Derbazî serecemê

KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIVA DIGUHÊZE

“Sporta Şerkirinê Nêta Jîyîna Min bû”

“Sporta Şerkirinê Nêta Jîyîna Min bû”
  • Sala Bûyînê: 1962

  • Welat: Dewletên Yekbûyî

  • Berê: Sporta şerkirinêva mijûl dibû

JÎYÎNA MINE BERÊ

 Carekê wedê hînbûna sportê, nişkêva nigê min pozê hevalê min ket û ewî ziyaneke mezin stand. Ji bo vê yekê min xwe neheq texmîn dikir û destpêkir bifikirim, gelo hêja ye ez berdewam kim vê sportêva mijûl bim. Çira evê qewimandinê ez hêlan kirim, wekî nihêrandina xwe hindava vê sportê biguhêzim, kîjan ku gelek sala nêta emirê min bû? Ezê pêşiyê gilî kim, ku çawa min destpêkir vê sportêva mijûl bim.

 Ez bajarê Bûfaloyêda, ştata Niyû Yorkêda, mezin bûme. Neferên mala min edilayîhiz û Katolîkên amin bûn. Ez mekteba Katolîkîda hîn dibûm, usa jî min dêrêda alîkarî dida keşîşa. Dê-bavê min dixwestin wekî ez û xûşka min jîyîna xweda pêşdaçûyî bin. Lema jî wana îzin dida min, ku paşî dersên mektebê herime sportê, hergê evê yekê riya hînbûna min negirta. Usa ez biçûktayêda hîn bûm, bibime merivekî terbet.

 Çaxê ez 17 salî bûm, min destpêkir sporta şerkirinêva mijûl bim. Heftiyê şeş roja, rojê sê siheta ez sportê hîn dibûm. Û ev yek bi sala berdewam dibû. Min usa jî bi siheta hişê xweda cûre-cûre mêtodên tezeye şerkirinê çêdikir û gelek vîdêo dinihêrî, seva ku vê sportêda hê pêşdaçûyî bim. Zef min xweş dihat mêtodên şerkirinêye çevgirtî hîn bim, hela hê jî gava min çek didane xebatê. Bi lêxistinekê min dikaribû textek yan jî kelpîçek bişkênanda. Axiriya-axiriyê ez bûme yekî cêribandî û hoste. Min gelek xelat standin. Û usa sporta şerkirinê bû nêta emirê min.

 Ez difikirîm wekî ez serfiniyaz im. Zaningehêda ez rind hîn dibûm û seva vê yekê ez hatime xelatkirinê. Paşê min destpêkir kompaniyeke navdarda, ya ku bona sîstêmên kompoterê cabdar bû, bixebitim. Xebata mine baş, perê min, tamê min û usa jî dilketiya min hebû. Alîkîva usa dihate kifşê ku ez gelek bextewar im, lê bi rastî usa nîbû, çimkî gelek pirsên mine ferz hebûn, caba kîjana min gelek dixwest pêbihesiyama.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST

 Seva ku caba pirsên xwe bivînim, min destpêkir heftiyê du cara herime dêrê û Xwedêra dua bikim ku alî min bike. Lê rojekê paşî xeberdana min û hevalê min, jîyîna min hate guhastinê. Min pirs da wî: “Tu qe fikiriyî derheqa vê yekê, ku nêta jîyînê çi ye û çira haqas problêm û neheqî hene!” Ewî got, wekî pêşda pirsên wî cûreyî cem wî jî hebûn, lê caba wan pirsa ewî Kitêba Pîrozda dîtiye. Ewî kitêba “Tu Dikarî Heta-Hetayê Cinetêda ser Erdê Bijî” a da min û got, wekî ew tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn dibe. Pêşiyê ez lez nediketim evê kitêbê bixûnim, çimkî ez difikirîm wekî nerast e kitêbên rêlîgiyeke din bixûnim. Lê min gelek dixwest caba pirsên xwe bistînim, lema jî min xwest pêbihesim, hela çi ku Şedên Yehowa hîn dikin, rast e yan na.

 Ez gelek ecêbmayî mam, çaxê pêhesiyam ku bi rastî Kitêba Pîroz çi hîn dike. Min fem kir, wekî serê-sêrîda qirara Xwedê ew bû, ku meriv cinetêda heta-hetayê bijîn, û ev qirara wî nehatiye guhastinê (Destpêbûn 1:28). Hişê min çû çaxê min Kitêba Pîrozda, ya Welgerandina Kîng Cêymsda, kîjan ku cem min hebû, dît wekî navê Xwedê Yehowa ye. Ev hema ew nav bû, derheqa kîjanî min dua dikir çaxê Duakirina Xudan diwekiland (Zebûr 83:18; Metta 6:9). Usa jî axiriyêda ez pêhesiyam, wekî çira Xwedê dihêle ku meriv biçerçirin. Min didît wekî her tişt çi ku ez pêdihesim, logîkî û rast e! Ji şabûnê dilê min dipirpitî.

 Bîra min naçe ku min çi ser xwe texmîn kir, gava cara pêşin çûme civata Şedên Yehowa. Gişk hevalhiz bûn û dixwestin tevî min bibine nas. Vê rojê gotar hebû, ji kîjanê ez pêhesiyam wekî em gerekê ça dua bikin, seva ku Xwedê me bibihê û caba me bide. Evê gotarê gelek dilê min girt, çimkî min gelek car Xwedêra bona alîkariyê dua dikir. Hine wext şûnda ez usa jî çûme ser Êvara Bîranîna Mirina Îsa. Ez gelek ecêbmayî mam, çaxê min dît wekî gava rêzên ji Kitêba Pîroz têne xwendinê, zar jî wan rêza vedikin û dinihêrin. Pêşiyê min nizanibû, ku çawa gerekê rêzên Kitêba Pîroz bivînim, lê Şedên Yehowa ez hîn kirim.

