Derbazî serecemê

Hûn Ça Dinihêrin ser Rêlîgiyêd Din?

Hûn Ça Dinihêrin ser Rêlîgiyêd Din?

 Em diqedînin şîreta ji Kitêba Pîroz ku “qedirê hemûya bigirin”, û firqî tune meriv di kîjan rêlîgiyada ne (1 Petrûs 2:17). Mesele di hine welatada bi seda hezara Şedêd Yahowa dijîn. Lê çi jî hebe em li ser merivêd polîtîk û qanûndara hukum nakin, wekî ewana şixulêd rêlîgiyêd din qedexe bikin. Xêncî vê yekê, em nakine li ser serwêra ku qanûneke usa derxin, wekî meriya mecbûr kin normêd meye namûsiyê û rêlîgiyayê biqedînin. Dewsê em qedirê hemûya digirin û dixwazin wekî ewana jî hindava me bi qedir bin (Metta 7:12).