Li Gora Metta 5:1-48

  • GOTARA SER ÇIYÊ (1-48)

    • Îsa ser çiyê destpêdike hîn ke (1, 2)

    • Neh sebebên bextewariyê (3-12)

    • Xwê û ronayî (13-16)

    • Îsa hat wekî Qanûnê bîne sêrî (17-20)

    • Hêrsketin (21-26), qavî (27-30), hevqetandin (31, 32), sondxwarin (33-37), heyfhildan (38-42), hezkirina hindava dijmina (43-48)

5  Gava Îsa elalet dît, hilkişiya çiyê, rûnişt û şagirtên wî hatine cem wî.  Ewî destpêkir wana hîn ke û got:  “Çiqas bextewar in kesên ku fem dikin, wekî ewana hewcê Xwedê ne, çimkî Padşatiya ezmana ya wan e.  Çiqas bextewar in kesên dilşkestî*, çimkî dilê wan wê bê rihetkirinê.  Çiqas bextewar in kesên şkestî*, çimkî ewana wê erdê war bin.  Çiqas bextewar in kesên ku tî û birçiyê rastiyê ne, çimkî ewana wê bêne têrkirinê.  Çiqas bextewar in kesên dilrem, çimkî wê hindava wanda dilrem bin.  Çiqas bextewar in kesên diltemiz, çimkî ewana wê Xwedê bivînin.  Çiqas bextewar in kesên ku edilayê çêdikin, çimkî wê ser wan bê gotinê zarên Xwedê. 10  Çiqas bextewar in kesên ku bona rastiyê têne zêrandinê, çimkî Padşatiya ezmana ya wan e. 11  Hûn bextewar in gava meriv seva min we bêhurmet dikin, dizêrînin û her cûre buxdana li we dikin. 12  Eşq û şa bin, çimkî xelata mezin li ezmên* hîviya we ye. Hema vî cûreyî, pêxemberên berê jî dizêrandin. 13  Hûn xwêya erdê ne, lê hergê xwê tema xwe unda ke, ewê çawa dîsa şor be? Îda wê kêrî tiştekî neyê. Ew wê bê avîtinê derva û bin nigên merivada bê pêpeskirinê. 14  Hûn ronaya dinyayê ne. Bajarekî ku serê çiyê ye, nayê veşartinê. 15  Gava kesek çirê vêdixe, ew nake binê derdanê, lê datîne ser şemdankê, seva ku ew ronayê bide hemûyên malda. 16  Usa, bira ronaya we jî ber meriva şewq bide, wekî ewana kirên weye qenc bivînin û şikiriyê bidine Bavê weyî ezmana. 17  Nefikirin ku ez hatime wekî Qanûnê û Nivîsarên Pêxembera bidime hildanê. Ez hatim ne ku bidime hildanê, lê wan bînim sêrî. 18  Ez rast wera dibêjim, hergê jî erd û ezman betavebin, herfeke ji Qanûnê ya here biçûk yan jî xezeke herfê jî wê unda nebe, heta ku her tişt bê sêrî. 19  Awa kî ku ji van temiya ya here biçûk biteribîne û meriva jî hîn ke ku usa bikin, ew wê nehêja be bikeve* Padşatiya ezmana. Lê kesê ku wan temiya bîne sêrî û meriva jî hîn ke, ew wê hêja be bikeve* Padşatiya ezmana. 20  Ez wera dibêjim, hergê rastiya we ji ya qanûnzana û Fêrisiya zêdetir nîbe, hûnê tu car nekevine Padşatiya ezmana. 21  We bihîstiye ku kal-bavên wera hatiye gotinê: ‘Nekuje! Kî ku bikuje, wê bê dîwankirinê’. 22  Lê ez wera dibêjim, her kesê ku berdewam dike ser birê xwe hêrs bimîne, ew wê bê dîwankirinê. Û her kesê ku birê xwe bêhurmet ke, wê ber Dîwana Bilind* bisekine. Û yê ku jêra bêje ‘Axmax!’, dikare bikeve nava agirê Gêhênayê*. 