 Çiqas hê zêde ez diçûme civatên Şedên Yehowa, haqas hê zêde min hînkirinên Şedên Yehowa dişêkirand. Her car ser civata ez tiştekî teze pêdihesiyam, çi ku hêlanî û dilrihetî dida min. Paşê Şedên Yehowa ez teglîf kirim, wekî hînbûna Kitêba Pîroz tevî min derbaz kin.

 Çi ku min nava Şedên Yehowada didît, bi temamî cude dibû ji wê yekê çi ku min dêrêda didît. Min texmîn kir wekî Şedên Yehowa merivên helal û diltemiz in, yên ku xîret dikin dilê Xwedê şa kin. Ez timê îzbat dibûm wê yekêda, ku ewana Mesîhiyên rast in û wê hizkirinê didine kifşê, derheqa kîjanî Îsa digot (Yûhenna 13:35).

 Çiqas hê zêde ez Kitêba Pîroz hîn dibûm, haqas hê zêde min guhastin nav xweda dikirin, seva ku li gora normên Kitêba Pîroz bijîm. Lê min tirê ezê tu car nikaribim terka sporta şerkirinê bidim. Gelek min xweş dihat vê sportê hîn bim û bikevime leca şer. Çaxê min derheqa vê yekê dilê xwe wî birayîra vekir, kîjanî ku hînbûna Kitêba Pîroz tevî min derbaz dikir, ewî bi hizkirin minra usa got: “Tu berdewam ke Kitêba Pîroz hîn be. Ez bawer im ev yek wê alî te bike, ku safîkirina rast bikî”. Ev şîreteke lape baş bû. Çiqas hê zêde ez hîn dibûm, haqas hê zêde min dixwest dilê Yehowa Xwedê şa kim.

 Ji bo vê derecê, derheqa kîjanî min sêrîda got, dêmek gava nişkêva nigê min pozê hevalê min ket, nihêrandina min hate guhastinê. Pey vê derecêra min destpêkir kûr bifikirim: “Gelo ez dikarim bibime peyçûyê Îsa û edilayîhiz bim, hergê berdewam kim sporta şerkirinêva mijûl bim?” Îşaya 2:3, 4, dibêje wekî ewên ku li gora qanûnên Yehowa dijîn, “t′u car wê hîn nebin ku şer′ kin”, (DT). Û Îsa jî gote şagirtên xwe, wekî ewana zulmiyê nekin hingê jî, gava neheqiyê wan dikin (Metta 26:52). Lema jî min terka vê sportê da, kîjan ku nêta jîyîna min bû.

 Paşî vê yekê min ev şîreta Kitêba Pîroz da xebatê: “Xwe xwedênasiyêda hîndar ke” (1 Tîmotêyo 4:7). Min safî kir ku hemû wede û qewata xwe, kîjan ku berê min bona sporta şerkirinê xerc dikir, îda bona şixulên ruhanî bidime xebatê. Dilketiya min razî nîbû wan hemû tiştara, çi ku ez ji Kitêba Pîroz hîn dibûm, lema jî em hev qetiyan. Sala 1987-da, 24 Çileyê ez hatime nixumandinê û bûme Şedê Yehowa. Zûtirekê min destpêkir ça pêşengê hertim xizmet kim û heçî zef wedê xwe min ser wê yekê xerc dikir, ku rastiya Kitêba Pîroz meriya hîn kim. Heta niha ez berdewam dikim ça pêşengê hertim xizmet kim. Xêncî wê yekê min hine wede ofîsa serekeye Şedên Yehowada, Niyû Yorkêda xizmet kiriye. Ev bona min qedirekî gelek mezin bû.

ÇI KAR MIN STAND

 Niha ez derheqa Xwedê rastiyê zanim û fem dikim ku min ev yek dîtiye, çi ku ji min kêm bû. Ez îda nafikirim ku jîyîna min boş-betal e. Niha nêta jîyîna min û hêviya mine baş bona axiriyê heye, çi ku ez gelek bextewar kirime. Heta niha ez sportêva mijûl dibim, lê ev îda jîyîna minda ciyê ewlin nagire. Nêta mine sereke ew e, ku Yehowa Xwedêra xizmet kim.

 Çaxê ez sporta şerkirinêva mijûl dibûm, ez timê hişyar bûm hindava merivên der-dorê xwe, çimkî difikirîm hergê kesek hicûmî ser min ke, ez gerekê xwe xwey kim. Îro jî ez hişyar im, lê îda bi nêteke din, dêmek ku alî meriya bikim. Bi saya Kitêba Pîroz ez bûme merivekî merd û mêrekî baş bona kulfeta xweye bedew, Brêndayê.

 Rast e sporta şerkirinê bibû nêta jîyîna min, lê dewsê min tiştekî diha baş dît. Kitêba Pîroz dibêje: “Hîndariya qalib kêrî hindik tiştî tê, lê ya xwedênasiyê kêrî her tiştî tê, sozê wê hin li vê dinê heye, hin jî li wê dinê” (1 Tîmotêyo 4:8).

a Şedên Yehowa neşir kirine, lê îda nayê neşirkirinê.