêryîl tevî birê xwe Con, yê ku xilaz bû (Binihêre abzasa 13)

12. Cêyson paşî mirina jina xwe ça dilbînî stand?

12 Cêyson, ku qulix dike di fîlîala Afrîkayêda, 30 salî zêdetir e ku ça qulixkarê hertim, qulix dike. Ew gilî dike: “Heft sal pêşda min kulfeta xwe unda kir, û ew yek derdekî gelek giran bû bona min. Çaxê dikete bîra min ku ew ça diçerçirî ji bo nexweşiya xweye giran, dilê min gelek diêşiya”. Lê çi alî Cêyson kir? Cêyson gilî dike: “Min kire bîra xwe ku wedekî çiqas baş min tevî kulfeta xwe derbaz kiriye, û bona wê bîranînê min duayê xweda razîbûna xwe da kifşê. Dilê min rihet bû, û paşî wê yekê min destpêkir her gav razîbûna xwe Yahowara eyan kim, bona wan rojêd xweş. Razîbûnê nihêrandina min qayîm guhast. Heta îro êş dilê minda ne, lê razîbûn bona zewaca baş û bona wî qedirî ku ez tevî wan qulix dikim, yêd ku Yahowa hiz dikin, nihêrandina min aliyê başda guhast”.

“Ez gelek razî me ku Yahowa Xwedayê min e”. —Şêryîl

13. Şêryîl ku malbeta xwe unda kir, çi alî wê kir ku ew nebû yeke zulm?

13 Çaxê sala 2013-da di Fîlîpîna Navendda Tayfûn (Firtone) rabû, Şêryîl hela hê 13 salî bû. Dikarin bêjin ku ewê hemû tişt unda kir. Ew dibêje: “Min mala xwe û malbeta xwe unda kir”. Dê-bavê wê û usa jî xûşk birêd wê ji firtone mirin. Lê çi alî Şêryîlê kir ku ew di vê telî-tengasiyêda nebû yeke zulm? “Min didît ça xûşk birêd me berdilî û dilbînî didane wan kêra ku lazim bû. Min zanibû, wekî li ser temamiya dinyayê biratiya me bona min dua dikin”. Ew zêde dike: “Ez gelek razî me ku Yahowa Xwedayê min e. Ew timê dide me vê yekê çi ku mera lazim e”. Çaxê em keremêd xwe bîr nakin, ew yek dibe derman bona derdê me. Hergê em rastî tengasî û çetinaya bên jî, dilê bi razîbûn wê alî me bike wekî em nekevin û pêşda herin. (Efesî 5:20; Bixûne Fîlîpî 4:6, 7.)

“LÊ EZÊ DÎSA BI XUDANVA KÊFXWEŞ [ŞA] BIBIM”

14. Çi axiriya baş hîviya me ye? (Binihêre şikilê ewlin.)

14 Nava terîxiyêda, cimeta Yahowa ji bo keremêd xwe ji wî razî bûne. Mesele, çaxê Îsraêlî ji Firewin û ordiya wî xilaz bûn û Bera Sorra derbaz bûn, wana şabûna xwe da kifşê bi kilamêd şikirdayînê û razîbûnê (Derketin 15:1-21). Roja îroyîn bona me keremeke mezin ew e, wekî gumana me heye, ku îda wê tune bin ew menî ji bo çi em dikevine telî-tengasiya (Zebûr 37:9-11; Îşaya 25:8; 33:24). Bide hesabê xwe emê çi texmîn kin, çaxê Yahowa dijminê xwe qir ke û me teglîfî dinya teze ke, kîjan ku bi heqî û edilayê be. Ew roj wê çi rojeke razîbûnê be! (Eyantî 20:1-3; 21:3, 4)

Keremeke meye lape mezin û qîmet ew e, ku em zanin wekî zûtirekê wê êş û tengasî îda tune bin

15. Te çi safî kiriye ku nava sala 2015-da bikî?

15 Em hîviyê ne ku nava sala 2015-da, emê ji Yahowa keremêd ruhanîye bi hewas bistînin. Hilbet, emê rastî cûre-cûre cêribandina jî bên. Çi jî biqewime, em sed selefî zanin ku Yahowa wê tu car me nehêle (Qanûna Ducarî 31:8; Zebûr 9:9, 10). Ewê berdewan ke dîsa vê yekê bide me, çi ku mera lazim e wekî bi aminî qulix kin. Lema dibek em jî nihêrandina usa xwey dikin çawa ku bal Hebaqûq hebû, kîjan ku got: “Ji ber ku dara hêjîrê çîçek nede û şitilan fêkî tunebe jî û keda zeytûnê bi erdêda vala derkeve û erd xwarinê nedin jî; ger hevşên pez vala bibin û di axuranda ga nemabin jî. Ezê . . . bi Xwedayê xweyî xilazkarva bicoş û kêfxweş [şa] bibim” (Hebaqûq 3:17, 18). Nava vê salêda em dikarin bidine kifşê şabûna xwe bona keremêd xwe û pey rêza sala 2015-da herin: “Ji Yahowa razî bin, çimkî ew qenc e” (Zebûr 106:1, DT).

a Hine nav di vê têmayêda hatine guhastinê.