KILAMA 91
Şixulkariya bi Hizkirin
(Zebûr 127:1)
-
1. Yehowa, em şa dibin,
Ji dil emê dua bikin.
Te me pir kerem kir, Bavê me
Gelek spas dikin.
Te serwaxtî, qewat da
Alî me kir xebatêda.
Xwedayê hizkirin, tu timê,
Bistîne pesna.
(LÊWEGERANDIN)
Yehowa, te tesmîlî me kir
Evê odê bo te çêkin.
Bi her xeber û bi şixula, em dixwazin,
Navê te rûmet kin hertim.
-
2. Em wan roja bîr nakin
Me vir dostê baş qazanc kir.
Mera pir hewas bû bi yektî,
Xebatê bikin.
Ruhê pîroz alî kir,
Her roj şixul pêşda dibir
Em gelek şa dibin, navê xwe
Te vir eyan kir.
(LÊWEGERANDIN)
Yehowa, te tesmîlî me kir
Evê odê bo te çêkin.
Bi her xeber û bi şixula, em dixwazin,
Navê te rûmet kin hertim.
(Usa jî binihêre Zeb. 116:1; 147:1; Rom. 15:6).