Li Gora Markos 12:1-44

  • Mesela rezvanên mêrkuj (1-12)

  • Xwedê û Qeyser (13-17)

  • Pirs derheqa rabûna miriya (18-27)

  • Du temiyên herî ferz (28-34)

  • Gelo Mesîh kurê Dawid e? (35-37a)

  • “Xwe ji qanûnzana dûr bigirin” (37b-40)

  • Du qurûşên jinebîke belengaz (41-44)

12  Paşê Îsa destpêkir bi mesela wanra xeber de: “Merivekî rezê tiriya çand, dora wê sûr kir, hewzek kola bona hincirandina tiriya û birceke nobedariyê çêkir. Paşê ewî ev rez kirê da rezvana û çû welatekî din.  Gava wedê çinîna tiriya hat, ewî xulamek şande bal rezvana, wekî ji vî rezî para xwe bistîne.  Lê rezvana ew girt, kutan û destvala şandin.  Paşê ewî xulamekî din şande bal wan, lê wana serê wî şkênand û ew bêhurmet kirin.  Ewî yekî din şand, û wana ew kuşt. Gelek kesên din jî hatine şandinê, lê hinek ji wan kutan û hinek jî kuştin.  Tenê kesekî wî mabû, kurê wîyî delal. Xilaziyê, ew jî şand û xwera got: ‘Ewana wê qedirê kurê min bigirin’.  Lê rezvana hevra gotin: ‘Ev warê wî ye. Werên em lê bikujin û mîrata wî wê mera bimîne’.  Hingê wana ew girt û kuştin, û ji rez avîtine derva.  Îja xweyê rez wê çi bike? Ewê bê van rezvana bikuje û rez bide yên din. 10  We qe nexwendiye? Nivîsar dibêje: ‘Kevirê ku avakara înkar kir, bûye kevirê sereke*. 11  Ev yek ji Yehowa bû û ev ber çevê me ça keremet e’”. 12  Wana fem kir ku ewî bi vê meselê derheqa wan got, û xwestin wî bigirin. Lê ji xelqê ditirsiyan, lema jî wana ew hîştin û çûn. 13  Paşê wana hine Fêrisî û piştgirên Hêrodes şandine bal wî, wekî Îsa ser giliya bigirin. 14  Gava ewana hatin, wîra gotin: “Dersdar, em zanin tu timê rastiyê dibêjî, û tu nakevî heyrê ku meriva xweş bêyî, çimkî nav merivada firqiyê danaynî. Lê tu riya Xwedê li gora rastiyê hîn dikî. Ka mera bêje, tu ça difikirî, rast e ku xerc bidine Qeyser, yan na? 15  Em gerekê pera bidin, yan na?” Lê Îsa durûtiya wan zanibû û wanra got: “Hûn çima min dicêribînin? Ka dînarekî bidine min”. 16  Wana jî dînarek dane wî û Îsa ji wan pirsî: “Ev sifet û nivîsar yên kê ne?” Wana got: “Yên Qeyser in”. 17  Hingê Îsa got: “De tiştên Qeyser bidine Qeyser, lê tiştên Xwedê bidine Xwedê”. Û ewana ser wî ecêbmayî man. 18  Paşê Sadûqiyên ku dibêjin wekî rabûna miriya tune, hatine bal Îsa û ji wî pirsîn: 19  “Dersdar, Mûsa mera nivîsiye, hergê mêrek bimire û jina xwe bêzuret bihêle, gerekê birê wî jina wî bistîne û bi vî cûreyî zureta birê xwe berdewam ke. 20  Awa heft bira hebûn. Birê pêşin zewicî, lê bêzuret mir. 21  Paşê birê duda jina wî stand, û ew jî bêzuret mir. Ev tişt hate serê birê sisiya jî. 22  Û her heft bira bêzuret mirin. Pey hemûyara ev jin jî mir. 23  Wedê rabûna miriya, ev jin wê bibe jina kîjanî? Çimkî her heft bira jî ew standibûn”. 24  Îsa caba wan da: “Hûn şaş dibin, çimkî hûn ne Nivîsarên Pîroz zanin û ne jî qewata Xwedê. 