Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 Serê 1

Şedêd Yahowa Meriyêd Çi Cûreyî ne?

Şedêd Yahowa Meriyêd Çi Cûreyî ne?

Denmark

Teywan

Vênêsûêla

Hindistan

Tu qet Şedêd Yahowa nas dikî? Hinek ji me dibek cînarêd te ne, hinek dibek tevî te dixebitin yan jî tevî te di mektebêda hîn dibin. Yan jî me tevî te derheqa Kitêba Pîroz xeber daye. Lê tu zanî kî ne em bi rastiyê, û çira em derheqa hebandina xwe bi eşkere hemûyara gilî dikin?

Em mîna hemû meriya ne. Em ji cûre-cûre welata nin, û di nav meda meriyêd kesîb jî hene û yêd dewletî jî, xwendî û ne­xwendî jî hene. Berê, hinek ji me qet ji Xwedê bawer nedi­kirin, hinek jî cûrekî mayîn Xwedê dihebandin. Lê pêşiya ku em bibûna Şedêd Yahowa, me kûr lêkolîna Kitêba Pîroz dikir û hînkirinêd wê dicêriband (Karêd Şandiya 17:11). Çi ku em hîn bûn, em tevî van hemû tişta qayîl bûn û me di emirê xweda da xebatê, û paşê me xwexa ew rê jibart, wekî Xwedê Yahowara qulix kin.

Em ji hînbûna Kitêba Pîroz karê distînin. Mîna hemû meriya, em jî rastî çetinaya tên, û kêmasiyêd me jî hene. Lê çaxê me di emirê xweye her rojîda temî û şîretêd ji Kitêba Pîroz da xebatê, me texmîn kir ku emirê me hê baş bû û em bex­tewar bûn (Zebûr 128:1, 2). Lema jî em van hînkirinêd baş, yêd ku em ji Kitêba Pîroz pêhesiyan, derbazî meriyêd dinêna dikin.

Em bi temî û şîretêd Xwedê dijîn. Temî û şîretêd Xwedê, yêd ku di Kitêba Pîrozda nivîsar in, alî me dikin wekî em halxweş bin, qedirê meriya bigirin û hindava meriya qenc û helal bin. Şîretêd Xwedê usa jî alî me dikin, wekî sihet-qewata me baş be, wekî em merîne pêşdaçûyî û xwendî bin û seva meriya kêrhatî bin. Usa jî ew alî malbeta dike, wekî nav neferêd malê edilayî, tifaqî û nav-namûsî hebe. Ji Kitêba Pîroz em pêhesiyan, ku “Xwedê rastî jî firqiyê nake nava mileta”, lema jî em ketine nav biratiya meye ruhanî, nav kîjanî meriyêd ji cûre-cûre welata û mileta hene. Bi saya şîretêd Xwedê, em ji problêmêd ji bo polîtîkê û ji bo firqiya or­ta mileta aza bûne. Belê, di nav meda cûre-cûre merî hene û di nav meda kes nayê hesabê mexsûs, lê tevayî ça cimet, em rastî jî cimeteke mexsûs in (Karêd Şandiya 4:13; 10:34, 35).

  • Çida Şedêd Yahowa, mîna hemû meriya ne?

  • Çi tiştêd qîmet Şedêd Yahowa pêhesiyan bi saya hînbûna Kitêba Pîroz?