Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

We Zanibû?

We Zanibû?

Mesela Îsa derheqa “se” dihate hesabê bêhurmetkirin?

Zar tevî sê, heykela Yûnaniya yan ya Romaya (çêkirina nêzîkî qirna yekê B.D.M. û qirna duda D.M.)

Carekê çaxê Îsa ji Îsraêlê der bû, dêmek li herêma Roma Sûriyayê, kulfeteke Yûnanî nêzîkî Îsa bû û alîkarî ji wî xwest. Îsa caba xweda mesele anî, kîderê ku necihû beramberî “sa” dibûn. Li gora Qanûna Mûsa kûçik dihatine hesabê heywanên nepaqij (Qanûna Kahîntiyê 11:27). Dibe ku bi wê yekê Îsa xwest evê kulfeta Yûnanî û necihûyên din, bêhurmet ke?

Hemîkî na. Çawa ku Îsa şagirtên xwera şirowekir, nêta wîye sereke ew bû, ku alî Cihûya bike. Lema jî ewî ev mesele anî, û gote kulfeta Yûnanî: “Ev ne rast e, wekî nanê ber zara hildin û bavêjine ber sa” (Metta 15:21-26; Marqos 7:26). Bal Yûnaniya û Romaya, kûçik heywanên hizkirî dihatine hesabê, yên ku mala wanda dijîtin û tevî zara dilîstin. Lema jî xebera “se” şikileke nazik û hewas derbaz dikir. Ew kulfeta Yûnanî gote Îsa: “Belê Xudan, ne se jî wan hûrikêd ku ji sifra xweyê wan dikevine erdê dixwin?”. Îsa payê wê da seva baweriya wê û qîza wê jî qenc kir (Metta 15:27, 28).

Şîreta Pawlosê şandî derheqa sekinandina gemiyê, bi aqlayî bû?

Gemiya mezine barkirî (qirna yekê D.M.)

Gemî ser kîjanî ku Pawlos dibirine Îtalyayê, wedê firtonê çû ser berê. Pawlos şîret da wekî neçine ser berê û bisekinin (Karên Şandiya 27:9-12). Gelo menî hebû ku riya xwe berdewam nekin?

Berê, gemîvana rind zanibûn ku mehên zivistanê gelek xof in seva gemî bikeve Bera Navberê. Ji 15 Mijdarê heta 15 Adarê, ber ça bêjî dadayî bû bona gemiya. Lê çaxê Pawlos digot ku riya xwe bidine sekinandinê, ev yek meha Îlonê yan Cotmehêda bû. Nivîskarê Romayî bi navê Vêgêtîûs di kitêba xweda “Epitome of Military Science” (qirna çara D.M), derheqa ketina li berê usa şirowedike: “Hine meh baş in bona ketina li berê, hinek jî nizanî wê baş be yan na, lê mehên dinda qe nabe bikevne berê”. Vêgêtîûs got ku mehên daha baş û bê xof destpêdibin ji 27 Gulanê heta 14 Îlonê. Lê du mehên xof destpêdibin ji 15 Îlonê heta 11 Mijdarê û ji 11 Adarê heta 26 Gulanê. Pawlos yê ku gemîvanê cêribandî bû, ev tişt rind zanibû. Serek û xweyê gemiyê jî ev tişt rind zanibûn, lê yeke şîreta Pawlos avîtne pişt guhê xwe. Riya wan bi hûrdexweşîbûna gemiyê xilaz bû (Karên Şandiya 27:13-44).