Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tu Rast Zanî Her Tiştî?

Tu Rast Zanî Her Tiştî?

“Yê hê nebihîstî cabê dide, ew bêhiş û qara wî ye” (METLK. 18:13).

KILAMÊN: 126, 95

1, 2. a) Kîjan tişta ferz em gerekê hîn bin, û çira? b) Vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?

EM MESÎHIYÊN rast gerekê hîn bin, wekî her înformasiya, ku em pêdihesin, bicêribînin hela rast e yan na, seva ku her tiştî rast bizanibin (Metlk. 3:21-23; 8:4, 5). Lê hergê em usa nekin, Şeytanra û dinya wîra wê hêsa be hiş-aqilê me xirab kin (Efes. 5:6; Kols. 2:8). Lema jî lazim e îzbatkirina pêbihesin, seva em nexapin. Metelok 18:13-da tê gotinê, wekî “yê hê nebihîstî cabê dide, ew bêhiş û qara wî ye”.

2 Vê gotarêda emê şêwir kin, ku ji bo çi dikare mera çetin be, wekî îzbatkirina bistînin, seva tişta rast bizanibin. Emê usa jî şêwir kin prînsîpên Kitêba Pîroz û wan mesela, yên ku wê alî me bikin ku her înformasiya rast bicêribînin.

“HER GOTINÊ” BAWER NEKIN

3. Çira lazim e em prînsîpa ji Metelok 14:15 bidine xebatê? (Binihêre şiklê ewlin.)

3 Îro hemû aliyava meriv cûre-cûre înformasiya û elametiya distînin. Întêrnêtêda, têlêvîsyonêda, û mêdiyayêda tije înformasiya tê belakirinê. Xêncî vê yekê, em usa jî pê êmaîlê, pê têlê û ji hevala cûre-cûre elametiya û tişta distînin. Lê em gerekê gelek fesal bin û tiştên ku em dibihên û pêdihesin bicêribînin, hela rast in yan na. Çira? Çimkî îro her dera înformasiya ku bela dikin, derew in yan jî ne bi temamî rast in. Lê kîjan prînsîpa Kitêba Pîroz dikare alî me bike? Metelok 14:15-da tê gotinê: “Merivê saxikê dilê xwe her gotinê bawer dike, lê yê aqil dîna xwe dide gavêd xwe”.

4. Rêzên ji Fîlîpî 4:8, 9 ça alî me dikin ku bijbêrin çi bixûnin, û çira ferz e wekî înformasiya rast bal me hebe? (Binihêrin çargoşe bi navê “ Hine Tişt, bi saya Kîjana Em Dikarin Înformasiya Rast Pêbihesin”).

4 Seva ku safîkirinên rast bikin, mera îzbatkirinên rast lazim in. Lema jî em gerekê fesal bijbêrin ku çi înformasiya bixûnin. (Bixûne Fîlîpî 4:8, 9.) Em gerekê wedê xwe badîhewa xerc nekin ser nûçêyên Întêrnêtêda yan jî elametiyên pê êmaîlê, kîjan ku em sed selefî nizanin rast in yan na. Îlahî gelek ferz e nekevine wan malpera, kîderê ku raber fikirên xwe bela dikin. Ewana dixwazin baweriya cimeta Xwedê sist kin û rastiyê derew derxin. Înformasiya nerast dikare me berbi safîkirinên nerast bive. Tu car nefikirin ku înformasiya qelp wê ser hiş û dilê we hukum neke (1 Tîmt. 6:20, 21).

5. Îsraêliya kîjan elametiya qelp bihîstin, û ça ew yek ser wan hukum bû?

5 Hergê em elametiya qelp bawer kin, ew dikare axirîke gelek xirab bîne. Mesele dîna xwe bidinê ku çi qewimî wedê Mûsada, çaxê ji 12 cesûsa 10 cesûsa derheqa Erdê Sozdayî elametiya nerast dan (Jimar 13:25-33). Ew elametî bi temamî rast nîbû û cimeta Yehowa da tirsandinê (Jimar 14:1-4). Lê çira ew yek usa ser cimetê hukum bû? Dibeke ewana difikirîn wekî heçî zef cesûs ewê elametiyê dibêjin û lema ew wê rast be. Wana guh neda Yêşû û Kaleb, yên ku derheqa Erdê Sozdayî tiştên baş gotin (Jimar 14:6-10). Dewsa ku îzbatkirina pêbihesin û îtbariya xwe Yehowa bînin, wana guh da elametiya xirab. Rastî jî aliyê wanda ev çiqas neaqilayî bû!

6. Çira em gerekê ecêbmayî nemînin hergê derheqa cimeta Yehowa tiştên nebaş bibihên?

