Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

ÇEV BIDINE BAWERIYA WAN | DEBORA

“Ez bi Dayîkî li Îsraêlê Rabûm”

“Ez bi Dayîkî li Îsraêlê Rabûm”

DEBORA eskera dinihêre, kîjan ku ser serê çiyayê Teborê top bûne. Hewasa wê, mêrxasiya wanra tê. Şebeq e, û ew dîna xwe dide ser sereskerê wan Barak, yê ku mêrxas bû û baweriya wî hebû. Ew 10 000 eskerê qewat bûn, û vê rojê bawerî û mêrxasiya wan gerekê bihata cêribandinê. Ewana miqabilî dijminê gelek zulm gerekê derketana. Ewana hindik bûn û çekên wan jî kêm bûn. Lê yeke ewana hatin, û nîvê zef ji bo wê yekê ku ewê jinikê ewana hêlan kirin.

Bidine ber çevê xwe ku ça Debora tevî Barak ji ser çiyê, deşta fire dinihêre, û ba kincê wê dixe. Serê çiyayê Tebor pen e. Ji serê wî çiyayîva tê kifşê deşta Esdralonê, kîjan ku fire dibe berbi başûr-roavayê, û bilindaya wê weke 400 mêtrî ye. Çemê Kîşonê deştêra dikişe, û çiyayê Hermonra dikeve Bera Mezin. Vê şebeqê diqewime çem ziha bû, lê ser vê deşta rast tiştek şewq dida. Ew ordiya Sîsera ye ku nêzîk dibe, û hesin in şewq didin. Ew qewata Sîsera ye ku tê kifşê, dêmek 900 erebe ku tekerekên wanva kêlendiyên hesin in. Bi wê yekê Sîsera dixwest wekî çiqas dikare gelek Îsraêliya bikuje.

Deborayê zanibû ku Barak û eskerên wî hîviya xebereke wê ne, yan jî nîşaneke wê. Gelo tenê ew bû jin li wê derê? Gelo vê derecêda borcdariya wêye mezin çi bû? Gelo ew difikirî ku ew hatiye li wê derê çi? Eyan e ku na! Yahowa Xwedayê wê, gote wê ku şer destpêke. Û Xwedê usa jî wêra eyan kir, ku ew şer wê bi saya jinekê xilaz be (Hakimtî 4:9). Em çi dikarin hîn bin ji baweriya Deborayê û wan mêrên mêrxas?

“HERE Û . . . BIKIŞÎNE ÇIYAYÊ TABOR”

Çaxê Kitêba Pîroz cara pêşin derheqa Deborayê gilî dike, ser wê dibêje “pêxember”. Ew kifşkirineke mexsûs bû bona Deborayê, çimkî di Kitêba Pîrozda tenê ser çend jina tê gotinê ku ew pêxember bûn. a (Binihêre spartin.) Cabdarîke wêye din jî hebû. Çaxê problêmên meriva hebûn, ewê bi gotina Yahowa pirsên wan safî dikirin (Hakimtî 4:4, 5).

Debora Efrayîmêda dijît, kîjan ku nava çiyada, orta Beytelê û Ramayêda bû. Ew bin dara xurmêda rûdinişt û çi ku Yahowa digot ewê elamî meriva dikir. Cabdariya wê rastî jî gelek ferz bû, û ew tu car ji bo wê yekê aciz nedibû, çimkî ewê zanibû ku şixulê wê gelek lazim bû. Usa jî ewê tevî Barak kilam got, kîjan ku bi rêberiya Xwedê hatiye nivîsarê, û di vê kilamêda ewê derheqa cimeta xweye neamin giliyê usa got: “Îlahên [xudanên] nû bijartin; wê gavê di deriyanda ceng hebûn” (Hakimtî 5:8). Îsraêlî Yahowa hîşt in û destpêkirin xudanên dinra qulix bikin, û lema Yahowa ewana hîştin û dane destê dijmina. Padşayê Kenanê Yawîn û sereskerê qewî Sîsera, ser Îsraêliya serwêrtî dikirin û ewana diçerçirandin.

