Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | HÛN DIXWAZIN KITÊBA PÎROZ HÎN BIN?

Çira Lazim e Hîn bin Kitêba Pîroz?

Çira Lazim e Hîn bin Kitêba Pîroz?
  • Çi ye nêta jîyînê?

  • Çira meriv diçerçirin û dimirin?

  • Çi axirî hîviya me ye?

  • Gelo Xwedê xût seva min xem dike?

Te qe pirsêd usa daye xwe? Hergê erê, bizanibe wekî xêncî te dîsa gelek meriv hene, ku ser pirsêd wî cûreyî dişirmîş dibin. Meriv her gav difikirin ser wan pirsêd ferz, kîjan ku emirva girêdayî ne. Lê gelo caba wan pirsa meriv dikare bivîne?

Bi mîlyona meriva wê bigotana, “Belê!” Lê çira? Çi wana hêlan dike usa bêjin? Ewana usa dibêjin, çimkî cabêd ser pirsêd xwe, di Kitêba Pîrozda divînin. Lê hûn dixwazin bizanibin, ça Kitêba Pîroz caba wan pirsa dide? Hergê erê, Şedêd Yahowa hazir in bê pere tevî we hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin. a

Wekî bi rastiyê bêjin, çaxê xeberdan diçe derheqa hînbûna Kitêba Pîroz, hinek dibêjin: “Wedê min tune ye”. “Kitêba Pîroz ew kitêbeke hêsa nîne”. “Ez naxwazim cabdariyê hildim ser xwe”. Lê hine meriv usa dişirmîş nabin. Ewana şa dibin wekî mecal heye pêbihesin ku Kitêba Pîroz çi hîn dike. Binihêre wira hine mesele hene:

  • “Gelek pirsêd min hebûn. Seva ku cabêd ser wan pirsa bivînim, ez çûme dêra Protêstanta, paristgeha Sîkxa, û monastêra Bûdîsta, û ez ûnîvêrsîtêta rêlîgiyayêda hîn dibûm, lê yeke min tu ciya cabêd ser pirsêd xwe nestand. Carekê Şedêkî Yahowa hate mala min. Ez gelek ecêbmayî mam çaxê ewî pê Kitêba Pîroz caba pirsêd min da. Ez derbêra razî bûm Kitêba Pîroz hîn bim”. (Gîlî, Înglîstan.)

  • “Gelek pirsêd min hebûn derheqa emir û halê me, lê min caba pirsêd xwe caba keşîşda jî nedît. Lê Şedekî Yahowa pê Kitêba Pîroz caba hemû pirsêd min da. Çaxê ewî min pirsî, ku ez dixwazim hê zêde derheqa Xwedê pêbihesim, ez bi şabûn razî bûm”. (Kofî, Bênîn.)

  • “Timê gelek pirs bal min pêşda dihatin derheqa mirinê. Min bawer dikir wekî mirî dikarin ziyanê bidine meriya, lê min dixwest bizanibûya Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa vê yekê. Û usa min tevî hevalekî xwe yê ku Şedê Yahowa bû, hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir”. (Jozê, Brazîlya.)

  • “Min safî kir Kitêba Pîroz bixûnim, lê min tu tişt lê fem nekir. Carekê Şedêd Yahowa hatin bal min, wana femdarî û zelal minra çend pêxembertiyêd ji Kitêba Pîroz şirovekirin. Paşî wê yekê min xwest hê zêde pêbihesim”. (Dênîz, Meksîka.)

  • “Min dixwest pêbihesiyama gelo Xwedê rastî seva min xem dike yan na. Û lema jî min safî kir ku Xwedayê Kitêba Pîrozra dua bikim. Svetirê Şedêd Yahowa derê min xistin, û min tevî wan hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir”. (Anjî, Nepal.)

Ev qewimandin xeberêd Îsa tînin bîra me: “Xwezî li ruhfeqîra” (Metta 5:3). Meriv usa hatine çêkirinê ku xwestina wane ruhanî heye û hewce ne derheqa Xwedê hê zêde pêbihesin. Lema jî tenê Xwedê dikare hewcetiya me razî ke, bi xebera xwe, dêmek Kitêba Pîroz.

Ça tê derbazkirinê hînbûna Kitêba Pîroz? Hînbûna Kitêba Pîroz wê çi karê wera bîne? Caba wan pirsa emê pêbihesin gotara mayînda.

a Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin ku navê Xwedê Yahowa ye.