Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Elametiyê Zêde

Îsa, Mesîhê Sozdayî ye

Îsa, Mesîhê Sozdayî ye

SEVA ku em bikaribin Mesîh nas kin, Yahowa xem kir wekî gele pêxember derheqa bûyîn, qulixkirin û mirina Îsa, Xilazkarê sozdayî lêkin. Ev hemû pêxembertî hûr bi hûr û rast li ser Îsa Mesîh hatin sêrî. Seva ku baweriya me di vê yekêda qewî be, werên em binihêrin hine ji wan pêxembertiya, yên ku tevî bûyîn û zarotiya Îsa tevgirêdayî ne, çawa hatine sêrî.

Îşaya pêxember pêşda digot, ku kesek ji zuretê Dawid wê bibe Mesîh (Îşaya 9:7). Û bi rastiyê jî, Îsa ji nisila Dawid bû (Metta 1:1, 6-17).

Pêxemberekî din Mîxa, digot ku zar di Beytlehma-Efratada (Cihûstanêda) wê bê bûyînê, û xilaziyê wê bibe padşa (Mîxa 5:2). Çaxê Îsa hate bûyînê, di Orşelîmêda du şeher bi navê Beytlehm hebûn. Yek li aliyê bakûrêda nêzîkî Nisretê bû, yê duda jî di Cihûstanêda berbi Orşelîmê bû, wîra berê Beytlehma-Efrata digotin. Hema di vî şeherêda Îsa Mesîh hate bûyînê, û bi vê yekê pêxembertiya Mîxa hate sêrî (Metta 2:1).

Pêxemberekî jî got, wekî Xwedê wê “ji Misirê gazî kurê xwe” bike. Rastî jî Îsayê biçûk biribûn Misirê. Lê paşî mirina Hêrodes, ew paşda vegerandin û bi vê yekê dîsa pêxembertîk li ser Îsa hate sêrî (Hoseya 11:1; Metta 2:15).

Li ser rûpêla 200 heye çargoşe. Di vê çargoşêda kifşkirî ne serî û rêzên Kitêba Pîroz, di kîjanada nivîsar e “pêxembertî” derheqa Îsa. Kêlekê dîsa serî û rêzên ji Kitêba Pîroz têne kifşkirinê, kîderê îda tê gilîkirinê, ku ça ev pêxembertî “hate sêrî”. Ji kerema xwe, van rêza himberî hev ke. Bi vê yekê bawerbûna te wê hê qewî be û wê tera zelal be, ku bi rastiyê jî Kitêba Pîroz hêjayî ye, wekî em baweriya xwe lê bînin.

Hergê tu van rêza bi Kitêba Pîroz himberî hev kî, tê texmîn kî ku ev hemû pêxembertî weke sed sal pêşda, pêşiya bûyîna Îsa Mesîh hatin nivîsarê. Derheqa vê yekê xwexa Îsa got: “Gerekê her tiştên ku bona min Qanûna Mûsa, nivîsarên pêxembera û Zebûrada nivîsar bûn bihatana sêrî” (Lûqa 24:44). Ji Kitêba Pîroz eşkere tê kifşê, ku hemû pêxembertî bi rastiyê jî, hûr bi hûr hatin sêrî.