Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

HIŞYAR BIN! № 2, 2018 | 12 Gavên Kêrhatî Bona Bextewariya Malbetê

12 Gavên Kêrhatî Bona Bextewariya Malbetê

Îro em gelek car dibihên, ku halê malbeta nebaş e. Lê hene malbetên usa jî, ku bextewar in. Gelo çi alî wan dike?

  • Li gora hesaba Dewletên Yekbûyî, ji sala 1990 heta 2015, hate kifşê, ku hevqetandin gelek zêde bûye. Mesele merivên ku emirda 50 salî zêdetir in, hevqetandin nava wanda ducar zêde bûye. Û sê cara jî nava merivên ku 65 salî ne.

  • Dê-bav ecêbmayî dimînin, çimkî hine zandar dibêjin, wekî timê gerekê payê zara bidin, hinek jî dibêjin ku gerekê hindava zara sert bin, seva ku alî wan bikin.

  • Hine cahil çaxê mezin dibin feresetên wanî usa tune, ku alî wan bike pêşda herin.

Bi rastî, . . .

  • Zewac dikare mîna xelatê be, kîderê ku heleqetiya her-heyî be.

  • Dê-bav dikarin hîn bin, zarên xwe bi hizkirin şîret kin.

  • Cahil dikarin feresetên usa qazanc kin, çi ku wê alî wan bike çaxê mezin bin.

Çi cûreyî? Eva jûrnala “Hişyar Bin!” wê şêwir ke derheqa 12 şîreta, bona bextewariya malbetê.

 

1: Borcdarî

Sê tiştên kêrhatî dikarin alî mêr-jina bikin, ku ji hev neqetin.

2: Şixulkarî

Gelo cotê zewaca te bona te wek cînarê ku tevayî otaxekîda dimînin?

3: Qedirgirtin

Pêbihese ku kîjan gilî û şixul ferz in, seva ku cotê zewaca te texmîn ke, ku tu qedirê wî digirî.

4: Baxşandin

Çi dikare alî te bike, şaşiyên hevalparê xwe, bibaxşînî?

5: Xeberdana Tevî Hev

Sê gavên sereke dikarin alî te bikin, nêzîkî zarên xwe bî.

6: Şîretkirin

Gelo ji bo şîretkirinê, zar qedirê xwe dêxe?

7: Qeydên Qîmet

Tu kîjan prînsîpa gerekê hînî zarên xwe bikî?

8: Rabûn-Rûniştina We

Hergê tu dixwazî ku zar giliyên te hilde ber dilê xwe, tu gerekê jîyîna xweda jî bidî xebatê ew çi ku zara hîn dikî.

9: Tu Yekî Çawa Nî

Çawa cahil dikarin baweriya xwe biparêzin?

10: Merivekî Îtbar

Cahil gerekê usa bikin, ku dê-bav îtbariya xwe wan bînin û ev gaveke ferz e.

11: Xebathizî

Pêbihesin ku çawa cahil dikarin usa bixebitin, ku jîyîna xweda bextewar û serfiraz bin.

12: Nêt

Çaxê tu nêtên xwe tînî sêrî, usa tu xweda daha îtbar dibî, hevlatiya te baş dibe tevî meriya, û tu bextewar dibî.

Hê Zêde Alîkarî Bona Malbetê

Şîretê Kitêba Pîroz dikare alî te bike zewaca xweda bextewar bî.