Derbazî serecemê

Gelo Ez Borcdar im Bibim Şedê Yehowa, Heger Ewana Tevî Min Hînbûna Kitêba Pîroz Derbaz Dikin?

Gelo Ez Borcdar im Bibim Şedê Yehowa, Heger Ewana Tevî Min Hînbûna Kitêba Pîroz Derbaz Dikin?

 Na, tu borcdar nînî. Bi mîlyona merivara hewas e hînbûna Kitêba Pîroz pê bernama me derbaz bin, lê ewana nabine endemên teşkîleta Şedên Yehowa. a Nêta vê bernamê ew e, ku meriv haş pê hebin Kitêba Pîroz çi hîn dike. Lê paşê tu îda xwexa safî dikî bibî Şedê Yehowa yan na, çimkî ew îşê her kesî ye ku çi bawer bikin (Yêşû 24:15).

Ez dikarim wedê hînbûnê vê Kitêba Pîroz bidime xebatê, ku bal min heye?

 Belê. Rast e mera hewas e Kitêba Pîroze “Welgerandina Dinya Teze” bidine xebatê, û em dikarin wera jî bêpere bidin hergê hûn dixwazin, lê hûn dikarin Kitêba Pîroz ya xwe bidine xebatê. Çimkî mizgîniya hêviyê û xilazkirinê, hemû welgerandinên Kitêba Pîrozda heye.

Çira hûn tevî wan meriva hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin, yên ku tevî baweriya we nabine yek?

  •   Ya ewlin, em vê yekê dikin çimkî Yehowa Xwedê hez dikin, yê ku dixwaze wekî Mesîh çi ku xwexa hîn bûne, merivên din jî hîn kin (Metta 22:37, 38; 28:19, 20). Bona me qedirekî mezin e hevparên Xwedê bin û alî meriva bikin wekî ewana pêbihesin ku Xebera Xwedê çi hîn dike (1 Korintî 3:6-9).

  •   Xêncî vê yekê, hezkirina hindava meriva me hêlan dike, tevî kesên usa hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin (Metta 22:39). Çaxê em merivara derheqa tiştên qîmet gilî dikin, çi ku em xwexa pêhesiyane, em şabûneke mezin distînin (Karên Şandiya 20:35).

a Ew hesab didine kifşê ku Şedên Yehowa çiqas hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz kirine: sala 2023 me her meh tevî 7 281 212 meriva hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kir. U cara me tevî çend meriva hevra hînbûn derbaz dikir. Lê vê salê tenê 269 517 meriv bûne Şedên Yehowa.