Derbazî serecemê

Kitêba Pîroz Derheqa Xwehizyê çi Dibêje?

Kitêba Pîroz Derheqa Xwehizyê çi Dibêje?

Caba Kitêba Pîroz

Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî ev tişteke normal e çaxê meriv xwe hiz dike, lê gerekê fesal bin, ku vê yekêda orta zêrîn bivînin. Hizkirina vî cûreyî tê hesabê derheqa xwe xem bikin, qedirê xwe bizanibin û xwe layîq bigirin (Metta 10:31). Kitêba Pîroz alî me dike nihêrandina rast ser xwe xweyî kin.

Berî pêşin em gerekê kê hiz bikin?

  1. Hizkirina hindava Xwedê gerekê dilê meda ciyê pêşin bigire. Kitêba Pîrozda mera temiya sereke hatiye dayînê: “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike, bi temamiya dilê xwe” (Marqos 12:28-30; Qanûna Ducarî 6:5).

  2. Temiya duda jî ev e: “Hevalê xwe weke xwe hiz bike” (Marqos 12:31; Qanûna Kahîntiyê 19:18).

  3. Kitêba Pîrozda temîke usa tune ku dibêje, xwe hiz bike. Lê ji vê temiya ku dibêje, wekî “hevalê xwe weke xwe hiz bike”, tê kifşê, wekî em gerekê xwe jî hiz bikin û qedirê xwe bizanibin.

Îsa berî pêşin kê hiz dikir?

Îsa pê jîyîna xwe da kifşê, ku çi cûreyî Xwedê, hevala û xwe hiz bikin. Ewî şagirtên xwe hêlan dikir çev bidine wî (Yûhenna 13:34, 35).

  1. Îsa hemûya zeftir Bavê xwe Yehowa hiz dikir. Ewî emirê xwe tesmîlî Bavê xwe kir, wekî qirara wî bîne sêrî. Îsa got: “Bira dinya bizanibe wekî ez Bavê hiz dikim û Bavê çawa temî li min kiriye ez usa dikim” (Yûhenna 14:31).

  2. Îsa meriva jî hiz dikir. Ew derheqa halxweşiya wan difikirî û emirê xwe jî bona wan da (Metta 20:28).

  3. Îsa xwe jî hiz dikir, lê derheqa xwe zêde nedifikirî. Ewî wede didît, ku hêsa be, nan bixwe û tevî şagirtên xwe wede derbaz dikir (Marqos 6:31, 32; Lûqa 5:29; Yûhenna 2:1, 2; 12:2).

Gelo em zirarê dikevin, çaxê hewcên kesên din datînin ser ciyê pêşin?

Na, çimkî em dilqê Xwedêda hatine efirandinê, yê ku bi merdanî hizkirinê dide kifşê (Destpêbûn 1:27; 1 Yûhenna 4:8). Ev tê hesabê, wekî eyankirina hizkirinê, ev para jîyîna me ye. Hemikî, ferz e ku em xwe hiz bikin, lê emê diha bextewar bin, hergê her kesî zeftir Xwedê hiz bikin û qenciyê merivara bikin. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Karên Şandiya 20:35).

Hinek difikirin, ku meriv hingê bextewar e, gava heçî zef derheqa xwe difikire. Bona merivên usa, xeberên “hevalê xwe hiz bike”, hatiye guhastinê ser xeberên “xwe hiz bike”. Lê ser hîmê lêkolînên wan paşwextiya, diha sihet-qewat û bextewar in ew meriv, yên ku vê temiya Kitêba Pîroz tînin sêrî: “Nebe ku yek kara xwe bigere, lê ya hevalê xwe” (1 Korintî 10:24).