23  Hergê tu pêşkêşa* xwe bivî qurbangehê*, û wêderê bê bîra te, ku birê te ji te xeyîdî ye, 24  pêşkêşa xwe ber qurbangehê bihêle, pêşiyê here û tevî birê xwe li hev were, paşê vegere û pêşkêşa xwe bide. 25  Rêva tevî kesê ku şikiyatê te dike, zû li hev were, seva ku ew te nede destê hakim, û hakim jî te nede destê nobedar, ku te bavêje kelê. 26  Ez rast tera dibêjim, heta ku tu qurûşê xweyî paşin nedî, tuyê ji kelê dernekevî. 27  We bihîstiye ku hatiye gotinê: ‘Qaviyê neke’. 28  Lê ez wera dibêjim, her kesê ku bi çevê xirab jinekê binihêre, îda dilê xweda tevî wê qavî kiriye. 29  Hergê çevê teyî rastê te berbi gune dibe, wî derxe û bavêje. Hê baş e tu endemekî bedena xwe unda kî, ne ku temamiya bedena te bê avîtinê Gêhênayê. 30  Û hergê destê teyî rastê te berbi gune dibe, wî jêke û bavêje. Hê baş e tu endemekî bedena xwe unda kî, ne ku temamiya bedena te bikeve Gêhênayê. 31  Usa jî hatiye gotinê: ‘Her kesê ku jina xwe berde, gerekê kaxaza hevqetandinê bide wê’. 32  Lê ez wera dibêjim, her kesê ku jina xwe ne ji bo zinêkariyê* berde, dibe sebeb ku ew qaviyê bike. Û her kesê ku jina berdayî distîne, qaviyê dike. 33  We ev jî bihîstiye ku kal-bavên wera hatiye gotinê: ‘Sond nexwe hergê tu nikarî bînî sêrî, lê sonda ku tu li ber Yehowa dixwî, bîne sêrî’. 34  Lê ez wera dibêjim: Qet sond nexwin, ne bi ezmên, çimkî ew textê Xwedê ye, 35  ne bi erdê, çimkî ew ciyê bin piyê wî ye, ne bi Orşelîmê, çimkî ew bajarê Padşê mezin e. 36  Ne jî bi serê xwe sond bixwin, çimkî hûn nikarin porekî xwe sipî yan reş kin. 37  Bira xebera we ‘Erê’, erê be, û bira xebera we ‘Na’, na be, çimkî ji vê zêdetir ji Mîrê-cina* tê. 38  We bihîstiye ku hatiye gotinê: ‘Çev dewsa çev û diran dewsa diran’. 39  Lê ez wera dibêjim: Miqabilî xiraba ranebin. Hergê kesek sîlekê rûyê teyî rastê xe, yê çepê jî bide ber. 40  Û hergê kesek te bive ber dîwanê û kirasê te ji te bixwaze, potê xwe jî bide wî. 41  Û hergê yekî xweyîhukum zorê te bike, wekî tu kîlomêtrekê herî, 2 kîlomêtra tevî wî here. 42  Gava kesek tiştekî ji te bixwaze, bide wî, û gava kesek ji te deyn bixwaze, pişta xwe nede wî. 43  We bihîstiye ku hatiye gotinê: ‘Meriva hez bike, lê bira dijminê te ber çevê te reş be’. 44  Lê ez wera dibêjim: Dijminên xwe hez bikin, û bona wan dua bikin, yên ku pey we dikevin. 45  Bi vî cûreyî hûnê nîşan kin, ku hûn zarên Bavê xweyî ezmana ne. Ew tevê derdixe him ser kesên xirab, him jî ser kesên qenc, û ew baranê him ser kesên rast û him jî ser kesên nerast dibarîne. 46  Hergê hûn tenê wana hez bikin, yên ku we hez dikin, hûn îda hêjayî çi xelatê ne? Ne xercgir jî usa dikin? 47  Û hergê hûn tenê birên xwe silav dikin, hûn çi ji yên din zêdetir dikin? Ne miletên din jî usa dikin? 48  Hûn gerekê kamil bin, çawa ku Bavê weyî ezmana kamil e.

Спартьн

Yan “yên ku şînê dikin”.
Yan “yên nerm”.
Dêmek “ji Xwedê”.
Raste-rast “ser wî yekî biçûk wê bê gotinê”.
Raste-rast “ser wî yekî mezin wê bê gotinê”.
Dêmek “Sanhedrîn”.
Ciyê avîtina û şewitandina gemarê ji Orşelîmê der.
Yan “diyarî, hedî”.
Yan “gorîgeh”.
Yan “bênamûsiya sêksûalî”.
Raste-rast “Yê Xirab”.