Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

HIŞYAR BIMÎNIN!

Erd Wêran Dibe; Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Erd Wêran Dibe; Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

 Antonyo Gutêrrês, Sêkrêtarê sereke yê Teşkîleta Miletên Yekbûyî, paşî hesabê Koma Êkspêrtên Guhastina Klîmatêye Navhukumetiyê, ya 4 Nîsanê, sala 2022, usa got: “Em gelek lez berbi xirabkirina klîmatê diçin. Şeherên mezin dikevine binê avê. Germaya hewê çiqas diçe, zêde dibe. Firtonên qayîm radibin. Lê gelek ciyada jî av kêm dibe. Bi mîlyona cisnên heywana û cûrên şînkaya betavedibin. Eva çîrok nîne û em ji ber xwe dernaxin. Zandar mera evê yekê elam dikin. Meniya van qeziya ev e, ku meriv ênêrjiyayê, petrolê û hemû cûre şewat, nerast didine xebatê”.

 Rojnemekêda “The New York Times” ya 15 Hezîranê, sala 2022, usa hatiye gotinê: “Zandar xemgîn dibin û gelek car dibêjin wekî salên din klîmat wê usa qayîm bê guhastinê, ku weke 423 parkên miletiyê [yên Dewletên Yekbûyîda], ji bo bilindbûna germê wê ziyanê kevin. Ev tiştên xirab ku pêşda tên, anegorî pêxembertiyên Kitêba Pîroz in: agir, sêlav, helandina bûzê, zêdebûna avê berada û qije-qija germê” (“Flooding Chaos in Yellowstone, a Sign of Crises to Come”).

 Gelo problêmên tebiyetêva girêdayî, dikarin bêne safîkirinê? Hergê erê, kî wê wan problêma safî ke? Dîna xwe bidinê ku Kitêba Pîrozda çi nivîsar e.

Wêrankirina tebiyetê hatiye pêxembertîkirinê

 Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî Xwedê wê qira wan bîne, “yên ku dinê xirab dikin” (Eyantî 11:18). Ev rêza ji Kitêba Pîroz sê tişta me hîn dike:

  1.  1. Meriv wê bi kirên xwe ziyaneke mezin bidine erdê.

  2.  2. Wêrankirina erdê wê bê sekinandinê.

  3.  3. Ne ku meriv, lê Xwedê wê problêmên tebiyetêva girêdayî safî ke.

Axiriya baş hîviya planêta me ye

 Kitêba Pîroz dibêje, wekî erd wê heta-hetayê hebe (Waîz 1:4). Dêmek ser erdê meriv wê hertim bijîn.

  •   “Rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn” (Zebûr 37:29).

 Halê planêta me wê bi temamî bê rastkirinê.

  •   “Wê çol û deşta ziha şa bibe, wê berî dilgeş bibe, wek gula kulîlk bide” (Îşaya 35:1, ÎM).