6 Em gerekê îlahî hingê fesal bin, gava derheqa cimeta Yehowa elametiya dibihên. Tu car bîr nekin, wekî Şeytan buxdana davêje xizmetkarên Xwedê (Eyan. 12:10). Lema jî Îsa pêşda şagirtên xwera got, wekî merivên miqabil wê “her cûre buxdan” bavêjine me (Met. 5:11). Hergê em giliyê wî pişt guhê xweva nevêjin, emê zendegirtî nemînin hergê derheqa cimeta Yehowa tiştên ecêb jî bibihên.

7. Pêşiya ku em kesekîra tiştekî bişînin, em gerekê derheqa çi bifikirin?

7 Dibek hûn hiz dikin pê êmaîlê û têlê tişta bişînin hevalên xwera. Hergê usa ne, diqewime çaxê hûn serhatî yan deng û besa dibihên, dixwazin evê yekê pêşiyê hûn bela kin. Lê heta ku hûn ewê nemê pê têlê yan jî pê êmaîlê bişînin, pirsê bidine xwe: “Gelo ez niha çi ku dixwazim bela kim, ew înformasiya rast e? Gelo ez her tiştî rast zanim û îzbatkirinên min hene?”. Hergê hûn dudilî ne, lê yeke dixwazin bişînin, hûnê nava xûşk-birada elametiya qelp bela kin. Hê baş e dewsa bitikînin û bişînin, bitikînin ku temiz kin.

8. Hine welatada yên miqabilî me çi dikin, û çawa em dikarin nekevine telika wan?

8 Çaxê em dixwazin derbêra kesekîra tiştekî bişînin, dîsa xofek heye. Hine welatada şixulê me qedexekirî ye, yan jî sînor kirî ye. Wan welatada merivên ku miqabilî me ne, dikarin elametiyên usa bela kin, seva ku tirsê bikine dilê xûşk-bira, yan jî seva îtbariya me hindava hevdu unda be. Dîna xwe bidinê çi qewimî wedê Yektiya Sovyeta berê. Polîsekî ku endemê KGB bû, elametiya qelp bela kir, wekî yançi birên cabdar nemamiya cimeta Xwedê dikirin. * Gelek xûşk-bira ew tiştên qelp bawer kirin, û axiriyêda ji teşkîleta Yehowa dûr ketin. Rastî jî sed heyf! Rast e hinek paşê vegeriyan, lê hinek jî heta îro nehatin, çimkî baweriya wan unda bû (1 Tîmt. 1:19). Lê ça em dikarin xwe xwey kin, wekî tiştekî usa tevî me jî neqewime? Elametiyên nebaş û usa jî kîjan ku hûn nizanin rast e yan na, bela nekin. Hin jî derbêra tişta bawer nekin. Bawer bin ku hûn her tiştî rast zanin.

ÇAXÊ NE HEMÛ ÎNFORMASIYA ZANIN

9. Kîjan e çetinayîke din ku em dikarin tiştên nerast bawer kin?

9 Cara em tiştên usa dibihên, kîjan ku nîvîda rast in yan jî ne hemû înformasiya heye. Hingê hêsa nîne elametiya rast pêbihesin. Bi rastî serhatî yan jî elametî ku nîvîda rast e, em nikarin bêjin wekî ew sed selefî rast e. Lê ça em dikarin nexapin pê wan tişta, kîjan ku tenê nîvîda rast in? (Efes. 4:14).

10. Çira Îsraêliya dixwestin miqabilî birên xwe şer kirana, û çi wana da sekinandinê?

10 Dîna xwe bidinê ku wedê Yêşû çi qewimî tevî Îsraêliya, yên ku dijîtin ji çemê Ûrdunê aliyê roavayê (Yêşû 22:9-34). Ewana bihîstin wekî Îsraêliyên ku ji Ûrdunê aliyê rohilatê dijîtin (berekên Rûbên û Gad û nîv bereka Minaşe), xwera gorîgeheke mezin çêkirine. Ew yek rastî usa bû. Lê Îsraêliyên ku aliyê roavayê dijîtin, fikirîn, wekî ew Îsraêlî miqabilî Yehowa rabûn ku ew gorîgeh çêkirine. Lema jî wana safî kir ku herin tevî wan şer kin. (Bixûne Yêşû 22:9-12.) Lê çiqas baş e, wekî pêşiya vê yekê wana çend mêrên bi îtbar şandin, seva pêbihesin hela rastî usa ne yan na. Lê ew mêr çi pêhesiyan? Îsraêlî ji berekên Rûbên û Gad û nîv bereka Minaşe, ew gorîgeh çêkiribûn ne ku seva qurbana bînin, lê çawa bîranîn. Wana gorîgeh çêkir seva axiriyêda gişk bizanibin, wekî ewana jî xizmetkarên Yehowa bûn. Bidine ber çevê xwe, wekî ew Îsraêlî çiqas şa bûn, ku miqabilî birên xwe neçûn ser hîmê elametiya ne temam, lê pêhesiyan çi bû û ça bû.