Sîsera! Çaxê Îsraêlî ew nav dibihîstin tirs dikete dilê wan. Rêlîgiya û kûltûra Kenaniya nas bû bi xirabiyê, wana bona xudanên xwe zarên xwe dikirine qurban û di paristgehêda qavî dikirin. De bide hesabê xwe, jîyîna bin serwêrtiya sereskerê Kenanî û eskerên wî ça bûye? Kilama Debora dide kifşê ku tu kesî di gundada ne dijît û hatin-çûyîn jî gelek çetin bû (Hakimtî 5:6, 7). Em dikarin bidine ber çevê xwe, ku meriv çawa xwe vedişêrin nava çiya û mêşada. Yên gundada dijîn, ji tirsê nikarin erdê bêcer kin û ne jî dikarin bijîn gundên vekirîda. Meriv rêyên serekera nikarin herin, çimkî li wê derê ewana ditirsin ku pey wan kevin, zarên wan birevînin, û jinên wan xirab kin. b (Binihêre spartin.)

Çerçirandina Îsraêliya 20 sala kişand. Lê çaxê Yahowa dît ku ewana poşman bûne û têne guhastinê, û çaxê Debora “bi dayîkî” Îsraêlêda rabû, halê wan hate guhastinê. Derheqa vê yekê Deborayê xwexa û Barak bi rêberiya Xwedê kilamêda gotin. Em rast nizanin ku zarê Deborayê hebûn yan na, kîjan ku jina Lappîdot bû. Lê tê kifşê ku ew bi sîmbolîk diya Îsraêlê bû. Yahowa Debora kifş kir seva ku ew çawa dayîk xweyîtiyê Îsraêlê bike. Û hin jî ewê gerekê rêberî bida Barak, kîjan ku qewî û bi bawerî bû, seva ku ew miqabilî Sîsera derkeve (Hakimtî 4:3, 6, 7; 5:7).

Deborayê Barak hêlan kir seva ku ew cimeta Xwedê xilaz ke

“Here û . . . bikişîne çiyayê Teborê”, Yahowa bi Deborayê gote Barak. Barak gerekê ji du berekên Îsraêlî, 100 000 mêr top kira. Debora sozê Xwedê derbazî Barak kir, ku ewana wê şerda tevî Sîsera û 900 erebên wî, wê serkevin! Ew soz Barak ecêbmayî kir, çimkî eskerên Îsraêlî û çekên wan lap hindik bûn. Lê yeke Barak qayîl bû ku here şer bike, lê tenê hergê Debora jî here ser çiyayê Teborê (Hakimtî 4:6-8; 5:6-8).

Hinek difikirin ku xwestina Barak eyan dikir ku baweriya wî kêm bû, lê ew yek usa nîne. Mesele, Barak ji Xwedê çek hîvî nekir. Lê dewsê ewî zanibû ku hê ferz e wekî kesek pêj Xwedêva wêderê be, seva ku wî û eskerên wî qewî ke (Îbranî 11:32, 33). Yahowa xwestina wî qebûl kir, û hîşt ku Debora tevî wan here. Hin jî Yahowa bi Deborayê pêxembertî kir, ku serketina xilaziyê mêrra nakeve (Hakimtî 4:9). Çimkî Yahowa safî kir ku jin Sîserayê zulm bikuje!

Di vê dinyayêda hindava jinada gelek neheqî, zorbetî, û çêr tê kirinê. Lê yazix hindik jin hindava xweda divînin vê yekê çi ku Xwedê bona wan dixwaze, dêmek qedirgirtin. Xwedê jina jî qîmet dike çawa mêra, û her kes ji wan dikarin qebûlkirina wî bistînin (Romayî 2:11; Galatî 3:28). Mesela Deborayê eyan dike, ku Xwedê cabdariya ferz dide jina jî, û bi wê yekê dide kifşê ku qedirê wan digire û îtbariya xwe wana tîne. Lema jî gelek ferz e, ku em hindava jinada mîna vê dinê nîbin.

“ERD HEJIYA, EZMAN JÎ DILOP KIRIN”

Barak destpêkir ordiya xwe top ke. Ewî 100 000 mêrên mêrxas top kir, yên ku hazir bûn şer bikin pêşberî Sîsera û ordiya wîye qewat. Çaxê Barak hildikişiya ser çiyayê Tebor, ew şa dibû çaxê didît ku kesekî usa tevî wan e, kîjan ku wana wê qewî ke. Çawa ku Kitêba Pîroz dibêje: “Debora jî tevî wî hilkişiya” (Hakimtî 4:10). Bidine ber çevê xwe ku ewana ça şidiyan, ku didîtin baweriya Deborayê çiqas qewî ye, ku ew tevî wan diçe serê çiyê, û hazir e hela hê emirê xwe jî bide seva Yahowa Xwedê!

