Derbazî serecemê

Hûn Bawer Dikin ku Tenê Hebandina We Rast e?

Hûn Bawer Dikin ku Tenê Hebandina We Rast e?

 Merivêd ku Xwedê bawer dikin gerekê dişirmîş bin, hela Xwedê û Îsa Mesîh hebandina wan qebûl dikin, yan na. Xêncî wê yekê meriv gerekê bizanibe, ku çira ewî ev hebandin bijartiye.

 Îsa qayîl nîbû vê nihêrandinêra, ku yan çi hemû rêlîgiya û her rê berbi xilazkirinê dibin. Ewî got: “Teng e ew derî û zemet e ew riya ku dibe berbi jîyînê û hindik in ewêd ku wê rêyê dibînin” (Metta 7:14). Şedêd Yahowa bawer dikin ku ewana riya rast dîtine. Lê hergê ev rê nerast bûya, ewana yeke wê berdewankirana rêlîgiya rast bigeriyana.