11. a) Mefîboşet rastî çi neheqiyê hat? b) Dawid çawa dikaribû xwe ji vê şaşiyê xwey kira?

11 Cara em dikarin rastî neheqiyê bên, mesele meriv derheqa me tiştên usa dikarin bela kin, kîjan ku nîvîda rast in yan jî înformasiya ne bi temamî ye. Ew yek dikare dilê me bêşîne. Dîna xwe bidine mesela Dawid Padşa û Mefîboşet. Dawid qenciya mezin da kifşê hindava Mefîboşet, ku hemû erdê kalikê wî Şawûl, vegerande wî (2 Sam. 9:6, 7). Lê wede şûnda, Dawid derheqa Mefîboşet tiştên nebaş pêhesiya. Dawid ne jî pêhesiya hela ew yek rast e yan na, û safî kir wekî hemû milkê Mefîboşet ji wî bistîne (2 Sam. 16:1-4). Axiriyêda çaxê Dawid şaşiya xwe fem kir, ewî pareke milkê wî paşda da wî (2 Sam. 19:24-29). Lê ew neheqî wê tune bûya, hergê Dawid dewsa ku safîkirinêda lezketa, pêşda her tişt pêbihesiya.

12, 13. a) Îsa ça xwe dida kifşê, çaxê buxdan davîtine wî? b) Em dikarin çi bikin hergê kesek tiştên derew derheqa me bela dike?

12 Lê hergê kesek buxdana davêje we, hûn çi gerekê bikin? Bînin bîra xwe, wekî meriva derheqa Îsa û Yûhennayê Nixumdar jî tiştên derew bela dikirin. (Bixûne Metta 11:18, 19.) Lê gelo Îsa xwe ça dida kifşê? Ewî wede û qewata xwe tu car ser vê yekê xerc nedikir, wekî hemûşkara îzbat ke ku ew yek derew e. Dewsa vê yekê, ewî dîna meriva dida ser îzbatkirina, dêmek ser şixul û hînkirinên xwe. Îsa got: “Serwaxtî bi emelêd xwe kifş dibe ku ew rast e” (Met. 11:19).

13 Em derseke ferz ji Îsa dikarin hîn bin. Cara meriv dikarin ser me tiştên nerast yan jî tiştên xirab bêjin. Ew yek dikare ser navê me xirab hukum ke, lema jî dibeke em gelek bixwazin ku ewan dereca rast kin. Lê em çi gerekê bikin? Hergê kesek derheqa me tiştên derew bela dike, em gerekê merivara pê emirê xwe nîşan kin, wekî ew yek derew e. Çawa mesela Îsa dide kifşê, bi cûrê jîyîna xwe û kirên xwe em dikarin îzbat kin, wekî her derewî yan jî buxdan ku ser me dibêjin, qelp û nerast in.

ÎTBARIYA XWE HIŞ-AQILÊ XWE NEYNIN

14, 15. Hergê em îtbariya xwe hiş-aqilê xwe bînin, ça ew yek dikare mera bibe telik?

14 Me dît wekî cara seva înformasiya rast pêbihesin, çetin e îzbatkirina bivînin. Lê dîsa çetinayîk ew e ku em gunekar in. Diqewime em bi deha sala Yehowara xizmet dikin û hê serwaxt bûne û meriv jî qedirê me digirin, bona femkariya me. Lê cara ew yek dikare bibe telik.

15 Hergê em destpêkin îtbariya xwe hiş-aqilê xwe û femkariya xwe bînin, hingê em dikarin bikevine telikê. Êmosiya û fikirên me dikarin hiş-aqilê me kontrol kin. Hingê em îda dikarin bifikirin, wekî em filan derecê rind zanin û her tiştî fem dikin, hergê jî hemû îzbatkirinên me tune ne. Ew yek gelek xof e. Kitêba Pîroz zelal me şîret dike, wekî em îtbariya xwe hiş-aqilê xwe neynin (Metlk. 3:5, 6; 28:26).