Çaxê Sîsera pêhesiya ku Îsraêliya ordî top kir ku miqabilî wî derên, ewî derbêra destpêkir xwe bide kifşê. Padşayên Kenanêye din jî çûn alî Yawîn Padşa bikin, kîjan ku nava wanda dibeke yê lapî qewat bû. Sîsera derket deştê bi erebên xwe, kîjan ku gire-gira wan bû û erd bin wanda dihejiya. Kenanî sed selefî bawer bûn, ku wê bikaribin ordiya Îsraêliya derbêra kuta kin (Hakimtî 4:12, 13; 5:19).

Lê gelo Barak û Deborayê xwe ça dana kifşê? Hergê ewana ser pêşa çiyayê Teborê (jêrê) bimana, dibeke ku ew mecaleke baş bû, seva ku ordiya Kenanê altkirana, çimkî ciyê fire lazim bû, seva ku Kenanî erebên xwe rind bidine xebatê. Lê Barak dixwast bi rêberiya Xwedê şer bikira, û lema ew hîviya nîşana Deborayê bû. Wedê vê yekê jî hat. Deborayê got: “Rabe, ji ber roja ku Xudan Sîsera daye destê te ev roj e; ma Xudan li ber te derneket”? Paşê em dixûnin: “Barak tevî deh hezar kesên ku pêy wî ne, ji çiyayê Tebor daket” (Hakimtî 4:14). c (Binihêre spartin.)

Îsraêlî ji çiyê daketin û miqabilî Kenana û erebên wan derketin. Gelo Yahowa wê tevî wan be, çawa ku Deborayê wanra got? Belê! Kitêba Pîrozda em dixûnin: “Erd hejiya, ezman jî dilop kirin”. Yahowa Sîsera xalifand, kîjan ku bi qewata xwe qure dibû. Barana usa barî, ku avê erd dada. Kenanî bi erebên xweye hesin nava heriyêda bêguman man, û erebên wan îda bêkêr bûn (Hakimtî 4:14, 15; 5:4).

Lê Barak û eskerên wî, ji bo vê teşqelê nesekinîn, çimkî wana zanibûn ku ew teşqele ji kê ye. Ewana pey Kenana revîn çawa eskerên Xwedê, û tu kes ji ordiya Sîsera sax nehîştin. Cinyazên wan ava çemê Kîşonê ku dikişiya bir (Hakimtî 4:16; 5:21).

Deborayê ça pêxembertî kiribû usa jî bû, Yahowa bona cimeta xwe şer kir û ordiya Sîsera qir kir

Îro Yahowa îda qulixkarên xwe naşîne nav şerê rastî. Lê ew cimeta xwera dibêje ku şerê ruhanîda şer bikin (Metta 26:52; 2 Korintî 10:4). Hergê em di vê dinyayêda dixebitin ku gura Xwedê bikin, wî çaxî em îda nava wî şerê ruhanîda nin. Qulixkarên Xwedê dikarin rastî çetinayên mezin bên, û lema wanra mêrxasiya mezin lazim e. Lê Yahowa ne hatiye guhastinê. Yahowa niha jî wan meriva xwey dike, yên ku mîna Debora, Barak û eskerên Îsraêlîye mêrxas, baweriya xwe û îtbariya xwe wî tînin.

“DI NAVA PÎREKANDA [JINADA] BI ZÊDEYÎ PÎROZ BE”

Dijminekî Kenanî ku gişka xirabtir bû, xilaz bû! Sîsera, dijminê cimeta Xwedêyî lapî qewî, ji deşta şer niga revî. Ewî eskerên xwe nava heriyêda hîşt û nava eskerên Îsraêliyara dizîva revî, seva ku çawa ku ew difikirî xwe veşêre cem merivê xweyî nêzîk. Ew ditirsiya ku Îsraêlî wî bivînin, û bi vê bi tirsê çend kîlomêtra rê çû, û gihîşte konê merivekî kenî bi navê Heber. Heber ji cimeta xwe dûr ketibû, çûbû aliyê başûrê cîwar bibû, û heleqetiya wî jî tevî Padşa Yawîn baş bû (Hakimtî 4:11, 17).

