Derbazî serecemê

Çira Şedên Yehowa Tevnebûyîna Polîtîkî Xwey Dikin?

Çira Şedên Yehowa Tevnebûyîna Polîtîkî Xwey Dikin?

 Şedên Yehowa ji bo meniya rêlîgî tevnebûyîna polîtîkî xwey dikin, kîjan ku ser hîmê hînkirinên Kitêba Pîroz e. Em hukumê xwe nakine ser serwêrên polîtîkî û bona bijartina partiyên polîtîkî û merivên din, dengê xwe nadin. Em xwexa jî qulixê polîtîkî qebûl nakin û tu tiştî nakin, wekî serwêrekî ji qulixê wî derxin. Û ev safîkirina me, ser hîmê hînkirina Kitêba Pîroz e.

  •   Em çev didine Îsa Mesîh, kîjan ku înkar kir textê polîtîkî war be (Yûhenna 6:15). Ewî şagirtên xwe hîn dikir, ku “ne ji vê dinyayê” bin û zelal wanra şirovekir, wekî ewana gerekê şixulê polîtîkîda piştgiriya tu kesî nekin (Yûhenna 17:14, 16; 18:36; Marqos 12:13-17).

  •   Em Padşatiya Xwedêra amin in, derheqa kîjanî ku Îsa got: “Ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê” (Metta 24:14). Ça piştgirên Padşatiya Xwedê, mera şixul hatiye dayînê ku derheqa hatina wî elam kin. Em şixulê polîtîkîda tevnebûyînê xwey dikin, firqî tune ev şeherê meva girêda ye, yan cîkî dinva (2 Korintî 5:20; Efesî 6:20).

  •   Ev yek ku em tevnebûyînê xwey dikin, îzinê dide me bi azayî derheqa Padşatiya Xwedê hemû meriyara gilî kin, û firqî tune nihêrandina wan derheqa polîtîkî çi cûre ye. Em her tiştî dikin, ku pê gilî û kirên xwe îzbat kin, wekî em îtbariya xwe tenê Padşatiya Xwedê tînin, ku ewê hemû problêmên dinyayê safî ke (Zebûr 56:11).

  •   Em alî polîtîkîda miqabilî hev dernayên, lema jî em tevî biratiya meye hemdinyayê yektiyêda nin (Kolosî 3:14; 1 Petrûs 2:17). Lê rêlîgiyên ku dikevine nava polîtîkê, cudebûnê dikine nava endemên xwe (1 Korintî 1:10).

 Qedirgirtin hindava serwêra. Rast e em nakevine nava şixulên polîtîkî, lê em welatên xweda qedirê serwêra digirin. Ew yek li gora Kitêba Pîroz e kîderêda tê gotinê: “Her merivek bira gura wan hukumetiyada be, ku ser wîra ne, çimkî tu hukumetî bêyî destûra Xwedê tune û ewê ku hene jî, ji Xwedêda ne” (Romayî 13:1). Em gura qanûnên dewletê dikin, xerca didin û piştgiriya serwêra dikin, gava ewana bona bineliyên xwe xem dikin. Em nakevine nava tevlihevbûnên polîtîkî, lê gura temiya Kitêba Pîroz dikin, kîderêda tê gotinê “bona padşa û hemû serwêra” dua bikin, îlahî gava ewana safîkirineke usa dikin, ya ku azabûna me dikeve (1 Tîmotêyo 2:1, 2).

 Em usa jî qedirê safîkirina meriva digirin, gava ewana bijartina xweye polîtîkêva girêdayî dikin. Mesele, gava bijartin dibin, em miqabilî vê yekê tiştekî nakin û riya wan meriva nagirin, kê ku dixwazin wan bijartinada kar bikin.

 Gelo ew safîkirina me tiştekî teze ye? Na. Qirna yekêda şandî û Mesîhiyên din jî safîkirineke usa kiribûn, ku pirsên polîtîkîva girêdayî bûn. Ktebekêda derheqa Tevnebûyîna Mesîhiya tê gotinê: “Rast e Mesîhiyên pêşin xwe mecbûr hesab dikirin, wekî qedirê serwêra bigirin, dîsa jî li gora nihêrandina wan îzina wan tune bû bikevine nava şixulê polîtîkî”. Kitêbekêda jî bi navê “Ser riya berbi sîvîlîzasiyayê” tê gotinê, ku Mesîhiyên pêşin nedibûne polîtîk.

 Gelo ev nihêrandina me zirarê dide bêxofiya miletiyê? Na. Em merivne edilayîhiz in û menî tune ku dewlet ji me bitirse. Dîna xwe bidinê, ku çi tê gotinê derheqa tevnebûyîna me, hejmara sala 2001-da ya Akadêmiya Miletiyê, ya Ûkraînê: “Diqewime îro ev safîkirina Şedên Yehowa geleka xweş nayê. Ev meniya pêşin bû, ku çira ewana berê rastî peyketina hatibûn ji aliyê Natsîsta û rêjîma Komûnîsta”. Lê Yektiya Sovyetêda wedê peyketinên usa giran, ewana dîsa jî “ça bajarvanên guhdar diman, ewana bi xîret kolxoz û karxanada dixebitîn û bona dewletê qe xof nîbûn”. Vê hejmarêda tê gotinê, ku safîkirin û kirên Şedên Yehowa, roja îroyîn “tu zirar nadine tu welatekî”.