16. Gilî kin mesela ku rêstoranêda qewimî, û Tom derbêra derheqa çi fikirî?

16 Bidine ber çevê xwe dereca usa. Rûspiyê cêribandî navê kîjanî Tom e êvarê rêstoranêda ye. Nişkêva ew ber sifrekê rûspîkî din, navê kîjanî Con e, tevî jinikekê divîne, ku kulfeta wî nîne. Tom zendegirtî dimîne, ew divîne ça ewana herdu hevra dikenin, şa dibin û hev hemêz dikin. Tom berxwe dikeve û hê zêde tevhev dibe. Dilê xweda ew difikire: “Gelo Con û jina wî ji bo vê yekê wê ji hev biqetin? Jin-zarên wî wê ça bin?”. Tom derecên wî cûreyî berê jî dîtibû. Lê gelo hûnê çi bifikiriyana, hergê dewsa Tom bûna?

17. Tom çi pêhesiya, û ji vê meselê em çi dersê xwera hîn dibin?

17 Lê niha bifikirin ser vê yekê. Tom bêy îzbatkirina û înformasiya, bawer kir wekî Con jina xwera amin nîne. Lê paşê, vê êvarê, Tom Conra têlê xist. Xeberdanêda Tom pêhesiya, wekî ew jinik xûşka Con ya helal bû, kîjan ku ji welatê xerîb hatibû. Wana gelek sala hev nedîtibûn û tenê çend sihetên wan hebû, lema Con tenê tevî wê çûbû rêstoranê. Lê jina Con nikaribû biçûya. Bidine ber çevê xwe dilê Tom çiqas rihet bû. Lê çiqas baş e, wekî ewî fikirên xweyî nerast derheqa Con, bela nekir. Ew çi ders e bona me? Firqî tune em çiqas sala Mesîhî ne û çiqas jî cêribandî bin, yeke em pêşiya ku tiştekî bawer kin, gerekê îzbatkirina pêbihesin.

18. Çi dikare bibe menî wekî em derheqa xûşk-bira tiştên nerast bawer kin?

18 Çaxê civatêda kesek me dide xeydandinê, hingê jî em dikarin şaşiyê berdin û înformasiya nerast bawer kin. Hergê em xeydê dilê xweda xwey kin û timê ser vê yekê bifikirin, em dikarin îda bi şikê binihêrin ser wê xûşkê yan jî bira. Hin jî hergê kesek mera derheqa wî merivî, kîjanî em dane xeydandinê, tiştên nebaş bêje, hingê em dikarin derbêra bawer kin. Lê çi ders vê derecêda lazim e em hîn bin? Hergê em bihêlin wekî dilê me bimîne ser xûşk-birên me, em dikarin îda bêy îzbatkirin tiştên nerast derheqa wan bawer kin (1 Tîmt. 6:4, 5). Em gerekê tu car nehêlin wekî dilê meda hevsûdî û kumreşî hebe. Em gerekê derbêra tiştên xirab ji dilê xwe derxin, û bîr nekin wekî Yehowa ji me dewa dike ku em xûşk-bira hiz bikin û bi dil bibaxşînine wan. (Bixûne Kolosî 3:12-14.)

PRÎNSÎPÊN KITÊBA PÎROZ WÊ WE XWEY KIN

19, 20. a) Kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz hene, yên ku alî me dikin her înformasiya bicêribînin? b) Gotara dinda emê derheqa çi şêwir kin?

19 Belê, îro gelek çetin e înformasiya rast pêbihesin, û bicêribînin. Lê çira? Çimkî îro înformasiya heçî zef yan nerast in yan jî nîvîda rast in, û hin jî gunekariya me jî dibe problêm. Lê wan derecada çi wê alî me bike? Em gerekê prînsîpên Kitêba Pîroz bizanibin û bidine xebatê. Besa xeberê, prînsîpek ew e ku hergê em caba xwe didin pêşiya ku îzbatkirina pêbihesin, ew yek neaqilayî û şermî ye (Metlk. 18:13). Prînsîpeke din jî alî me dike, wekî em her tiştî derbêra bawer nekin, lê bicêribînin hela ew rast e yan na (Metlk. 14:15). Û prînsîpa xilaziyê ew e, ku firqî tune em çiqas wext Mesîhî ne, em gerekê fesal bin, wekî îtbariya xwe hiş-aqilê xwe neynin (Metlk. 3:5, 6). Prînsîpên Kitêba Pîroz wê me xwey kin, hergê em îzbatkirinên rast pêbihesin û safîkirinên aqilayî bikin.

20 Çaxê meriv derbêra tişta safî dike ser hîmê vê yekê çi ku divîne, ew jî dikare bibe menî, wekî ser tişta nerast binihêre. Gotara dinda emê pêbihesin ku vê yekêda kîjan telik hene û çi bikin seva nekevine wan telika.

^ abz. 8 Binihêrin kitêba “Hersalî ya sala 2004”, rûp. 111-112, û usa jî ya sala 2008, rûp. 133-135.