Sîsera westiyayî gihîşte mala Heber. Heber malda nîbû, lê jina wî Yaêl malda bû. Sîsera dibeke difikirî ku Yaêlê qedirê wî bigire, çimkî heleqetiya orta mêrê wê û Padşa Yawîn baş bû. Dibeke qe hişê Sîserara derbaz nedibû ku ew jin miqabilî mêrê xwe bifikire. Lê Sîsera Yaêl rind nas nedikir! Yaêlê dîtibû ku çawa merivê Kenanî Îsraêlî diçerçirandin. Û ewê gerekê bijbarta. Yan alî merivê zulm bike, yan jî dijminê cimeta Xwedê bikuje. Lê gelo ewê çi kir? Çawa jinekê dikaribû eskerekî usa qewat bikuje?

Yaêlê gerekê zû safîkira. Ewê gote Sîsera ku here hêsa be. Sîsera gote wê ku hergê kesek bê û wî bigere, ciyê wî nevêje. Ewê leyîf avîte ser wî, û çaxê Sîsera av ji wê xwest, ewê şîr wîra anî. Zûtirekê Sîsera kete xewa kûr. Wî çaxî Yaêlê singê çadirê û çagûç hilda, kîjan ku jinê ku di çadirada diman bi hostetî didane xebatê. Ew ber serê Sîsera rûnişt, û wê demê ewê gerekê bi qirara Yahowa gaveke ferz bavîta. Pirtîk dudilîbûn yan jî şaşbûn dikaribû hemû tişt xirabkira. Gelo wî çaxî ew derheqa çi difikirî? Gelo ew difikirî derheqa cimeta Yahowa, ku çawa ewî mêrikî bi deha sala ewana diçerçirandin? Yan ew difikirî ku niha wede ye ew Yahowara eyan ke, ku ew aliyê wî ye? Kitêba Pîroz gilî nake. Em tenê zanin, ku ewê jinikê çi lazim bû kir. Û Sîsera mir! (Hakimtî 4:18-21; 5:24-27).

Hine wede şûnda Barak jî hat, seva ku dijminê xwe bigire. Çaxê Yaêlê cinyazê Sîsera nîşanî Barak kir, ewî dît ku cênîka wî bi sing qulkirî ye, ewî derbêra fem kir ku çawa Deborayê pêxembertî kir, usa jî qewimî. Jinekê eskerê qewat Sîsera kuşt! Roja îroyîn hinekên krîtîk Yaêlê hesab dikin çawa meriveke xirab, lê Barak û Debora usa nedifikirîn. Wana di kilama xweda Yaêl rûmet kirin bo mêrxasiya wê û digotin ku “di nava pîrekanda [jinada] bi zêdeyî pîroz be” (Hakimtî 4:22; 5:24). Em dikarin usa jî dîna xwe bidine ser Deborayê. Rast e Yaêlê rûmet stand, lê Deborayê çevnebarî wê nekir. Dewsê Debora timê difikirî ku xebera Yahowa bê sêrî.

Sîsera ku mir, qewata Yawîn jî ket. Kenaniya îda Îsraêlî nediçerçirandin. Di Îsraêlêda 40 sala edilayî bû (Hakimtî 4:24; 5:31). Yahowa çiqas zef Debora, Barak û Yaêl kerem kir! Hergê em jî çev bidinê Deborayê, bi mêrxasiyê aliyê Yahowa bigirin û vê yekêda merivên din jî hêlan kin, Yahowa wê alî me bike seva ku em şerê ruhanîda serkevin û heta-hetayê edilayêda bijîn.

a Kitêba Pîroz dibêje ku Meryem, Hûlda, û jina Îşaya jî pêxember bûn (Derketin 15:20; 2 Padşatî 22:14; Îşaya 8:3).

b Di kilamêda Debora giliyên usa dibêje, ku çaxê Sîsera ji şer vedigeriya, ewî tişt didizîn û hin jî qîz, cara ne tenê yek lê hê zêde, bona her eskerekî (Hakimtî 5:30). Di Kitêba Pîroze orîjînalêda di vê rêzêda dewsa xebera “qîz” tê xebitandinê xebera “malzarok” (zikê dê). Ew yek dide kifşê ku wî çaxî jin qîmet dikirin tenê bona wê yekê, ku ev organên wan hene, bi kîjana zar dibin. Wî wedeyî xirabkirina jina tiştekî belabûyî bû.

c Ew şer di Kitêba Pîrozda du cara tê gilîkirinê, yek kitêba Hakimtî serê 4-da, û cara duda serê 5-da di kilama Debora û Barakda. Ew herdu gilîkirin hev temam dikin, mesele hine tişt ya pêşiyêda heye, ya dudada tune ye.