Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | MELEKÊN XWEDÊ; EWANA BI RASTÎ HENE

Melek Dikarin ser Jîyîna Te Hukum kin?

Melek Dikarin ser Jîyîna Te Hukum kin?

Roja Ledê, Kênêt û Fîlomêna yên ku di Kîûrasaoda dijîn, çûbûn cem cotê zewicî tevî kîjana ku wana hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir.

Kênêt dibêje: “Çaxê em nêzîkî malê bûn, me dît ku derî dadayî ye û avto jî ber dêrî nîne. Têbêjî tiştekî ez devdam, wekî wê jinikêra têlêxim”.

Ev jinik têla xwe hildide û dibêje, ku mêrê wê ne mal e, çûye xebatê. Lê çaxê ew pêdihese ku Kênêt û Fîlomêna îda ber derîne, ew derî vedike û wana teglîfî malê dike.

Ewana têderdixin wekî jinik girya bû. Çaxê Kênêt hînbûna Kitêba Pîroz destpêdike, jinik dîsa digirî. Hingê Kênêt û Fîlomêna bi nermî derheqa halê wê pêdihesin.

Jinik gilî dike, ku ewê safî kiribû xwe bikuje, û mêrê xwera nema paşin lêdikir. Lê çaxê Kênêt têlê dixe, zengilê têlê wê dide sekinandinê. Ew wanra gilî dike ku ew ji bo dêprêsiyayê diçerçire. Kênêt û Fîlomêna dîna wê didine ser hine fikirên ji Kitêba Pîroz, û ew dilbîniyê distîne. Ev berdilî wededa bû û jîyîna wê xilas kir.

Kênêt dibêje “Me razîbûna xwe Yehowara da kifşê, ku ewî em hêlan kirin, alî wê kulfeta dilteng bikin. Îlakî ku Ewî bi ruhê xweyî Pîroz û meleka, em hêlan kirin vê kulfetêra têlê xin!” *

Kênêt û Fîlomênayê bawer dikirin, wekî Xwedê dikare bi meleka û ruhê Xweyî pîroz, hine derecada alî me bike. Lê gelo ev yek rast e? Yan ev nişkêva usa qewimî, ku Kênêt wededa têlê xist?

Em nikarin sed selefî bêjin. Lê eyan e, wekî Xwedê melekên xwe dide xebatê ku ruhanîda alî meriya bikin. Kitêba Pîroz dibêje, ku Xwedê melek da xebatê seva ku Fîlîpoyê mizgînvan hêlan ke, wekî ew alî wezîrê Etyûpiyê ke, kijanîra ku rêberiya ruhanî lazim bû (Karên Şandiya 8:26-31).

Cûre-cûre rêlîgiya derheqa efrînên ruhaniye mexsûs, hîn dikin. Mesele yançi ewana ça melekên qenc têne xuyanê, ku qirara Xwedê tînin sêrî, yan jî ça melekên merivaye şexsî ku wana xwey dikin. Gelek meriv ne tenê bawer dikin ku melek hene, lê usa jî bawer dikin ku ewana li ser jîyîna wan hukum dikin. Lê hene merivên usa jî, yên ku qe baweriya xwe meleka naynin.

Gelo melek bi rastî hene? Hergê usa ne, ewana çawa pêşda hatine? Ewana bi rastî kî ne? Çawa ewana dikarin li ser jîyîna te hukum kin? Werên em şêwir kin.

^ abz. 8 Yehowa, navê Xwedê ye û Kitêba Pîroz evê yekê eyan dike (Zebûr 83:18).