Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | ÇI BIKIN ÇAXÊ PIR XEMGÎN DIBIN

Xemgînî Hemû Dera Heye!

Xemgînî Hemû Dera Heye!

“Ez çûm seva ku xwarinê bikirim, lê min dikanêda tenê totik dît, û ew jî ecêb biha bû! Roja din, dikanada xwarin îda qe tune bû” (Paûl, Zîmbabv).

“Malxê min, ez dame rûniştandinê û got ku ew me dihêle diçe. Min ça gerekê teyax kira ku ewî usa nemamî kir? Wê ça bibûya halê zarên min?” (Canêt, Dewletên Yekbûyî).

“Çaxê ez dengê sîrênaya dibihêm, ez direvim ciyê sitarê û ser erdê vedilezim. Paşî teqandina rakêta, bi siheta destên min hê dilerizin” (Alona, Îsraêl).

Em “zemanêd xirabda” dijîn, ku bi xemgîniyê tije ye (2 Tîmotêyo 3:1). Gelek meriv ziyanê distînin ji bo problêmên perava girêdayî, hevqetandina malbetêda, şera, nexweşiyên giran, teşqelên tebiyetê û teşqelên ku meriv xwexa çêdikin. Xêncî wê yekê, meriv şexsî derheqa xwe berxwedikevin. Gelek bi fikirên usa diçerçirin: “Gelo giriya min nebe nexweşiya req?” Yan jî: “Gelo neviyên min dinyake çada wê bijîn?”

Rast e ne hemû xemgînî ziyan nin. Tebiyetî ye ku meriv berxwedikeve çaxê gerekê êkzamîna bide, yan gerekê derê ser sênê, yan jî gerekê qisekirin derbaz be bona bikeve xebatê. Hin jî tirsa ji bo qeziya, me ji ziyanê xwey dike. Lê hergê meriv zef xemgîn dibe û berxwedikeve, ew yek ziyanê dide wî. Wan paşwextiya lêkolîn hatin kirinê, bi alîkariya 68 000 zêdetir merivên mezin. Ewê lêkolînkirinê eyan kir, ku hela hê xemgîniya biçûk jî, jîyînê kêm dike. Lema jî Îsa pirseke usa da: “Îdî ji we kî dikare bi xemên xwe deqekê ser emirê xweda zêde ke?” Bêşik, xemgîniyê tu kesîra jîyîn zêde nekiriye. Û lema Îsa şîreteke usa da: “Xema nekin” (Metta 6:25, 27). Lê gelo usa dikare bibe?

Belê dikare bibe, hergê em bîlaniyê bidine xebatê, baweriya xwe hindava Xwedê qewî kin, û gumana meye rast bona axiriyê hebe. Dibek îro menî tunene ku em gelek xemgîn bin, lê diqewime axiriyêda hebe. Lema werên em pêbihesin ku çawa ewan şîreta alî Paûl, Canêt, û Alona kirin, ku pir xemgîn nebin.