Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

AspctStyle/stock.adobe.com

KAMPANIYA ÊVARA BÎRANÎNÊ

Îsa wê Şera Bide Sekinandinê

Îsa wê Şera Bide Sekinandinê

 Çaxê Îsa ser erdê bû ewî hezkirina mezin hindava merivada da kifşê û hela hê emirê xwe jî bona meriva berva da (Metta 20:28; Yûhenna 15:13). Zûtirekê ewê dîsa hezkirina xwe hindava meriva bide kifşê, dêmek bi saya hukumê xwe ça Padşê Padşatiya Xwedê ewê ‘şera bide sekinandinê, her çar qulbên dinyayê’ (Zebûr 46:9).

 Dîna xwe bidinê ku çawa Kitêba Pîroz şirovedike, wekî Îsa wê çi bike:

  •   “Ew yê kesîb xilaz dike, ku gazî dikê û yê belengaz ku komekdarê wî tune ye. Dilê wî li bêtaqet û kesîba dişewite û nefsa belengaza xilaz dike. Ji zêrandinê û zordarîyê wan xilaz dike” (Zebûr 72:12-14).

 Em çawa dikarin razîbûna xwe bidine kifşê bona her tiştên, ku Îsa îda bona me kiriye û wê zûtirekê dîsa bike? Lûqa 22:19-da, Îsa peyçûyên xwera got, wekî mirina wî bînin bîra xwe. Lema jî her sal Şedên Yehowa bona vê bîranînê tevayî top dibin. Em we jî teglîf dikin, wekî tevî me Bîranîna Mirina Îsa derbaz kin, roja Ledê, 24 Adarê, sala 2024.

Bistînin înformasiya derheqa Êvara Bîranînê