Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Qeydên baş wek rêberin, ya ku dikare alî zarê bike tê derxe xwe li kîjan rê bigire

Bona Dê-bava

7: Qeydên Qîmet

7: Qeydên Qîmet

EW ÇI TÊ HESABÊ

“Qeydên qîmet” ew hene normên merivayî, kîjana ku tu xwexa dijbêrî, wekî li gora wan bijîyî. Diqewime tu ser xwe dixebitî ku hemû tiştîda xwe rast kifş kî. Hergê usa ne, hemikî tu dixwazî zarên xwe jî hînî ewan normên qîmet bikî.

Tu usa jî dixwazî zarên xwe hîn kî, wekî ewana bibine xebathiz, serwaxt û ku nêtên merivên din jî hildin hesab. Ew tiştên pir qîmet in, çi ku zar cahiltiya xweda dikarin nav xweda pêşda bînin.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Zarotîyêda rîya rast hîn bike, gava ew kal be, îdî ewê ji wê nekeve” (Metelok 22:6).

ÇIMA FERZ E

Zemanê têknolojîda qeydên nav-namûsiyê ferz in. Karîn dibêje: “Roja îroyînda hacetên êlêktronîk dikarin xirab li ser me hukum kin. Çaxê zar hacetêda tiştekî dinihêrin, hingê em wana kêleka xwe didine rûniştandinê!”

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Bona merivêd gihîştî . . . yêd ku sewdayê xweda ketî-rabûyî ne, qencî û xirabiyê ji hev derdixin” (Îbranî 5:14).

Merîfetî pir ferz e. Qeydê merîfetiyê dikeve nava rabûn-rûniştandina başda. Mesele çaxê dibêjî “ji kerema xwe” û “zef razî me”. Usa jî çaxê bona merivên din xem dikî. Ew tiştên pir qîmet in, çi ku wê dinyaêda kêm dibin, çimkî gelek meriv heçî zef difikirin bona tiştên matêrîalî, hacetên elektronîk, ne ku derheqa meriya.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Û çawa hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanra bikin” (Lûqa 6:31).

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ

Xwe li normên nav-namûsiyê bigire. Li gora lêkolînê hate kifşê, wekî cahil hingê xwe ji heleqetiya sêksûal xwe dûr digirin, hergê wanara rind şirovekirine, ku kirên usa nerast in.

ŞÎRET: Seva ku destpêkî derheqa qeydên rast zarêra şirovekî, gilî ke bona qewimandinên îroyîn. Hergê tu derheqa kuştinê ji deng û besa dibihêyî, dikarî bêjî: “Ev çi zulm e, ku hine meriv bi vî cûreyî hêrsa xwe ser merivada dirêjin. Bi texmîna te wana ça xwe vê rê girtiye?”

Brandên dibêje: “Zarara çetin e têderxin çi ye rast û çi nerast, hergê ewana bi rastî nizanin ev yek çi ye”.

Zara hîn ke derheqa yên din bifikirin. Hela hê zarên biçûk jî dikarin hîn bin bêjin “ji kerema xwe” û “zef razî me” û xemgînya xwe bona yên dinêna bidine kifşê. Kitêba “Parenting Without Borders” usa dibêje: “Çiqas hê zêde zar divînin ku ewana xwe serî xwe nînin, lê tiştekî dinva girêdayî ne, mesele melbeta wan, mekteb, hingê ewana diha bi hazirbûn tiştên qenc bona merivên din dikin”.

ŞÎRET: Hine şixulên malê bide zarê, ku ew bike, bi saya çi jî ewê bivîne qîmeta wê yekê, çaxê yên dinênara qenciyê dike.

Tara dibêje: “Hergê zarên me îro hîn bin şixula bikin, axiriyêda çaxê ewana başqe bijîn, wê wanara hêsa be. Wana hîn ke ku îda niha cabdariya xwe biqedînin”.