Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 1

Mizgînî Derheqa Çi?

Mizgînî Derheqa Çi?

1. Mizgîniya Xwedê çi ye?

Xwedê meriya hiz dike. Ewî dinê û hemû tişt seva wê yekê efirand, wekî meriv li ser erdê di bextewariyêda bijîn. Zûtirekê Xwedê wê halê me rast ke û axiriya me wê baş be. Ew wê hemû meniyên bêbextiya me, bide hildanê. Bixûne Yêremya 29:11.

Tu serkartiyê nikaribûye zulmiyê, nexweşiyê û mirinê bide hildanê. Lê mizgîniya Xwedê ew e, ku zûtirekê ew wê dewsa hemû serkartiyên dinyayê, serkartiya xwe kifş ke. Bin padşatiya wî, meriv wê lezetê bibînin, wê sihet-qewat bin û di edilayiyêda bijîn. Bixûne Îşaya 25:8; 33:24; Daniyêl 2:44.

2. Çira mizgîniya Xwedê îro gelek lazim e?

Hemû kul-derdên me tenê wî çaxî wê xilaz bin, çaxê Xwedê erdê ji meriyên xirab temiz ke (Sêfaniya 2:3). Lê ev yek wê kengê biqewime? Derheqa halê dinya îroyîn, di Kitêba Pîrozda pêşda hatibû pêxembertî kirinê. Ev tiştên xirab ku îro diqewimin îzbat dikin, ku zûtirekê Xwedê wê hemû kul-derda bide hildanê. Bixûne 2 Tîmotêyo 3:1-5.

3. Çi em gerekê bikin?

Em gerekê pêbihesin derheqa Xwedê ji Xebera wî, dêmek Kitêba Pîroz. Kitêba Pîroz mîna nemekê ye, ya ku bav bi hizkirinê zarên xwera şandiye. Kitêba Pîroz me hîn dike, ça bikin wekî îroda bi emirekî baş bijîn û di axiriyêda jî li ser erdê heta-hetayê bijîn. Bi rastiyê wê hineka xweş neyê, wekî tu alîkariyê distînî, seva ku rind Kitêba Pîroz fem bikî. Em gerekê îzinê nedine tu kesî riya me bigirin, seva hê zêde pêbihesin derheqa Xwedê, çimkî sozên Xwedê ew in, ku emê axirîke baş bistînin. Bixûne Metʹelok 29:25; Eyantî 14:6, 7.