Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Hemû Tengasî Wedelû ne

Hemû Tengasî Wedelû ne

Wedê tengasiya em dikarin dilteng bin, îlahî gava ew tengasî dirêj dikişînin. Dawid zanibû, wekî tengasiya wî, ku ewî ji bo Şawûl dikişand, wê rojekê xilaz be û çawa ku Yehowa jêra soz dabû, ewê bibe padşa (1 Sm. 16:13). Bi saya baweriyê, Dawid sebir dikir û hîviya Yehowa bû.

Gava em tengasiyada nin, em dikarin serwaxtî, zanebûn û femkarî bidine xebatê, wekî problêma xwe safî kin (1 Sm. 21:12-14; Mtl. 1:4). Lê hine çetinayî wê dîsa jî bimînin, hela hê hingê jî heger me li gora prînsîpên Kitêba Pîroz aliyê xweda her tişt kir. Van derecada, em gerekê sebir bidine kifşê û hîviya Yehowa bin. Zûtirekê ewê xilaziya hemû tengasiyên me bîne û wê ji çevên me “hemû hêsirên” me paqij ke (Ent. 21:4). Firqî tune Yehowa problêmên me safî ke yan jî ji bo meniyên din ew safî bin, çi jî hebe hemû tengasiyên me wedelû ne! Zanebûna vê yekê dikare dilbîniyê bide me.

BINIHÊRIN VÎDÊO “CIMETA TIFAQ DINYA BÊTIFAQDA” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Mesîhiyên ji Dewletên Yekbûyî rastî çi tengasiya hatin?

  • Wana ça sebir û hizkirin dane kifşê?

  • Ça wana berdewam dikir dîna xwe bidine tiştê “here qenc”? (Flp. 1:10)