25  Gava ewana ji mirinê rabin, wê ne bizewicin û ne jî mêr kin, lê ewana wê mîna melekên ezmana bin. 26  Lê derheqa vê yekê ku mirî wê rabin, we kitêba Mûsada nexwendiye, ku Xwedê ber tûmê stiriya wîra çi got: ‘Ez im Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb’? 27  Ew ne Xwedayê miriya ye, lê Xwedayê saxa ye. Hûn gelek şaş dibin”. 28  Wêderê qanûnzanekî bihîst ku ça ewana hevra ketine dewê. Ewî dît ku Îsa rind caba wan da, û ji wî pirsî: “Qanûnêda temiya here pêşin* kîjan e?” 29  Îsa caba wî da: “Temiya here pêşin ev e: ‘Bibihê, ya Îsraêl, Yehowa Xwedayê me, yek e Yehowa. 30  Yehowa Xwedayê xwe bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe, bi temamiya hişê xwe û bi temamiya qewata xwe hez bike’. 31  Temiya duda jî ev e: ‘Meriva hez bike çawa tu xwe hez dikî’. Ji van mezintir tu temî tune”. 32  Qanûnzan Îsara got: “Dersdar te rind û rast got, ‘Xwedê yek e, û xêncî wî xwedêkî din tune’. 33  Û ev yek ku meriv bi temamiya dilê xwe, bi temamiya hişê xwe û bi temamiya qewata xwe wî hez bike û çawa ku xwe hez dike meriva jî hez bike, ji hemû qurbanên şewitandinê û qurbanên din qîmettir e”. 34  Gava Îsa dît ku ewî bi aqilayî caba xwe da, jêra got: “Tu ji Padşatiya Xwedê ne dûr î”. Paşî vê yekê tu kesî newêribû tiştekî ji wî bipirse. 35  Çaxê Îsa hê paristgehêda hîn dikir, ewî got: “Qanûnzan çima dibêjin ku Mesîh kurê Dawid e? 36  Ne Dawid bi saya ruhê pîroz xwexa got, ‘Yehowa Xudanê minra got: “Aliyê milê minî rastê rûnê, heta ku ez dijminên te bikime bin nigên te”’. 37  Dawid xwexa ser wî dibêje ‘Xudan’. Îja ew ça dikare kurê wî be?” Û gelek meriva bi dil û can guh didane wî. 38  Ewî berdewam kir wana hîn ke û got: “Xwe ji qanûnzana dûr bigirin, yên ku hez dikin bi kincên dirêj bigerin û dixwazin meriv bazarada wana silav kin. 39  Ewana hez dikin kinîştada* ciyên pêşin bigirin û wedê şîvê li ciyên herî baş rûnên. 40  Ewana mal û milkê jinebiya ji wan distînin, û duayên xwe dirêj dikin, ku xwe bikine çeva. Dîwana wan wê hê giran be”. 41  Îsa cîkî usa rûnişt ku peredanga paristgehê wîva bê xanê, û dîna xwe didayê ku xelq çawa pera davêjinê. Gelek merivên dewletî pere zef davîtinê. 42  Jinebîke belengaz jî hat û du qurûşên* biçûk avîtê. 43  Hingê Îsa şagirtên xwe gazî bal xwe kirin û wanra got: “Ez rast wera dibêjim, ev jinebiya belengaz ji hemû merivên ku pere avîtine peredangê, zêdetir avîtê. 44  Çimkî wan hemûya ji zêdeya hebûka xwe avîtinê. Lê ewê belengaziya xweda, çî wê hebû ku pê ebûra xwe bike, gişk avîtê”.

Спартьн

Raste-rast “kevirê enîşkêyî sereke”. Wedê avakirinê ev kevir qulçê jorinda dihate danînê, wekî her du dîwar hev bigirin. Lema jî ev kevir herî ferz bû.
Yan “here ferz”.
Yan “sînagog”, dêmek ciyê hebandina Cihûya.
Raste-rast “lepton”. Ev qurûşeke Yûnanî ye, qîmetê kîjanî herî kêm e.