KILAMA 73
Mêrxasiyê Bide Me
(Karên Şandiya 4:29)
-
1. Çaxê bona navê Xwedê,
Û Padşatiyê dibêjin,
Gelek merî wek dijmina
Dijberî me derdikevin.
Lê em natirsin ji wan,
Em gere gura te bikin.
Tu qewat bide Ya Yehowa,
Dua û dirozga em dikin.
(LÊWEGERANDIN)
Mêrxasî bide, Yehowa,
Tirsa me ji me dûr xe.
Alî me bike bawer bin,
Ku her kes pêbihese
Dîwana te pir nêzîk e.
Lê heta ew roj bigihîje,
Bo mêrxasî dua dikin
Xwedayê me.
-
2. Em ditirsin lê tu zanî,
Ku em neqedandî ne.
Sozê te ku tê me xwey kî,
Her kes j’me bawer dike.
Va dijmin pey me ketiye.
Nimiz dike, dizêrîne.
Alî me bike Ya Yehowa,
Emê pîroz kin navê te.
(LÊWEGERANDIN)
Mêrxasî bide, Yehowa,
Tirsa me ji me dûr xe.
Alî me bike bawer bin,
Ku her kes pêbihese
Dîwana te pir nêzîk e.
Lê heta ew roj bigihîje,
Bo mêrxasî dua dikin
Xwedayê me.
(Usa jî binihêre 1 Têsln. 2:2; Îbrn. 10:35).